Jinên Iraqê: Li dijî tundiyê polîtîkayên heyî ne têrker in

Li Iraqê tunduya li ser jinê her ku diçe zêde dibe, jinan nebûna malên xwe sipartinê yên girêdayî hikumetê rexne dikin. Jinên ku polîtîlayên li dijî tundiya ser jinê kêm dibînin diyar dikin ku serlêdana ku dikin jî bê encam dimîne.

RAMA ŞAHÎN

Bexda – Iraq cihê temsîliyeta hewildanên mafê jinan û xurtkirinê herî zehmet dike. Li iraqê ji ber sîstema aşirtiyê li ser qanûnê serwer e, ev jî dibe sedem ku destdirêjî û tundiya fîzîkî di asta herî jor de were jiyan kirin, cihêkarî û ne wekhevî derkeve holê. Li milekî tundiya li ser jinê zêde dibe, li milekî din jî bangawaziyên ji bo derxistina Zagona Parastina Ji Tundiyê ya Malbatê zêde dibe. Lê tê diyarkirin ku ruxmê hemû bangawaziya jî li welat tundiya di nav malbatê zêdetir dibe. Çalakvana Mafê Mirovan û Alikara Seroka Rexistina Jinên Azad Jannat Al-Ghazi û jinekê ku rastî tundiyê hatiye ji ajansa me re axivîn.

Cihêkarî tundiyê zêde dike

Jannat Al-Ghazî diyar kir ku li Iraqê  tu qanunên ku ji bo jin xwe  ji tundiya malbatê biparêze nîn e û wiha axivî: “Jinên ji Iraqê mafên xwe dizanin û dev ji mafên xwe naqerin. Di warê wekheviya jin-mêr de bi israr in. Cihêkariya di navbera jin û mêr de bi qasî ku tundiya li ser zarokên keç zêde dike rê li qetlîaman jî vedike. Gelek zagonên ku piştgiriyê dide mêr û eşîran heye. Bi taybetî di serî de qanûnên mafên mirovan, mafên jinan tên binpêkirin. li Iraqê tundiya nav malê ji bo jinan û zarokên keç xeteriyek mezin ava dike. Ev binpêkirin û sepanên tên jiyîn di asta jor de ne. Ev çavkaniya xwe ji pergala mêr serwerî û kevneşopiya wî digre.”

 ‘Li Îraqê tenê stargehek heye’

Jannat Al-Ghazi diyar kir ku li Îraqê ji bo jinên ku rastî tundîtûjiyê tên, tenê stargehek heye û wiha got: “Stargeh girêdayî hikumetê ye. Ev strageha ku 40-50 jin tê de dimînin û ne destdayî ye û bê xwediye. Ne xwedî wê wesfê û kadroyan e ku ji heqê bûyerên tundîtûjiyê derbikevin. Hikumeta Iraqê ji bo avakirina qadên ku jinên rastî tundîtûjiyê tên ne serkeftî ne. Qadên ku jin xwe tê de bi ewle hîsbikin nehatine avakirin.”

‘Divê jin dîwarên tirsê bişkînin’

 Jannat Al-Ghazi destnîşan kir ku ew ji malbate eşir hatiye û ji ber vê yekê rastî tundîtûjiya di nava malê de hatiye û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê ez alîkariya ew jinên ku  rastî tujdîtûjiyê hatin dikim. Di dema xebatê de em rastî gelek zehmetiyan tên. Civak ew karê ku em dikin na pejirîne.”

Jannat Al-Ghazi bang li jinan kir ku divê jinên ku rastî tundîtûjiyê hatin diwarên tirsê bişkênin û da zanîn ku li beramberî hemû rîskan Êzidiyên ku ji destê Çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûne di nav de ew alîkariya gelek jinan kirine.

Serlêdanên qereqolê bê encam dimînin

Jina ku rastî tundîtûjiya di nava malbatê de hatî û nexwestî navê xwe aşkira bike wiha got: “Ji bo ez xwe bi parêzim min 5 caran serdana qereqolê kir, lê belê polîsan alîkarî dayina min red kirin. Ji ber wê cardin ji bo ez rastî tundîtûjiya nava malbatê werim neçar mam vegerim mal. Encax dema ku min serlêdana rexistinên civaka sivîl kir jiyana min ber bi başiyê ve hate guhertin. Rêxistinê parastina min pêk anî, ez li cihek bi ewle bi cih kirim. Xeteriya jiyana min berdewam dike.”