Jinên Idlibî yên di şer de hevjînê xwe winda kirine

Di qeyrana aborî ya Sûriyeyê de yên herî zêde rastî astengiyan tên jinebiyên Idlibê ne. Tevî dijwariya jiyanê jî jin hewl didin xwe û zarokên xwe xwedî bikin.

SUHÊR El-İDLİBΠ
Idlib – Şerê ku li Sûriyeyê rû da, bû sedem ku civak bi giştî di nava dijwariyeke jiyanî de bimîne. Bi taybet jinên Îdlibî ku hevjînên wan hatine kuştin, bi rewşeke zehmet re rû bi rû dimînin. Ji ber rewşa şer, aloziya aborî û civakî ku li Sûriyeyê derbas dibe kes nikare alîkariya hev bike. Ji bilî wê jî di bin mercên herî dijwar de xwedîkirina zarokan dikeve ser milên wan.
Hesna El-ehmed (30) piştî hevjînê wê di zindanên rejîma Sûriyeyê de mir, barê xwedîkirina çar zarokan li ser pişta wê ma. Ji ber ku tu bawernameyên wê yên xwendinê tune ne, neçar e bi saetên dirêj di karê firotina cilên bala de bixebite da ku pêdiviya rojane ya zarokên xwe pêk bîne.
'Hemû dinya li ber çavên min reş bû'
Dema hevjînê Hesna diçû bajarê Hemayê ji bo pasaporta xwe derxe, li ser hacizê rejîma Sûriyeyê tê girtin. Hesna El-ehmed wiha behsa wê rojê dike: "Hemû dinya li ber çavên min reş bû, min bawer kir ku careke din nema wî dibînim. Ji ber ku kêm caran girtiyên rejîmê tên berdan. Piştî rêwîtiyeke lêpirsînê, em hîn bûn ku di zindanê de, di bin îşkenceyê de miriye. Her wiha wêneyên ku Qeyser weşandibû, yê hevjînê min jî di nav de bû."
Bi kirîn û firotina cilan zarokên xwe xwedî dike
Hesan El-ehmed li hemberî zîhniyeta civakî ya serdest derket û hewl da berpirsyariya xwedîkirina zarokên xwe bi cih bîne. Di wê der barê de wiha dibêje: "Xemgîniya min ji bo mirina hevjînê min nebû bend, ji bo xwedîkirina zarokan, min zêrên xwe firot û dest bi kirîn û firotina cilên ewropî (Bala) kir. Ji ber ku min daxwazek pir mezin ji bo kirîna cilên bala dît, nemaze piştî bihayên pir mezin û bihayên kincên nû. Ez jinek bi şans im ku niha karê min heye û pê debara jiyana xwe û zarokên xwe dikim."
Tevî heqdestê kêm, mecbûr in di kar de bimînin'
Henen Nicim û hin jinên din jî di kargehek ji bo îzolekirin, pakêtkirin û amadekirina hejîrên hişkbûyî de kar dikin û bi heqdestekî kêm ku (4000) lîreyên Sûriyeyê derbas nake dixebitin. Di rewşeke şer ku aloziya aborî li pêş e de ev jî têra debara zarokan nake.
Hevjînê Henanê di kampanyaya leşkerî ya rêjîmê de li ser bajarê Xan Şêxûn di sala 2019'an jiyana xwe ji dest daye. Henen jî bi pêlên koçberan re li bajarê Sermeda yê bakurê Idlibê bi cih dibe. 
Tevî ku Henan li kargehê heqdestekî kêm digire jî ji bo xwedîkirina sê zarokên xwe mecbûr e. Henan Nicim dibêje: "Ez hîs dikim ku bi vê pereyê kêm erzan kar dikim lê çare nîn e. Ger bêjim jî wê xwediyê kar bêje 'ger bi kêrî we nayê, dev ji kar berdin.' Lê kar jî li vir tune ye em mecbûr in."
'Jin dikarin sînorên li pêşiya xwe derbas bikin'
Şêwirmenda civakî Lema El-tiwîl têkildarî vê mijarê wiha dibêje: "Jinebiyên di civaka Sûriyeyê de, ji ber nêrîna civakî gelek êş kişandine. Sînorên ji wan re hatine danîn, mafên wan ên herî hêsan red dikin. Tevger, Kar, fêrbûn û pêkanîna rola wan a xwezayî di jiyanê de, ji hêla xizim, civak û saziyên herêmî ve tên astengkirin. Lê di heman demê de jin dikarin van sînoran tevî zehmetiyan jî derbas bikin. Her wiha bi banga saziyên mirovî li Idlibê û bakurê Sûriyeyê kar dikin bi hin hewarên wan hatine." 
Li gorî rêxistinên herêmî, li parezgeha Idlibê û gundewarên wê 37000 jinebî û 190 hezar zarokên di bin temenê 18'e salî de hene. Her wiha gelek jin ku mêrên wan jiyana xwe ji dest dane û zarokên wan winda bûne di kampa gundewarê Idlibê de dijîn û ji hemû mafên bingehîn bêpar in.