Jinên Idlibê: Dadgehên Idlibê ne di bin zagona rastîn de ye

Li bajarê Idlibê, jinên ku dev ji hevjinê xwe berdidin, zagonek nîne ku mafê xwe yê rewa biparêzin û zarokên xwe werbigirin. Jinên ku dev ji hevjinê xwe berdane dan zanîn ku ew ji hemû mafê xwe yê jiyanî, heta wergirtina zarokên xwe bêparin.

SUHÊR EL IDLIBÎ
Idlib - Di van demên dawî de bûyerên hevberdanê li Bakurê Sûriyeyê her ku diçe zedê dibe. Sedema vê yeke jî mîna xizanî, buhayên giran, zextên derûnî yên li ser hevjînan û bi neçariya bi rêve birina debara jiyanê ye. Ev qeyran jî dihêle ku hevjînên nikarin debara mala xwe bikin hevberdanê hilbijêre. Ji ber çareseriyê ji pirskirêkên xwe re nabîne dikevin rewşa ku êdî nikarin bi hev re bijîn. Bingeha van pirskirêkan jî nebûna zagonek ku mafê jinê biparêze ye. Cardin jin rastî vê qeyranê tê û bedelên giranbûha didin. Her wiha nebûna çareseriyê dibe sedem ku jinên dev ji hevjinê xwe berdane rastî zehmetî û tengasiyên mezin werin. Jinên ku rastî zehmetiyan tên nêrînên xwe parve kirin.
“Ji ber min dev ji hevjinê xwe berdaye, civak bêrehim nêzî min dibe”
Safia El-Anous a 28 salî ji gundê Kefr Oweyd ê koçberî kampa Barişa bûye nêrîna xwe wiha parve kir: “Piştî ku min dev ji hevjinê xwe berda, min bi tercîha xwe sê zarokên xwe radestî bavê wan kir, ji ber ku min nedikarî lêçûnên xwe û zarokên xwe bi dest bixim. Bavê zarokan nedixwest her meh mesrefa zarokan bi cih bîne. Pereyê min jî nînbû ku ez zarokên xwe xwedî bikim, loma ez neçar mam ku dev ji xwedîkirina zarokan berdim. Ez hîs dikim ku ez rastî zilmek mezin hatime, ji ber ez bê hevjîn, zarok û kar mame. Ez bi tena xwe bi jiyanê re têdikoşim. Her wiha nêrîna civakê ya bêrehim li ser min heye, hemû jî ji ber min dev ji hevjinê xwe berdaye.”
“Ji ber zewaca wan ne fermî ye, doza xwe winda dikin”
Rima El-Quseyr a 30 salî piştî ku hevjinê wê dev ji wê berda û bi jineke din re zewiciye, du sal şunda mafê xwe yê taloqkirinê wergirtiye wiha got: “Ez beriya sê salan bi şahidiya şêxekê, bi hevjinê xwe re zewicîm. Ji ber zewaca min ne fermî ye, îro ez rastî zehmetiyên bi dest xistina mafê xwe têm. Jinên li van herêman di gelek caran rastî bûyera hevberdanê de winda kirine, ji ber ku zewaca wan ne fermî ye, loma bê malbat, tezmînat û pêşeroj dimîne.”
“Min serî li dadgehê neda, ji ber bêfeyde ye”
Raîda El-Mehlûl a 32 salî jî wiha behsa jiyana xwe dike: “Ev demeke min dev ji hevjinê xwe berdaye, min nedizanî dema hevberdan çêdibe, hevjin tazminat dide. Min serî li dadgehê neda, ji ber ez di wê baweriyê de me ku bêfeyde ye. Her wiha ez naxwazim rastî tundiya hevjinê xwe yê min berdaye werim. Niha ez di dirûnxaneya cilan de kar dikim da ku xwe û zarokên xwe xwedî bikim. Raste! Min dev ji mafê xwe berda, ji ber ez bikaribim zarokên xwe biparêzim û ez naxwazim zarokên min ji min dûr bijîn.”
“Li Idlibê zagonek a parêzvaniya mafê jinan bike nîne”
Parêzer Huda El-Kerîm a 32 salî, di derbarê hevberdanên hevjinan de wiha nêrîna xwe parve kir: “Di tevahî cîhanê de mafê jina ku dev ji hevjinê xwe berdayî heye ku ji bo zarokên xwe tazminat û hemû mafên xwe yên rewa werbigire.  Lê, li Idlibê zagonek wiha nîne ku jin mafê xwe bistîne. Lê dadwerên rewatî, pirî caran alîgirê meran in û jinan neçar dikin ku dev ji mafê xwe yên wergirtina zarokan berdê. Ez di çend bûyeran de bûm şahid ku jina ku dev ji hevjinê xwe berde dixe pêş du bijardeyan ku yek ji ya din xirabtir e. Ji ber dadgehên Idlibê ne di bin zagona rastîn de ye. Jinên ku dev ji hevjinê xwe berdidin rastî rewşên dijwar tên. Jin mafê xwe yê herî rewa ya wergirtina zarokan û neft bêparin ku ev yek dibe sedem ku ew rastî neheqiyê bên û bijarteya devjiberdanê, ji bo meran tiştek pir basît tê dîtin.”