Jinên Helepçe ji bo debara xwe nanê sêlê çêdikin

Jinên kedkarên Helepçe di roja 8’ê Adarê de daxwaz ji jinan dikin ku di têkoşîna xwe ya ji bo bi destxistina mafê xwe de berdewam bikin û rê nedin mafê jinê were binpê kirin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Li taxek a bajarê Helepçe de hêjmarek zêde jin ji bo dabînkirina jiyana xwe nanê sêlê çêdikin. Xûnçe û Leyla dû ji wan jinane ku nanê sêlê dipêjin. Ev dû jinên kedkar daxwaz ji jinan dikin karê xwe berdewam bikin.
“Daxwaza min ewe kuştina jinan bi dawî bibe”
Leyla Elî ya nanê sêlê çêdike û behsa roja 8’ê Adarê kir û got: “Ji destpêkê û heta niha jin rastî tundiyê tên, lê belê niha jinê cihê xwe di her derê de girtiye jin di hikumetê deye, jin buye serokê parlemenê û mamosta jin kedkare. Dema zarokek ji dayîk bû ferq nake jin yan mêr be, hêza jinê ya kerkirinê heye. Em saet dû yê şevê tên kardikin hata 12’ê nîvro heta ku bikir hebin em dest ji karê xwe naberdin. Karê me zehmete lê belê hêza me ya karkirinê heye. Em xwedî hêz û rewşenbirîn em berê bingehîn yê malbatê ne, rêvebirina malbatê di destê me jinan deye, jin zarokan perwerde dike ji ber wê pêwîst nake jin rastî êrîşan were.”
Xunçe Mehmûd ya ku li gel Leyla kar dike jî wiha behsa karê xwe kir: “Piştî kimyabaran Helepçe min gureyên rîs, şeleme çêkiriye û min karê ji derve kiriye, di demê kimyabaranê de em çûn çiyayên Helepçe, ji bo peydakirina debara jiyana xwe me heta saetên dernegê şevê me gurên rîs çêdikir. Piştî em koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûn me şeleme çêdikir, ji sala 1985’an ve ez kar dikim û niha ji nanê sêlê çêdikim û debara jiyana xwe dikim.”