Jinên gundê Qeremox malên xwe veguherandine çeperên berxwedanê

Gundê Qeremox ê li Rojhilatê Kobanê ev 10 sal in ku rojane rastî bombebarana dewleta Tirk tê. Jinên gund destnîşan kirin ku wan biryara berxwedaniyê dane û wê pêşengiya parastina warê xwe bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta tirk ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an êrîşên bênavber li hember Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Bi taybetî jî deverên li ber sînor rojane bi êrîş û topbaranê re rû bi rû ne. Kantona Kobanê û gundewarên wê ji Rojhilat heta Rojava li ser xeta sînor e, ji ber vê niştecihên wê bi rengekî rasterast ji aliyê dewleta tirk ve tên armanc girtin.

Dewleta tirk di şeva 20`ê Mijdara 2022`an de bi balefirên şer, balefirên bê mirov, tang, hawin û obîsan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şehba ta Dêrîkê bombebaran kir. Di nava 10 salên şoreşê de ev mezinitrîn êrîşên hewayî yên dewleta tirk bû ku bajar û gundewar hatin bombebaran kirin û di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Dewleta tirk bi rengekî şereke raghand ku di nava êrîşên wan de, kantona Kobanê armanca sereke ye, ji ber vê gelek deverên Kobanê bi rengekî dijwar hatin bombebaran kirin.

Di nava van deveran de gundê Qeremox jî heye. Ev gundê ku li Rojhilatê Kobanê ye, li ber sînor e yek ji wan gundan e herî zêde rastî bombebaranê tê. Li aliyekî dibistan û nuqteyên tendirustiyê hatin bombebarankirin û li aliyê din jî şêniyên wê hatin hedefgirtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev bi salan e gund bênavber tê bombebarankirin, li hemberî vê jî bi dehan çalakiyên mertalên zindî lê pêk hatin ku heta vê kêliyê jî şêniyên gund dest ji malên xwe bernedane.

Di vê çarçoveyê de ajansa me bi jinên gundê Qeremox re hevdîtin pêk anî û jinan behsa berxwedanî û êrîşên li ser gundê wan pêk tên, kirin.      

‘Ji ber bombebarana domdar her kêliya jiyana me di xeteriyê de ye’

Zeyneb Sincar bal kişand ser çawaniya êrîşên ku li ser gund tên kirin û wiha got: "Qeremox gundekî li ber sînor e, ji ber vê ev gund ji destpêka şoreşê ve rojane rastî êrîş û topbarana dewleta tirk tê. Di van êrîşan de hemû cureyên çekan tên bikaranîn. Her wiha dewleta tirk navenda gund, mal, dibistan û nuqteyên tendirustiyê jî bombebaran dike. Her wisa ji ber zeviyên gund di ber sînor de ne, cotkarên ku zeviyên xwe cot dikin û şivanên li pez bi bombebaranê re rû bi rû dimînin. Civata jinan û di dema ku zarok kom dibin û dilîzin jî tên hedefgirtin. Bi taybetî ev 2 meh in ku êrîş dijwartir bûne, zarok ditirsin lê êdî ew jî weke me fêr bûne. Em weke niştecihên gundê Qeremox di rewşeke wiha de dijîn, em nizanin wê di kîjan kêliyê de top û gule li malên me bikevin."

‘Em ê pêşengiya berxwedanê bikin’

Zeynb Sincar teqez kir ku ew tevî hemû metirsiyên heyî, bi rengekî normal di malên xwe de dijîn û got: "Tevî hemû astengî û metirsiyên heyî, em hê jî di malên xwe de ne û jiyana xwe bi rengekî normal berdewam dikin, kar û xebatên xwe jî dimeşînin. Ev 10 sal in em vê rewşê dijîn, roj bi roj jî berxwedana me mezin dibe. Em ê weke jin jî pêşengiya vê berxwedanê bikin û nirxên şehîdên xwe biparêzin."

‘Me bihustek axa xwe bernedaye

Ji aliyê din ve Temra Nesan da zanîn ku dewleta tirk dixwaze gund vala bike û wiha got: "Heger mirov hejmara êrîşên li ser gundê Qeremox bîne ziman, bi dawî nabin. Ji ber vê ev ne cara yekemîn e ku em rewşeke bi vî rengî dibînin. Çiqas topbaran û êrîş li ser herêma Firatê hebin, ewqas jî li ser Qeremox pêk tên. Mirov dikare bibêje ku hemû êrîşên pêk tên li ser gundê jî çêdibin. Ne tenê ziyanên madî her wiha şehîd û birîndar jî çêdibin. Di vê pêvajoya dawî de, em bi çekên doçka, hawan, obîs, sîûqast, balafirên bê mirov û hwd. hatin bombebarankirin. Em di zanebûna van êrîşan de ne, dewleta tirk dixwaze gundên li ser sînor vala bike ango me di gund de dorpêç bike da ku bi rengekî rehet êrîş bike. Em jî tu carî vê yekê qebûl nakin, ji ber vê em bi îsarar in û tevî hemû xeteriyên ku em bi wan re rû bi rû dimînin jî me bihustek ji axa xwe vala nekiriye. Berovajî, me zeviyên xwe çandin, diçin û tên weke ku tiştek tune be."

‘Biryara me berxwedan e

Temra Nesan got ku dewleta tirk sûcên şer li gundê Qeremox pêk tîne û wiha axivî: "Dewleta tirk tenê di gundê me de bi dehan sûcên şer kiriye. Ew zarokê ku lingê wî di encama bombebaranê de qut bû, dibistanên zarokan ên tên hedefgirtin û cihên tendirustiyê jî heger ev hemû ne sûcên şer bin gelo mirov dikare di bin kîjan navî de pênase bike. Mala min bi xwe ji ber bombebaranê kunkunî bûye, heta piraniya malên gund wiha bûne. Lê em ê bi ku ve biçin, em koçberiyê napejirînin ji ber ku ne çareserî ye û heger mirin hebe bila di warê me de be. Ev yek jî biryara tevahî niştecihên gund e. Dema ku saetek dengê bombebaranê neyê êdî zarok jî dibêjin gelo îro çi heye deng tune ye. Yanî em rojane vê rewşê dijîn.”