Jinên Filistînê dibiniya komeleya xwe de pirojeyên aboriyê pêşdixin

Komeleya Lêkolînên Femînîst a Pêşketina Jinên Filistînê di aliyê aborî de piştgirî dide jinan, pirojeyên aboriyê pêşdixe û bi pirsgirêkên wan ên civakî re mijul dibe.

NEXAM KARACA
Xeza - Komeleya Lêkolînên Femînîst a Pêşveçûna Jinên Filistînê di sala 2006 de ji aliyê jinên Filistînê ve hat avakirin. Fikra vekirina komeleyê ji hewcedariya navendek ji bo lêkolînên têkildarî karûbarên jinan hat ji bo lêkolîna rewşa jinan û belgekirina wan pêdivî bi komeleyek wiha hat dîtin. Seroka Lijneya Rêvebir a Komeleya Lêkolînên Femînîst a Pêşketina Jinên Filistînê Sahar Yaghi girêdayî xebatên dibiniya komeleyê de tên kirin nirxandinên giring kir.
Sahar Yaghi da zanîn ku karê wan ê di biniya komeleyê de tê kirin hemû bi bername ne û wiha domand: "Hemû lêkolînên geşedana jinan çar bernameyên xwe hene. Bernameya yekem beşdarbûna jinan e, em dixwazin di vê bernameyê de jin bigihin cihên biryardanê ji bo merîfet û jêhatîbûnê. Bernameya duyem jî bihêzkirina aborî ya jinan e ku bi rêya wê em gelek pirojeyan cîbicî dikin, wek pirojeya bihêzkirina jinan di warê aborî de, pirojeyên biçûk û piştgiriya wan a bernameyeke rahênan û karkirina keçên ciwan li ser lêkolîn û karûbarên jinan."
“Dem hatiye êdî jin serkevin”
Sahar Yaghi girêdayî zehmetiyên ku komele pê re rû bi rû maye jî destnîşan kir ku ew bi kêmasiya fonan tên temsîlkirin û wiha got: "Ez difikirim ev pirsgirêkek e ku piraniya saziyan li hember wê li ber xwe didin. Em rasterast bi civakê re dikevin têkiliyê, ji ber vê yekê em hîna jî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Heta pêşwazîkirina ramanan ji aliyê daxwaza mafê jinan û wekheviyê li gel urf û edet li ber xebata me asteng in. Em weke civaka Filistînî ya dorpêçkirî ne. Yanî hemû civak di encama dorpêçê de rastî tundiyê û rewşa xirab a aborî tê ji ber wê jî qeyrana bêkariyê jî di navê de gelek zehmetiyên me hene. Ji ber vê yekê dem hatiye ku jin bi ser bikeve û dirûşma me her dem di Komeleyê de ew e heya ku civak bihêz bibe, divê jin bi hêz be. Divê civak bê perwerdekirin, bi hêzkirina aborî û perwerdekirina jinan dê destekê bibe berxwedan û hêza jinan derxîne."
“Em bi komîteyên jinan ên parastinê re dixebitin”
Koordînatora projeya "Bihêzkirina Parastina Komên Xedar û Xurtkirina Berxwedana Civakên wan li Herêma Navendî ya Xezayê" Nûrhan El-Muzeynî jî behsa bername û xizmetên komeleyê kir û wiha got: "Bernameya sêyemîn a komeleyê li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî têdikoşe. Em bi komîteyên parastinê yên ji jinên li herêmê pêk tên re dixebitin. Armanca ji wê hêsankirina gihandina xizmetên jinan e ji bo parastina li dijî tundiya zayendî. Em niha çendîn pêngavên ku gihandina wan ji van xizmetguzariyan zêdetir dikin, pêk tînin.” 
Nûrhan El-Muzeynî derbarê bernameya çaremîn de dibêje: "Em wê ji bo zêdekirina karbidestiya komeleyê û kadroyên wê bi rêya avakirina kapasîteyên îdarî û mijarên girêdayî qadên karê komeleyê, di nav de keçên ku perwerdeya hundir û derve dibînin pêk tînin. Ji bilî xizmetên ku em pêşkêş dikin, wek xizmetên piştgiriya derûnî û yasayî ji bo jinan di tevahiya salê de, em atolyeyên hişyariyê li dar dixin û xizmetên piştgiriya derûnî bi awayekî komî yan jî takekesî pêşkêş dikin. Di asta projeyan de destkeftiyên me hene, ji ber ku me ji bo sî lêkolînerên jin ên ku 144 saetan perwerde dîtine, projeyek perwerdehiyê pêk anî. Her wiha komîteyên parastinê yên li herêma navendî xwedî kapasîteya zêdetir in ji bo birêvebirina pêngavan û xebatên li ser erdê bi awayekî ku gihandina jinan ji xizmetguzariyan re hêsantir bike. Me piştgirî da gelek projeyan. Ji xwe di heyama dawî de 33 projeyên me yên biçûk hebûn, piştî êrîşa dawîn bi Oxfam re hevkariyek hebû û me li gorî hejmara endamên malbatê çend mehan ji jinan re qurs û arîkariya diravî dabîn kir. Wekî din, bi hevkarîya Action Aid me bi awayekî periyodîk projeyên destwerdana lezgîn pêk anîn, ji bo dema Covid û piştî şer û hem jî di zivistanê de, me sê projeyên lezgîn pêşkêş kirin ku naveroka wan ji bo piştgirîkirina jinan di warê tenduristî û xwarinê de bû."