Jinên Efrînî: Çandinî beşek ji berxwedana me ye

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehba li Bakûr û Rojhilatî Suriyeyê ku di bin rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê de ne dibêjin ku “Çandinî beşek ji berxwedana me ye.”

RUPARÎN BEKIR

Şehba – Jinên bajarê Efrînê xwedî xwezaya bedew, dar û gulan, bi dagirkirina Efrinê re li Şehba bi cih bûne, kampên xwe hemû kirine baxçeyên hemû cureyên gul û daran. Li pêş her konekî şitlek ê zeytûnan heye ev jî mînaka aştiyê û hêviya vegera Efrînê ye.

‘Girêdanek mezin ya jinên Efrînê bi xwezayê re heye’

Zeyneb Bîlal 86 salî ji Efrînê koçber bûye û di kampên penabertiyê de dijî, wiha behsa girêdana xwe ya bi ax û çandiniyê re dike: “Girêdanek mezin a jinên Efrînê bi çandiniyê re heye, ji ber ku Efrîn herêmek bi xweza, dar, çiya û baxçeyên xwe tê naskirin. Gelek darên me yên zetunan, mêwe û simaqê hebûn, hemû dem û jiyana me nava wan zeviyan de derbas dibû. Rojekê jî li wêderê weke ku niha em di van konan de di westin, em nediwestiyan.”

‘Her konek bûye baxek biçûk’

Zeyneb Bîlal gelek cureyên gul û sebzeyan li pêş konê xwe çandine û wiha got: “Min gelek cureyên sebze ên  weke meydanûs, nanaa, xes, îsot û gelek sebzeyên dîtir û gul çandiye. Dema em hatin Şehba, ev kon weke bejahiyê bû, lê bi çandina gul, sebze û daran her konek bû baxek biçûk. Bi wan re hêviya vegera Efrînê diçînin, em bê Efrînê nikarin jiyan bikin, em hemû êş û astengiyan tenê ji bo vegerê dikişînin. Di bin konan de emê bijîn heta herêma me rizgar dibe emê hîn zêdetir li berxwe bidin.”

‘Niha jî çete keda me talan dikin’

Zeyneb Bilal di dawiya axaftina xwe de, hinek bîranînên Efrînê bibîrtîne çawa ku jin bin dara mezin a mala wê kom dibûn, bi hev re keyfxweşî û êşên xwe parvedikirin,bîr anî û got: “Efrîn û bîranînên me di dilê me de neqşandîne bi taybet li gel me yên xwedî temen mezin, em westandina xwe ya ji biçûkaniyê ve nava van zeviyan de jibîr nakin, her darek weke zarokekî me ye, niha jî çete keda me talan dikin, çawa emê zordariya dagirkeriya Tirk jibîr bikin.”

‘Li Efrînê em fêrbûne ji xwezayê hez bikin’

Her wiha Zelûx Qasimjî derbarê  xemilandina konê xwe bi gul û daran de wiha dibêje “Jin li ku derê be estetîk li wire, bi taybet em jinên Efrînê, em nikarin bê çandinî bijîn, girêdaneke mezin di navbera me de heye, li Efrînê em fêrbûne ji xweza hez bikin, ev hezkirin bi me re ma û me di nava konên penabertiyê de çandin. Jiyana me li Şehba di nava kampan de gelekî zehmete, girtina dergehan û dorpêça hikumeta Şamê li ser me feriz kirî  bihayê tiştan li kantonê bilindkir. Lewra bi riya çandiniyê em pêdiviyên xwe ên rojane û bingehîn peyda dikin, em ji bazarê sebzeyan nakirin, her tişt di baxçeyê me de li pêş konê me de heye. Emê li beramberî hemû zehmetiyên jiyana penabertiyê li berxwe bidin û têkoşîna xwe ya ji bo vegera Efrînê berdewam bikin.”

‘Çandina sebzeyan pêdiviyên me ên rojane pêk tîne’

Xalîde Mihemed ya 50 salî diyar kir ku jinên Efrînê afrînerên hêviyê ne û got: “Jinên Efrînê li her derê hêviya vejîna jiyanê û bedewiya wê diafirînin, mînaka wê jî xemlandina konên xwe bi gul û baxan e. Em dikarin hemû êş û siyasetên dijî me derbas bikin, bi riya berxwedaniyê emê li beramberî dorpêça hikumeta Şamê bi vîn û hêza xwe rawestin. Çandina dar û gulan li pêş konan nîşana girêdana jinê bi xweza û axê re ye, çandina sebzeyan pêdiviyên me rojane pêktîne, ji bo bê alîkariya kesî bi rûmet em bijîn.”