Jinên Efrînê tevî dar û gulan hêviya vegerê şîn dikin

Dar û gulên ku li ber konên penaberiyê ya Efrîniyan vedibe, di heman demê de hêviya wan a vegera Efrînek azad destnîşan dike. Mewlîde Şemo ya li kampa Serdem a Şehbayê dimîne dibêje, “Darên ku me çandine parçeyek ji berxwedana me ye.”

SÎBÎLYA ÎBRAHÎM

Şehba – Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de li hemberî Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê dagirkeriyê da destpêkirin. Piştî berxwedana bê hemba ya 58 rojan ku gelê Efrînê tevî şervanên xwe li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî li berxwe da di 18’ê Adara heman salê de Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî hat dagirkirin. 300 hezar Efrînî ji ber êrişên dewleta Tirk koçî Şehba û heremên cûda yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Li gel rewşa koçberî û êrişên dewleta Tirk ê li ser heremê ji ber rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê di nav şert û mercên giran ên jiyanî de dijîn.

Efrîniyên ku li kampên Serdem, Veger û Berxwedanê ya li Şehbayê bi cih bûn girêdanbûna xwe ya bi axê re nîşan didin. Dar û gulên ku li ber konên Efrîniyan vedibe, di heman demê de hêviya vegera Efrînek azad a Efrîniyan destnîşan dike. Jin li gel dar û gulan roj bi roj hêviya vegerê şîn dikin.

Ji bo dîtina gelê Efrînê me berê xwe da kampa Serdem a piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat avakirin û gelê Efrînê lê dijîn. Mewlîde Şemo ya 36 salî ku ji gundê Beradê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û piştî êrişên dagirkeriyê yê li ser Efrînê koçber bûye qala serpêhatiya xwe kir.

Navê xwe ji Berxwedana Serdemê digre

Mewlîde Şemo ya li ser rojên berxwedanê ya mîna ‘Berxwedana Serdemê’ hat binavkirin got ku heya roja dawiyê ya dagirkirina Efrînê jî ew dest ji cih û warên xwe bernedane wiha qala wan rojan kir: “Tirkiyê bi 72 balefirên şer êrîşî Efrînê kir. Me di berxwedanê de cih girt, em derneketin. Me nedixwest em axa xwe li pey xwe bihêlin, lê dema êrîşên hovana zêde bûn ji bo jiyana xwe û zarokan rizgar bikin em neçar bûn ji Efrînê derkevin. Em Efrînê ji bîr nakin, me kampa Serdem kir sembola Efrîna azad. Ev nav ji Berxwedana Serdemê ku xelkê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyan meşand hat wergirtin. Bi çandina dar û gulan wan ev kamp weke Efrînê kirin ya xwedî xwezaya bedew.”

Berxwedan didome

Mewlîde Şemo ya dibêje ku “Em bi çandina daran ji cîhanê re teqez dikin ku Efrîn dê vegere û di giyanê her kesî de ye” bi van gotinan qala berxwedana xwe dike: “Em berxwedaniya xwe dijî dagirkeriya Tirk berdewam dikin. Pênc sal in em gelek êşan dikişînin, di demeke pir zehmet de em ji Efrînê derketine. Em bi hêvîne em vegerin Efrîna rizgarkirî. Sebra me nemaye li dûrî Efrînê, em ê teqez rojekê vegerin.”

‘Bi van gulan em pê dihesin ku nêzî Efrînê ne’

Mewlîde Şemo ya mîna her jinekê Efrînî girêdana wê ya bi xwezayê re ji dar û gulên ku ruxmê şertên zehmet ên koçberiyê li ber konê xwe çandiye diyar dibe wiha gotinên xwe didomîne: “Em xelkê Efrînê aşiqê xwezayê ne û hawîrdora bedew parçeyek ji me ye. Di kampê de me baxçeyek gulan û daristaneke daran çand, ji bo Efrîn li pêş çavên me be û bayê tê ji me re bêhna Efrînê tîne tevlî bêhna darên kampê dibe û em hîs dikin nêzî bajarê xwe ne.”

‘Darên ku me çandine parçeyek ji berxwedana me ye’

Mewlîde Şemo dibêje ku her darekê ku li kampê çandine ji bo wan parçeyek ji berxwedana wan a li dijî dagirkeriya li ser Efrînê ye ku rojane daran qir dike û wiha axaftina xwe bidawî dike: “Me kamp bi çandina daran xemiland, li gel hin sebzeyan jî ji bo sebzeyên paqij bêyî madeyên kîmawî em ji xwe re peyda bikin. Hin astengiyên me di peydakirina avê de heye. Em avê ji dûr tînin, di havînan de jî ji ber bilindbûna pileya germahiyê av kêm e. Lê em her tiştî tehemûl dikin û di van şert û mercên dijwar de li berxwe didin tenê ji bo rojekê em vegerin Efrîna azad.”