Jinên Efrînê cejina Remazanê pêşwazî dikin

Jinên Efrînê yên li warên koçberiyê bi cih bûne amadekariya hatina cejina Remazanê dikin û hêviyên xwe bi hêviyên vegera li Efrînê zindî dihêlin.

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Di rojên dawiyê yên meha Remazanê de gel amdekariyên pêşwaziya cejinê dikin. Ev cejin her sal bi qasî sê rojan dawiya meha remazanê tê pîroz kirin. Di vê cejinê de jin bi kedê destên xwe şêrînahiyê amade dikin, cil û bergên nû ji zarokan re dikirin û bi kefxweşî li benda cejnê ne. Gelê Efrînê yên koçberî Kantona Şehbayê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne ev cejina 4'emîn bi hêviyên vegera li warên xwe pîroz dikin. Her sal jinên Efrînê ji bo parastina çanda dayikên xwe bi destên xwe şêrînahiyan amade dikin û di rojên cejinê de li mêvanan belav dikin. Jinan wiha behsa amadekirina cejnê û hêviyên xwe kirin. 
Amadekariyên jinên Efrînê ji cejna Remezanê re
Keda bi destên jinan tê amadekirin tamê wê cuda ye û pir watedar e. Naziliyê Hemo wiha amadekariyên xwe  ji bo cejnê anî ziman: "Em niha amadekariya cejinê dikin, me pêdîviyên pêwîst kirîn û li malê şêraniyê çêdikin. Em biskuwîtan ji bo cejinê amade dikin,  ev biskuwît ji ard, şekir, şîr, zeyt û hêkan amade dibe. Piştî me amade kir em di firinê de dibrêjin. Em van şêrînahiyan di rojên cejinê de li mêvan û zarokan belav dikin. Keda bi destê jinan tê kirin xweş e û paqij e. Em ê her parastina çanda dayikên xwe bikin û bi hêvî ne vegerin cih û warên xwe."
Hêviyên vegera ser axê 
Hêviya Efrîniyan di cejina Remazanê de ew e vegerin ser axa xwe. Fatma Şitlo wiha hêviyên xwe bi lêv kir: "Dema em li Efrînê bûn me hazirtiya cejinê dikirin, piştî koçberiyê jî me adetên xwe parastin û heya vê rojê didomînin. Em ji êvarî heya sibehê hevîrê xwe distirin pişre biskuwîtan amade dikin. Demê malek şêraniyê çêdike cîran li hevdu kom dibin û bi wê malê re dibin alîkar. Hêviya me di vê cejinê de em vegerin Efrînê û li wir cejinê xwe pîroz bikin."