Jinên Colemêrgê bertek nîşanî qedexekirina zozanan dan
Li Colemêrgê bi hinceta "Herêma Ewlehiya Taybet" destûr nayê dayîn ku sivîl bikevin gelek zozanan. Jinên ku 20 sal in nikarin biçin zozanên xwe, dan zanîn ku dixwazin li ax û warên pîr û kalên xwe bi azadî bijîn.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg – Li Colemêrgê gelek qadên zozanan û çiyayî bi îlankirina "Herêma Ewlehiya Taybet", ji gel re tên girtin. Qedexeyên ku bi îlanan dest pê kirin, herî zêde bandorê li şivan û jinên bêrîvan dike. Li hin gundan ev 20 sal in bi hinceta operasyonan zozan qedexe ne. Jinên ku destnîşankirin ev qedexe piştî şewitandina gundan di0 salên 90’î de dest pê kiriye, diyar kirin ku ji bo berhevkirina pincarê jî nikarin biçin ji çiyayên xwe.
Ji gundiyan re destûr tune ye!
Li navenda bajar û navçeyên wê gelek zozan ji ber sedemên ewlehiyê ji ketin û derketina sivîlan re girtî ne. Ji bo hinek zozanan, bi destûra taybet ji ketina qefîleya turist an jî rehberan re destûr tê dayîn, bi taybetî jî zozanên girêdayî gundên Geverê ku bi salane qedexe ne. Jinên ku li gundê Pîrbela yê girêdayî navçeyê dijîn, dan zanîn ku piştî gundê wan di sala 94'an de hat şewitandin, bi salan e hem nikarin biçin gundê xwe û hem jî zozanên xwe.
“Xaniyên me hatin wêrankirin”
Ji niştecihên gund Zahîde Ozdemîr da zanîn ku gundê wan piştî hilweşînê 13 salan hatibû qedexekirin, diyar kir ku piştî 13 salan dema destûr hat dayîn ku bikevin gund, vegeriyan malên xwe. Zahîde Ozdemîr diyar ku piştî vegeriyane gund, xaniyek nû ava kirine û da zanin piştî ku vegeriyane gund, tu carî nikaribûne derbikevin zozanên xwe. Zahîde Ozdemîr tiştên wê demê jiyaye bi van gotinan vegot: “Di sala 1994’an de gundê me şewitandin. Piştî salekê em neçar man ji vir koç bikin. Em bi şev nikaribûn ji gund derkevin. Sibehê piştî saetekê destûr didan. Herî dawî bi ser gundê me de girtin û gotin hûn nikarin li vir bimînin. Hatin gundê me şewitandin, malên me weran kirin. Em neçar man ji vî gundî derkevin û li gundekî din niştecih bibin. Em 13 sal ji gundê xwe dûr bûn. Di dawiya 13 salan de piştî ku qedexe hat rakirin em vegeriyan gund.”
“Em nikarin ji bo komkirina pincarê jî derkevin çiyayan”
Zahîde Ozdemîr got ku ji ber qedexeyên li ser zozanan gelek zehmetî dijîn, destnîşan kir ku divê mirov li axa xwe azad bin û bi van gotinan bertek nîşanî qedexe û operasyonan da: “Niha hemû zozanên me, deştên me û çiyayên me qedexe ne. Em nikarin derbikevin çiyayên gundê xwe. Em neçar dimînin ji bo bêriyê herin gundekî din. Biharê ji ber qedexeyan em nikarin ji bo komkirina pincaran derbikevin. Ne em ne jî pezê me nikarin biçin. Her dema ku operasyonek çêdibe qedexe jî çêdibe. Em dixwazin li ser axa xwe azad bibin. Lê her der qedexe ye. Em dixwazin derbikevin zozanên xwe. Ger zozanên me ne qedexe bin, em ji bo dotîna pezên xwe naçin deverek din.”
“Em bi wesayîdan diçin zozanên din”
Ji şêniyên gund Fatma Donmez jî bertek nîşanî qedexeyan da, diyar kir ku qedexeyên heyî hem ji aliyê madî ve hem jî ji aliyê manewî ve zirarê didin wan. Fatma Donmez wiha axivî: “Nahêlin em biçin zozanên xwe. Li van deran em jin ji ber çûyîna gund û zozanên din perîşan dibin. Gundê me, zozanên me û jiyana me ji dest me çûn. Bi salan me ji xwe re îdare kir û jiyana xwe domand. Piştî sal derbas bûn em hatin vir û me malên xwe ji nû ve ava kir. Ne tenê zozanên me, gelek zozan hatin qedexekirin. Dema em diçin gundên din jî ew ji heman tiştan dibêjin. Ji ber ku em nikarin biçin zozanên xwe, em bi wesayîdan diçin zozanên din. Şîrê ku em difiroşin jî pereyê wê didin heqê wesayîd. Em tiştekî qezenc nakin.”