Jinên Cezayîrê li dijî tecawiz û şîdetê Sepana The Soroity dan destpêkirin

Di demên dawî de li Cezaîrê 9 hezar jin rastî destdirêjiyê hatine, aktivistên Femînist ji bo pêşî li destdirêjî û tundiya li dijî jinê bigirin Sepanek dane destpêkirin ev Sepan cihê xeteriyek lê heye diyar dike.

 
NECWA RAHÎM
Cezayîr - Li Cezayîrê Komek aktîvîstên femînîst li dijî tacawîz, destdirêjî û şîdeta li ser bingeha zayendî ji bo alikariya hevpar û hevgirtina di nava jinan de pêşbixe Sepanek dan destpêkirin û komek amêrên belaş pêşkêşî jinan dikin da ku her dem û li her cihî bikarin xwe bighînin wan. Di derbarê armanca sepana bi navê The Sorority de û sedema despêkirina wê de yek ji berpirsên sepanê Sefaa Baza ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku ev sepane belaş e û dihêle ku jin di rewşên destdirêjiya li kolanan de bikarin alîkariya hev bikin û got: “Ev pêngav bi komek jinên li Fransayê re bi hemahengiyekê pêk hat û me li ser sepanê kar kir da ku bi civaka Cezayîrê re di nava hevgirtinekê debin.” 
“Sepan cihê xeterî lê heye diyar dike”  
Safaa Baza bi bîr xist ku fikra wan ya destpêkirina sepanê piştî hejmara amarên vê dawiyê li Cezayîrê yên kuştina jinan û destdirêjiya zayendî ya li dijî jinê ku bi çalakiya hin komel û malperan hatine tomar kirin derket pêş, ji bo şopandina hêjmara kuştin û destdirêjiya li dijî jinan yên herî dawî bi giştî 9 hezar bûyerên tacawîzê hatine tomarkirin û wiha dom kir: “Me dît ku jin di jiyana xwe ya rojane de rastî newekhevî, zilm û tundiyê tên. Jin li kar, dibistan, kolan û di malê de bi her curê tundiyê re rû bi rû dimînin. Ez texmîn dikim ku êdî dem hat ku ev hişmendî were guhertin û ewlehiya jinan wan were misogerkirin, her wiha sînorek ji van destdirêjiyên laşî û derûnî re bê dayîn. Sepana me wisane ku di rewşa xeteriyê de, bi bikarhênerên din re têkilî were dayin, bikarhêner hevrêzên xwe nîşan dikin û dihêlin sepan cihê wan diyar bike, heke ew xeteriyekê hîs bikin dikarin pêl dîgmeya hişyariyê bikin.”
 “Rêjeya eleqeya jinan ya li beramberî vê sepanê di demek kurt de gelek zêde bûye”
Safaa Baza di derbarê xwesteka ji bo bikaranîna sepanê de wiha got: “Sepan li Cezayîrê nû ye û heta niha rêjeya eleqeya jinan ya li beramberî vê sepanê di demek kurt de gelek zêde bûye. Em bi hêvîne ku naverok û pênaseya vê sepanê li tevahî cîhanê belav bikin da ku alîkariya jinan di her dem û li her cihî bikin. Wê di demek nêz de sepan bi zimanê Erebî ji were werger kirin, da ku em danustandinê bi hemû bi karhêneran re bikin ji bo wê wê ev sepan bi zimanê: Firasî, Engilîzî û Erebî be da ku em xwe bigihînin hemû jinên pêwistiya wan bi alikariyê ye.”