Jinên Başûrê Kurdistanê hêviyên xwe der barê 8’ê Adarê de anîn ziman

Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku hêviya wan ew e rewşa jinan ber bi başbûnê ve biçe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- 8’ê Adarê roja jinên cîhanê, ji bo jinên têkoşer rojeke bi wate û girîng e. Yek ji destkeftiyên dîrokî ye loma di vê rojê de jinên ji xwe bawer û têkoşer li kolanan di nava çalakiyan de ne. Tevî gelek destkeftiyan jî pergala desthilatdariya mêr hewl dide tundiya li dijî jinan bidomîne. Jinên Başûrê Kurdistanê der barê 8’ê Adarê de axivin û diyar kirin ku di heman demê de weke jinên cîhanê ew hîs dikin bi 8’ê Adarê gelek guherîn çêbûne, bi taybet di civaka Başûrê Kurdistanê de lê tevî vê jî jin tên kuştin û mafên wan tên binpêkirin.

‘Rojek têra jinan nake’

Suheyle Elî der barê 8’ê Adarê de diyar kir ku ev roj ji bo jinan teybet e lê tenê rojek ji bo jinan kêm dimîne loma ew vê rojê wekî sembolîk dibînin. Suheyle Elî diyar kir ku jin zarokan perwerde dikin, karên malê û ji derve dikin, erkên jinan ji yên mêran zêdetir e û got: “Ji ber wê tenê rojek ne bes. Di civaka me de heta niha jî hinek kar hene divê jin wan nekin, hinek jin xwedî wê hêzê ne lê bele mêr ne xwedî wê hêzê ne. Ji ber wê divê mafê sereke yê jinan were dayîn û ji mafên bingehîn dest pê bikin, ne ku jinan bikujin û kujeran negirin.”

‘Ev roj dê bi azadiya tam a jinan watedartir bibe’

Ronak Ebdurehman jî got: “Divê jin di hemû rojan de xwedî mafên xwe bin, bikaribin bi xwe biryara jiyana xwe bidin. Ji ber ku jin kar dikin û xwedî hêz in, malbatê bi rê ve dibin. 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e û ez di wê baweriyê de me dê 8’ê Adarê bibe rojek ji bo bi destxistina mafên jinan û azadiyê.”

‘Ez hevî dikim ku bûyerên xirab dubare nebin’

Hacer Rehman jî der barê 8’ê Adarê de wiha got: “Jin dema ku 8’ê Adarê tê kêfxweş dibin û mafê wan nayê binpêkirin, ez di hêvî dikim bûyerên xirab dubare nebin. Bang li hikumetê dikim ku kujeran ceza bike û alîkariya jinên ku tunîdtûjî li hemberî wan tê kirin bike, mercên bi ewle ji bo wan ava bike.”

‘Jin bi hewldana xwe dikarin bigihîjin azadiyê’

Avîn Mihemed der barê 8’ê Adarê de destnîşan kir ku tenê roja 8’ê Adarê têra bidestxistina mafên jinan û girîngiya wan a di civakê de nake û got: “Divê hemû roj ji bo jinan bibin roja bidestxistina mafan. Tunditûjiya li ser me her diçe zêde dibe, her sal mafên me tên binpêkirin, tenê rojek têrê nake ji bo çareseriyê. Ez hêvî dikim ku tundîtûjiya li hemberî jinan bi dawî bibe û jin bi pêş bikevin, bigihîjin azadiya xwe. Ji bo vê yekê divê jin bi xwe jî hewl bidin.”

‘8’ê Adarê roja herî pîroz e’

Jina ciwan Jawan Hesên jî wiha got: “8’ê Adarê li hemû cîhanê ji bo jinan gelek girîng e, pîroz e. Divê ev roj bi berdewamiya tevahî rojên salê re were bibîranîn da ku cih ji bûyerên xirab re nemîne. Niha tundîtûjî şêweyê xwe guhertiye û ez di wê hêviyê de me ku ji holê rabe û jin azadiyê bi dest bixin, bi xwe der barê xwe de biryarê bidin.”