Jinên Afganî: Ji ber zextê Talîbanê em ê bêdeng nemînin!

Jinên ku derbarê “Pirtûkxaneya Jinan” a ku li Kabûlê ji aliyê çalakvan û pêkhateyên mafên jinan re bi ked û hewldanên mezin hat vekirin hestên xwe vedibêjin, balkişand ku têkoşîna wan bê navber didome.

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl – Jinên Afganî yên berxwedêr diqîrin ku navê wan çi dibe bila bibe, naxwazin di tarîtiya Talîbanê de bên veşartin û vê yekê bi destêk dikin. Yekane armanca wan ew e ku mafê jiyanê jî di nav de xwedî mafên xwe yên bingehîn bin. Bi azadî karkirin, perwerde girtin û di tariyê de neyên veşartin. Talîban ji bo jinan bikişîne nava tarîtiya civakî burqa û ji bo tarîtiya zihnî jî bê perwerdehiyê li jinan ferz dike. Jinan jî bi xebatên wekî muzexaneya jinan û pirtûkxaneya jinan bertekên xwe yên li hemberî rewşa ku dixwazin bên xirikandin nîşan didin û xwe birêxistin dikin.

Jinan li paytexta Afganistanê Kabîlê “Pirtûkxaneya Jinan” vekirin û xebatên xwe bi hev re pîroz kirin. Di merasîma vekirinê de gelek helbestvan, nivîskar, rêxistinên jinan ên Afganî, parêzvanên mafên jin û mirovan, aktîvîst û rojnamevanên jin ên Afganî bi kincên xwe yên rengîn beşdar bûn.

Wêneyên jinên berxwedêr hatin daliqandin

Vekirina Pirtûkxaneya Jinan bi merasîmekê pêkhat. Merasîm bi axaftin û xwendina helbestan berdewam kir. Dîwarên Pirtûkxaneya Jinan bi wêneyên jinên Afgan ên şoreşger û demokratîk ên ji jinên berxweder re bûn çavkaniya jiyanê û jiyana xwe di berxwedaniyê de ji dest dan hate tijî kirin. Li dîwêrê destpêke wêneyên jinên RAWA’yî cih girtin.

"Nikare nivê civakê înkar bike”

Çalakvana jin a Afganî û endama Tevgera Xweser a Jinên Afgan Leyla Basim wiha got: "Dibistanên me girtine, mafê jinan ê xwendinê nîne û mînakeke din a vê yekê li cîhanê nîne. Talîban dixwaze parçeyekî civakê înkar bike, lê jinên ku nîvê civakê pêktinîn rastiyekê mezin e ku nayê înkar kirin. Dema Talîbanê dest danî ser desthilatdariyê û hatin ser desthilatdariyê, jinên leheng ên Afganîstanê ji bo bidestxistina azadî, edalet û mafên xwe dengê xwe bilind kirin. Bi giştî salek li dijî vekirina dibistanan û dûrxistina jinan a sîstematîk ji jiyanê rawestiyan. Jinan gelek caran li dijî Talîbanê dengê xwe bilind kirine û heta niha jî me tu guhertinek li Talîbanê nedît. Niha em ji bo nîşan bidin ku berxwedana jinan berdewam dike û dest jê bernade, Pirtûkxaneya Jinê ava kir.”

“Me xwest em berxwedana jinan nîşan bidin”

Leyla Basim, wiha axivî: " Em dixwazin ji Talîbanê re ger deriyên dibistanan bigre, ji xwendevanan re hîn zêdetir astengiyên perwerdehiyê bîne û hebûna jinan înkar bike, berxwedana xwe nîşan bidin. Lê êdî jinên Afganîstanê xwedî xwendin û nivîsandine û xwedî nasnameya xwe ne. Me xwest em bivî awayî nîşan dibin jinên Afgan bêdeng namînin, li ber xwe didin û di civakê de bi her awayî xwe pênase

“Em li ser piyan diseknin û têkoşîn dikin”

Juila Parsî jî wiha got: "Em jin salekê ji bo mafên jinên Afganî gelek metirsiyan girtine ser xwe têdikoşin meşand û em ji bo li welata me berhevkirina agahiyan zêde bibe dixebitin. Em ê neseknin. Wek em hemû dizanin ev rê bi daketin û derketinan re tijî ye. Dibe ku niha encamek nede, lê em ji bo neslên pêşerojê bêguneh bimînin, ji bo tijî nefret nein, ji bo parastina ala azadî û wekheviya jinan li ser piyan diseknin û li berxwe didin, ez ji we daxwaz dikim ku hûn hevalên xwe yên perwerde li gel me bin.”

Julia Parsi di berdewamiya gotinên xwe de li ser armanca avakirina pirtûkxaneyê axivî û wiha got: "Armanca me ji avakirina pirtûkxaneyê ew e ku di pêvajoyek ewqas dîrok bûye metirsî de belavkirina çanda xwendina pirtûkanê û misogerkirina bingeha perwerde û fêrbûnê ya gelê Afganê. Perwerde ji bo jin û keçan pêwîstiyeke bingehîn e. Em dixwazin ji jin û keçên ku hêza van pirtûk kirinê re nake,  bi vî awayî rehetiyê misoger bikin û dixwazin hin zêdetir agahî bidest bixin û em jî tişta dikeve li ser milê me pêktinîn.”

"Armanca avakirina pirtûkxaneyê guhertina rê ye"

Endamek rêveberiya “Tevgera Xwe Protesto ya Jin a Afganistanê” Anisa Basim jî ji ajansa me re wiha axivî:

"Armanca avakirina pirtûkxaneyê ew e ku ji bo pêdiviyên perwerdehiyê yên jinan re bibe bersiv e, teşwîqkirina xwendinê ye. Xwendekar û kesên ku hewcedariya wan bi pirtûkan heye dikarin werin û pirtûkan bikar bînin. Em pirtûkan bêpere pêşkêşî her kesî dikin, jin û mêr dikarin jê sûd werbigirin. Lê helbet di serî de û bi taybetî jî jinên ku astengiyên perwerdeyê lê hene. Cihên perwerdehî û çandî girtî ne, nikarin pirtûkan bikirin an jî bi dest bixin, lê dikarin di pirtûkxaneya me de bêpere bi kar bînin.Ji bilî avakirina pirtûkxaneyê planên me yên din hebûn û hene. Her xwepêşandanên me hatin astengkirin, ji çalakiya me re êrîşek pêkhat.  Me biryar da ku bi rêbazên çandî mafên xwe bi dest bixin.”