Jinên Îlaqa Bamiyanê di şert û mercên dijwar de liberxwe didin
Jinan li herêma Bamiyan a Efganistanê ji bo xwedîkirina ajalan berê xwe dan Îlaqê. Tevî astengiyên hewayê, xizanî û nebûna xizmetan, jin hem aboriya malbatê birêve dibin hem jî çanda kevnar a Îlaqê diparêzin.
BAHARAN LEHÎB
Bamiyan – Bamiyan yek ji 34 parêzgehên Efganistanê ye û yek ji herêmên herî kevin ên welêt e. Bamiyan di nav rêzeçiyayên bilind de ye, ji lewra erdên çandiniyê yên deşt, sînordar in. Ew yek ji herêmên herî sar ên Efganistanê ye ku germahî carinan di zivistanê de dadikeve bin -20° pileyan. Axa asîdî û erdê dijwar jî bûne sedema ku hilberîn kêm be, her çend Bamiyan nêzî nîvê kartolên Efganistanê hildiberîne û sêvên wê bi kalîteya xwe navdar in. Digel vê yekê, xwedîkirina ajalan ji bo niştecihên herêmê dibe çavkaniya sereke ya dahatê û jin di hilberîna şîr de roleke sereke dilîzin.
Bi bilindbûna pileyên germahiyê re, jin digel zarok û ajalên xwe ber bi çêrgehên havînê ve diçin. Ev rêwîtiyek e ku carna dikare heta 12 saetan bidome. Germahiya zêde ya rojê û sermaya dijwar a şevê, digel xizanî, bêkarî û nebûna xizmetan, jiyana wan dijwartir dike. Di vê demê de, mêr li gundan dimînin, erd diçînin û xwarin û kaya ajalan bo zivistanê radikin.
Pirsgirêkên erd û desteserkirina madenan
Hazara û Sedat, ligel Tacîk û Peştûnan, piraniya nifûsa Bamiyanê pêk tînin. Nakokiyên di navbera niştecihên herêmî û komên koçer bi piranî Peştûn de yên li ser mafên erd û çêrandinê, xwedî dîrokeke dirêj in. Ji vegera Talîbanê ve zêde bûne ku carinan dibin sedema pevçûnên xwînî. Ev nakokî dikarin heta serdema Emîr Abdurrahman Xan (1880-1891) û desteserkirina berfireh a erdên Hazara piştî komkujiya wan werin şopandin. Hin niştecih bawer dikin ku hin pevçûnên heyî ji heman bûyerên dîrokî derdikevin.
Tevî xizanî û bêkariyê, Bamiyan bi kanên hêja dewlemend e. Di nav de sifir, amazonît, mermer, granît, travertîn, komir, hesin û madenên din ên ku hin ji wan têne derxistin hene. Lê belê, gelek niştecih bawer dikin ku dahata ji van kaniyan jiyana mirovan baştir nekiriye, bi piranî ji kesayetên bi bandor û Talîbanê re diçe.
Rola jinan di aboriya Îlaqê de
Çûyîna bo Îlaqê beşek girîng ji çand û şêwaza jiyana kevneşopî ya gelê Bamiyan e. Jin, ji bilî berpirsiyaryên xwe yên navmalî, di xwedîkirina ajalan û piştgiriya aboriya malbatê de roleke girîng dilîzin. Çalakiyên wan ên rojane; şîrê çêlekan, amadekirina berhemên şîr, berhevkirina nebatan xwarin û derman, xwedîkirina ajalan û kirina karên malê ne. Ev kar, ji bilî piştgiriya aboriya malbatê, beşdarî veguhestina zanîn û jêhatiyên herêmî di nav nifşan de dibin.
Lê belê, jinên li Îlaqê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin; wekî nebûna xizmetên tenduristî û perwerdehiyê, gihîştina sînorkirî ya ava vexwarinê ya paqij, kêmbûna tesîsên xizmeta civakî û dûrbûna ji bazaran. Tevî rola wan a girîng di aboriya Îlaqê de, hewildanên wan kêm caran têne dîtin an pejirandin û ew piştgirî têr nakin.
Em çûn herêmê da ku serdana yek ji wan malbatên ku li Îlaqê li nêzî rêya sereke ya Navçeya Yakaolang bikin, ku nêzî 20 malbat tenê ji bo du rojan lê bi cih bûbûn. Jin bi danîna konan û avakirina stargehên ajalan re mijûl bûn û wan ji kaniyek li ser cihê ku pêdivî bi restorasyonê hebû ava vexwarinê digirtin.
Hewldanên Safiya Sedat û jinên Îlaqê
Dema ku em ketin Îlaqê, me dengê zengilên pez, dengê zarokan ku li zozanan direvin û dengê jinan ku karên xwe yên rojane dikin bihîst. Li her cihê ku em lê zivirîn, delîlên hewldana destpêkirina çend mehan ji jiyana di xwezayê de hebûn. Di vê navberê de, Safiya Sedat, jinek bi cilên kar ku derdora konê xwe paqij dikir, bi germahî em pêşwazî kirin.
Piştî ku me silav li wan kir, Safiya Sedat got ku ew du roj berê gihîştine Îlaqê û ji wê demê ve mijûlî danîna konan û avakirina stargehan ji bo ajalên xwe bûne. Wê zêde kir ku wan Îlaq ji kesekî li Banda Emîr pênc salan kirê kiriye û salane 30 hezar Efganî (AFN) didin. Sê kurên Safiya hene; wê du ji wan bi xwe re anîne Îlaqê, lê kurê wê yê sêyemîn li cem dapîra xwe li gund dimîne. Ji ber ku ew diçe dibistanê.
Her çend zarok tenê du şevan li wir bûn jî, bandorên sermaya şevê û germahiya rojê di rojê de li ser dest û rûyê gelek ji wan, di nav de kurên Safiya jî, diyar bûn. Piştî ku karên xwe yên rojane diqedînin, jinên Îlaqê "qurout" çêdikirin; berhemek ku tevî hewldanek berbiçav a di hilberîna wê de, li sûkê bi bihayek kêm tê firotin.