Jinên Îdlibê neçarî koçberiyê dibin
Jinên Îdlibê yên ji ber şer û dagirkeriyê neçar dimînin cih û warê xwe biterikînin, li ser riyên koçberiyê rastî gelek xeteriyan tên, jinên ku piştî koçberiyê nikarin jiyana asayî berdewam bikin, neçar dimînin li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin.
HEDIL EL-OMER
Îdlib – Şer diyardeyeke wisa ye ku hêzên hegomon ji bo hêz, serwerî û desthilatdariya xwe bidomînin, di roja me de serî li gelek rêbazan didin. Pêvajoyên şer xwîn, rondik, mirin, bindestî û dagirkeriyê bi xwe re tînin, ji ber koçberiya bi zorê mirov ji cih û welatên xwe derdikevin, bi şer re nasnameyên erdnîgariyan tên guhertin û ev yek herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dike. Bajarê Îdlibê bajarek di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û pîramitên wê jî di bin destên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de ne. Dema ku ji Îdlibê gelek kesan koç kir, di aliyê demografiyê de gelek çete lê hatin bicihkirin û hat guhertin.
Malbat bi pêlên koçberiyê re rû bi rû dimînin
Piştî şer gelek welatiyên Îdlibê koçberî welatên cîran û derve bûne, malbatên ku ji hev qut bûne careke din bi pêlên cuda yên koçberiyê re rû bi rû dimînin. Jin dibêjin ji bajarên din ên Sûriyeyê koçber tên Îdlibê ji wê derê diçin Tirkiyeyê û ji wir jî berê xwe didin Ewropayê. Gelo riyên koçberiyê bi ewle ne? Di rastiyê de na tu ewlehiya wan nîn e, heta rêxistina Şopandin Mafên Mirovan di rapora ji sala 2018’an heta niha de diyar kir ku leşkerên dewleta Tirk li herêmên sînorên Îdlib û Tirkiyeyê gule li penaberên Sûriyeyê direşînin. Em bi jinên ku neçar mane bikevin riyên koçberiyê re axivîn û ji ajansa me re behsa zorî û zehemtiyên ku kişandine kirin.
“Li ser sînorê Tirkiyeyê rastî tacîzê hatim”
Fatma Ebdil Ezîz a 48 salî ji herêma Xan Şêxan a Îdlibê ye bal kişand ser zorî û zehmetiyên ku kişandiye û wiha got: “Her endameke malbata min çûye cihekî. Bi xeyala ku wan hemûyan bînim gel hev min xwest derbasî Tirkiyeyê bibim. Ev hemû hewldanên min bi riyên neqanûnî bû. Li ser sînorê Tirkiyeyê rastî tacîza leşkerên dewleta Tirk û zextên derûnî hatim. Gule li ser me hatin reşandin û heta jinek û zarokek birîndar bûn. Vê carê min dest bi lêgerîna riyên ku derbasî Evropayê dibin kir. Min hevjînê xwe winda kir û ev 6 sal in zarokên min li Ewropayê dijîn. Ez jî dixwazm biçim gel zarokên xwe.”
“Hatim girtin û dersînorkirin”
Der barê hejmara jinên ku hewl dane ji Îdlibê derbasî Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî Evropayê bibin daneyên fermî nayê zanîn û çalakvanên jin bal kişandin ser pêlên nû yên koçberiyê. Yek ji wan jinên ku hewil daye derbasî Ewropayê bibe Nasra Şêx Ahmed a 28 salî ye û got: “Dema ku min xwest ez biçim gel hevjînê xwe derbasî axa Tirkiyeyê bûm, dema ku min hewl da li ser riya Îskenderûnê derbasî Qibrisê bibim û ji wir derbasî Yunanistanê bibim ji aliyê leşkerên Tirk ve hatim girtin û careke din ez zivirandim Îdlibê. Ji Îdlibê heta ku ez biçim Tirkiyeyê min hezar û 500 dolarên DYA’yê dan. Hevjînê min ji sala 2019’an heta niha li Qibrisê dijî, ji bo ku ez biçim gel wî neçar mam serî li riyên bi xeter bidim.”
“Malbatên ku koçber dibin nikarin jiyana asayî bidomînin”
Rewan Kaddour ku xizmeta şêwirmendiya civakî dike, der barê bûyerên ku qewimîne de ev nirxandin kir û got: “Mirov ji bo ku malbata xwe winda nekin koçberiyê weke riya tekane hildibijêrin. Êdî koçberî bi mêran bi sînordar nîn e, bi belavbûna şerê li Sûriyeyê re piraniya malbatan koçberî welatên cîran û derve bûne lê belê piştre jiyana bi asan berdewam nakin. Jinên ku metirsiya riyên koçberiyê didin ber çavên xwe, bi her cure zehmetiyan re rû bi rû û dimînin. Bazirganên mirovan vî karî dikin, armanca wan tenê qezenckirina pereyan e.”