Jinan ji ber nexweşiya koronayê demên zor û zehmet derbas kirin

Li tevahî cîhanê dema ku mirov bi vîrusa koronayê dikevin mejûlbûyînek di warê tenduristiyê baş ji wan re tê peydakirin. Li nexweşxaneyan xebatkar hene ku nexweş diparêzin bijîşk û hemşîre, bi nexweşan re mejûl dibin lê li bajarên welatên Ereb ji ber binesaziya tenduristî ya hilweşiyayî ev derfet tune ne loma hin kes neçar bûne ku bi rola bijîşk an hemşîreyan rabin.

,
ÎNAS KEMAL
Qahîre- Nexweşiya koronayê di dilê her kesê de hestên bi tirs û xofa li ser malbatê da avakirin. Wê krîzê bi xwe re hin kesên leheng ji keç û xortan da avakirin ku li malê piştî ku bi vîrusê dikevin ji bo tendirustiya malbatên xwe hewl didin.
Heft keçên Misrê û keçeke Mexribê ji ajansa me re behsa kêliyên herî zehmet ku tê re derbas bûn kirin. Çîrokên di hundirê karantînaya malê de bi bav, dayik, bira û xwişkên xwe yên ku bi koronayê ketine vegotin.
Nîhal Zên: Ez bijîşk, hemîşre û derûnînasa dayika xwe me
 
Jina bi navê Nîhal Zên a 29 salî ji parêzgeha Benî Siwêf li başûrê Qahîreyê ye dide diyarkirin ku  ew dem, ji demên herî zehmet bûn ku tê re derbas bûye, bi vîrusa koronayê ketiye û baş bûye. Demek piştre dayika wê jî bi koronayê ketiye, wê ew derman û agahiyên ku bijîjk û hevalên wê dabûnê ji bo ku ji vîrusê xilas bibe daye dayika xwe jî. Her wiha wê dît ku rewşa dayika wê baş nebûye û rêjeya oksîjenê di xwîna wê de daketiye wê kîsên oksîjenê aniye malê lê dîsa rewşa dayika wê baş nebûye ji ber vê biryar girt ku wê têxe karantînayê.
Her wiha Nîhal Zên dibêje: "Ez hemşîre, bijîjk, piştevanek psîkolojîk û her tişt bûm, ji ber vê yekê wek bijîşkan rewşê dişopînim, bi hevalên bijîşk re pêwendî datînim, min wek hemşîre nîşanên girîng ên wekî germahî, oksîjen, hwd. dişopand û di warê psîkolojîk de piştgirî dida, li gorî  şert û mercên wê demê  li ser min dihatin ferzkirin."
Ji bo wê ne hêsan bû ku rewşa dayika xwe dişopand, tengezariya ku Nîhal Zên wê demê derbas kir pir mezin bû, rewşa dayika wê hin caran baş dibû hin caran jî xirab dibû, ji wê dihat xwestin ku her tiştî zanibe û baldar be, ew ji nerastbûna biryaran gelekî tengezar dibû. 
Emîne:  Ez hemîşre û ajokar im jî
Jina bi navê Emîne.M, ji bajarê Sela yê Mexribê ye li ser tenduristiya dayika xwe ya ku bi koronayê ketibû bi taybet ku krîza dil derbas dikir gelekî bi tirs bû ew dibêje: "Di vê dinyayê de ji bilî dayika min tu kesî min tune ye, ez û wê tenê ne, ger dayika min ji jiyanê bar bike tu wate ji jiyana min re namîne, beriya ku dayika min bi koronayê bikeve, birayê min di qezayê de jiyana xwe ji dest da."
Derbarê amadekariyên xwe yên ji bo rûbirûbûna vîrusê de, wê got: "Ji bo ku vîrus nekeve mala min, min hemî malzeme kirîn û her wiha bijîşk şopand da ku hûrgiliyên nexweşî û enfeksiyonê bizanibim û min sûd ji xwendina xwe jî wergirt ji ber ku ez xwendekara beşa biyolojiyê me."
Emîne her wiha wesayîdek jî kirî ji bo ku dayika xwe bibe nexweşxaneyê da ku xwediyê texsiyê neheqiyê li wê û dayika wê neke.
Dûha Esker: Min rewşa dê û bavê xwe yên nexweş şopand
Jina bi navê Dûha Esker keçeke 20 salî ye ji parêzgeha El-Deqhelî ye dibêje ku wê rewşa bavê xwe yê ku bi koronayê ketibûn dişopand, piştre jî dayika wê pê ketiye.
Dûha dibêje: "Dema ku min hîs kir nîşaneyên ku diya min bi têlefonê ji min re vedibêje yên koronayê ne, ez tirsiyam ku ew nizanibin tevbigerin, ji ber vê yekê ez tavilê çûm cem wan.
Pileya germahiya bavê min bilind bibû yanî di navbera 39 û 40 de bû, carna dadiket û carna radibû lê germahiya dayika min ber bi jor ve diçû û danediket." 
Dûha Esker ku ew dermanvan e, yek ji protokolên dermankirina koronayê bi cih anî ku gavên wê yên pêşîn ew bû ku bavê xwe ji dayika xwe dûr bixe û her yekê ji wan li odeyekê be.
Dûha ji wan re xwarinên li gorî rewşa wan amade dikir û dermanê wan dida wan,dayika wê 12 rojan di wê rewşê de ma lê bavê wê piştî 5 rojan şîfa bû. Karê ku Dûha Esker pê rabû gelekî zehmet bû.
Yek ji wan demên herî dijwar ev bû ku bihêle dê û bavên wê tevgerê nekin da ku enfeksiyon belav nebe, her wiha serdanên malbatê yên ku wê nikaribe pêşî lê bigire kedek mezin ji wê dixwest.
 Îsra Salih: Diviyabû min tim li ber xwe bida
Îsra Salih ji bajarê Iskenderiye dibêje ku bavê wê sala borî bi vrûsê ket, di dema geşta dermankirinê de ew hat hilbijartin ku rewşa bavê xwe bişopîne ji ber ku dayika wê bi nexweşiya bayê ye. 
Xwendina Îsra ya dermanvaniyê di vê rewşê de pê re bû alîkar û karibû ku her tiştê ku bijîşk dibêjin fam bike her wiha wê piştgiriyek derûnî dida bavê xwe û li tansiyona wê her dem mêze dikir.
Îsra dibêje: "Ez ranedizam, dema ku min piçekî çavên xwe digirt, bavê min ji min dixwest ku li tansiyon û pileya germahiya wê binhêrim, bi rastî demeke zor bû." Îsra di kêliyên herî dijwar de derbas dibû, rojekê bavê wê jê re got ku ew ê bimre, di vê şevê de ew raneza û her digiriya. Îsra wiha pêl da gotinê xwe: "Bavê min kesekî bi hêz bû lê nexwşiyê ew pir lawaz kir, tevî êş û westîna ku min kişand jî diviyabû ku her tim ez li ber xwe bidim û li ser lingên xwe bim."
 Tecrubeyên wan ên bijîşkî di parastina malbatên wan de gelekî bû alîkar
Jina bi navê Îman.E a ji bajarê El-Mensûr e, her du xwişkên xwe derman kir û her yek ji wan kir odeyekê, ji wan re xwarin amade dikir û cuda bi wan re danûstandinê dikir da ku bavê wê jî bi koronayê nekeve. 
Ji ber tecrubeya xwe ya di warê derman de, wê karibû sê endamên malbata xwe derman bike her wiha wê xwe jî derman kir ji ber ku di Tebaxa borî de ew jî bi koronayê ketibû.
Jina bi navê Selwa Elî ji parêzgeha El-Eqser e xwendina wê ya bijîşkî gelekî sûd lê kir, tevî ku ew li Qahîreyê niştecih dibe jî neçar bû ku biçe El-Eqser da ku bavê xwe yê bi koronayê ketiye derman bike, jixwe di wê demê de ew jî bi koronayê ketibû der barê vê mijarê de ew dibêje: "Ez ji bêhn û çêjê bêpar bûm, ez bêhal bûm û min hîs dikir ku hestiyên min şikestî ne lê ez mecbûr mam ku bavê xwe derman bikim ji ber ku ez her dem bi wî re bûm." 
Jina bi navê Meyada Hesen a ji bajarê El-Zeqazîq e neçar ma ku xwişka xwe derman bike, ew dibêje: "Min ew kir odeyekê û nehişt ku dayika min derbasî gel wê bibe, min bi bijîşkekê re pêwendî danî, li gorî şîretên wê ez tevgeriyam da ku xwişka xwe derman bikim." 
Jina bi navê Şêrîn El-Seyid ku ji parêzgeha Iskenderiyê ye dibêje: "Dayika min di Mijdara borî de nexweş ket û ez gelekî  tirsiyam. Diya min tu carî bawer nedikir ku wê bi korona bikeve. Min xwişk û dayika xwe ji hev dûr xist û xwarin û dermanê wan cuda kir heya ku 14 roj derbas bûn.”
Şêrîn di dawiya axaftina xwe de dibêje: "Dema ku dayika min bi koronayê ket, psîkolojiya min gelekî xirab bû, di wê demê de min pir êş kişand lê her tişt derbas dibe.”