Jin şopên lêdanê bi hine makyaj û deqan vedişêrin

Bajarê Xezayê yek ji bajarên bi çîrokên jinên rastî tundiyê hatine dagirtî ye. Jinên ku rastî tundiyê tên bêdeng dimînin û dev ji mafê xwe yê jiyana bê tundî û bi rûmet berdidin û hewl didin şopên şîdeta ku li wan hatiye kirin bi heman rêbazê veşêrin. Ev hînbûyûna şîdetê ji ber nêrînên civakê ye lewre zîhniyeta baviksalar wî mafî dide mêr ku şîdetê li jinan bike di bin navê terbiyekirinê de.

Bajarê Xezayê yek ji bajarên bi çîrokên jinên rastî tundiyê hatine dagirtî ye. Jinên ku rastî tundiyê tên bêdeng dimînin û dev ji mafê xwe yê jiyana bê tundî û bi rûmet berdidin û hewl didin şopên şîdeta ku li wan hatiye kirin bi heman rêbazê veşêrin. Ev hînbûyûna şîdetê ji ber nêrînên civakê ye lewre zîhniyeta  baviksalar wî mafî dide mêr ku şîdetê li jinan bike di bin navê terbiyekirinê de.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Li bajarê Xezayê gelek jin rastî tundûtûjiyê tên, nûçegihanên ajansa me li gelek çîrokên jinan guhdarî kir. Jinên ku çîrokên xwe ji ajansa me re vegotin ji bo parastin û ewlekariya xwe tercîh kirin ku navê xwe nebêjin. Di dawiya her çîrokê de jin rêbazên ku bi kar tînin ji bo veşartina şopên lêdanê yan şewata ku di encama tundiya fizîkî de li ser canê wan çêbûye vedibêjin. Çi bi riya xemilandina bi hineyê yan makyajê ji bo ku di nava civakê de diyar nebe ku rastî tundiyê hatine û biçûk neyên dîtin.
"Jin û zarok ji ber tundiya nava malê êşê dikşînin"
Yek ji kesên em pê re axivîn M.S. ji ajansa me re dibêje ku ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî îşkenceyê hatiye. Hevjînê wê şer kiriye ku hemû cîranan qîrîna wan bihîstibûn. M.S. diyar dike ku hemû eşyayên malê şikandin piştî ku hindekî sakin bû, tiştê yekem ku min xwest pêk bînim ew bû ku birînên li ser canê min çêbibûn di encama tundiya ku li pêş çavên zarokên min li min kiribû, li zarokên min nede. Ji ber ku zarok bi tirs û xof li bendê bûn ku bavê wan li wan jî bide.
Her wih M.S. nefesek kûr dikşîne ji bo ku hêsirên wê neherikin û piştrast dike ku ew demek dirêj e di wê kabûsê de dijî. Dema ku wê giliyê hevjînê xwe ji malbata xwe re kiriye, malbatê jê bawer nekiriye û jê xwestine li mala xwe bimîne û wekî her jina baş bi sebir bi hevjînê xwe re bimîne. Her wiha wê destnîşan kir ku tu kes guh nade bandorên derûnî yên ku ji lêdan û îşkenceyên dibîne, xirabtir in û got ku dê rojekê ji ber lêdana hovane jiyana xwe ji dest bide.
Ew di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku tercîh nake ji malê derkeve û bi mirovan re tevbigere ji ber xemgînî û êşên xwe û wiha pêl dide gotinên xwe: "Dema ku hevala min a herî nêzî min zewicî, min biryar da ku biçim daweta wê û min cil û bergên dirêj ku canê min qet xuya nedikir li xwe kir û destên min ên ku şopên lêdanê li ser wan hebûn min bi hineyê neqş li ser çêkirin. Min di Youtube de dîtibû ji bo ku şopa lêdanê were veşartin, hine baş e. Bi rastî jî bi şopên lêdanê bi hineyê hatin veşartin."
"Ji ber tundiyê ji dibistanê bêpar ma "
Lê bûyera ku hatiye serê A.G. hinekî cuda ye, A.G .di dibistana navîn de xwendekarek hêrî jêhatî bûye û di asten herî bilind de bi ser ketiye. Di gelek salan de ew di dibistana xwe de yekem xwendekara jêhêtî bûye û gelek caran xelat ji dibistanê wergirtiye lê ev serkeftin û jêhatîbûn ji bo bavê wê nayê tu wateyê û rojane bi awayekî hovane lêdide.
Her wiha A.G. wiha dibêje: "Dema apê min dît ku bavê min bi lûleya gazê li min dixe ji bo ku heqaretê li min bike, mudaxele kir lê bavê min jê xwest ku mudaxele neke bi hinceta ku min tiştê şaş kiriye û ew min terbiye dike." Wê li gotinên xwe zêde kir û got ku dema ji bo zewacê yekê behsa wê kiriye, wê biryar daye ku dest ji xeyalên xwe yên xwendinê berde bi hêviya ku çend salên jiyana xwe bê tundî derbas bike.
A.G. diyar dike ku roja ku dê kesê pê re bizewice bidîta xwe makyaj kiriye da ku şopên birînên li ser rûyê wê yê ku ji ber lêdana bavê wê çêbûbûn veşêre. 
"Ji aliyê birayê xwe ve ratî tundiyê hat"
 M.N. bûyera ku hatibû serê wê ji me re dibêje û diyar dike ku ew rastî şewatê hatiye, hê jî şopên şewatê di lingê wê de xuya dikin, ji bo veşartina van şopan wê  berê xwe daye înternetê û ji bo çêkirina deqê (tatoo) li kesekî ku dikare çêbike geriyaye lê zehmet bû ku mirov kesekî bi bawer bibîne û deqan çêbike lê bi alîkariya xwişka xwe wan kesek dîtiye ji bo deqê li cihê ku şewitiye çêbike. Piştî ku wan li hev kirine şert danîne ber ku divê bi awayekî veşartî be ji ber ku deq an tato li Xezayê nayê qebûlkirin.
Neqşê ku dê li ser cihê hatibû şewitandin çêbikira simbilê genim an mûmek an jî çûkek lê ev ji bo M.N ne girîng bû tiştê ku jê re girîng ew bû ku şopa şewatê were veşartin û ji pirsên domdar ên ku civak jê dipirse ka ev bûyer çawa çêbûye rizgar bibe. Ji ber ku her carê pirsan bûyera ku pê re rûbirû maye tîne bîra wê ku birayê wê çeydana çaya kelandî bi ser lingê wê de rijandibû û lingê wê şewitandibû, ji ber nîqaşek di navbera wê û birayê wê de.
"Ji sedî 29 jinên Filistînî rastî tundûtûjiyê hatine"
Navenda Erebî ya Demokratîk a Lêkolînên Stratejîk, Aborî û Siyasî lêkolînek weşand û tê de diyar kir ku ji sedî 29'ê jinên Filistînî rastî tundiya derûnî, bedenî, civakî û zayendî hatine û diyar kir ku li Xezayê ji sedî 38 jin destdirêjî li wan tê kirin û di heman demê de ji sedî 24 niştecihên Rojavayê herêmê ne.
Her wiha heman lêkolîn diyar dike ku rêjeya tundûtûjiyê li parêzgeha Xan Yûnis û Xezeyê herî zêde tundûtûjiya nava malê heye ku hevjîn li dijî jinan pêk tînin digihîje ji sedî 40. Her wiha navenda statîstîkan diyar kir ku ji sal 2015'an heta 2020'an 118 bûyerên kuştina jinan bi hinceta parastina şerefê yan jî weke xwekuştin hatine tomarkirine.