Jin li Lîbyayê li cihên kar û saziyên hukûmî bi hewceyî ewlehiyê ne

Karkerên jin di beşa giştî de piştrast kirin ku cewher û cîhê kar asta ewlehiya jinan diyar dike, û teqez kirin ku jinên li Lîbyayê di gel nebûna qanûnê de bi hewceyî ewlehiya civakî ne.

IPTÎSAM AXFÎR

Bîngazî- Hejmarek ji çalakvanan li ser medyaya civakî meraq kirin ka jin çawa li cîhên kar û saziyên hukûmetê li Lîbyayê xwe ewle hîs dikin?

Pirsa çalakvanên Lîbyayî piştî wê yekê hat ku karmendekî li firokexaneya navdewletî ya Benîna jimareya telefona xwe li ser pasaporta yek ji rêwiyan a jin nivîsand, ku ev tişa kirî wekî destdirêjî li ser mal û milkên kesên din tê hesabkirin, digel ku belgeya rêwîtiyê ku yek ji wan belgeyên girîng e ji nav bir, ku hewce dike piştî nivîsandina jimareyê ew betal bibe, û li şûna wê belgeyek nû were derxistin.

Di vê bûyerê de tişta ku jin di saziyên giştî yên dewletê de rastê tên eşkere kir. Di van hevdîtinan de ajansa me bi hin jinan re li ser fikarên wan û tirsa ku li van deran diqewime axivî.

Hemîda Saad El-Berasî, ku mamostetiyê dike, dibêje: "Ji ber ku ez mamasote me ev yek her dem min dike rewşek bêewlehiyê. Di demeke diyarkirî de li Lîbyayê û bi saya kar û çavdêriya min li ser ezmûnan dema ez derdikevim derve dibînim ku ji malbatên wan li benda min in ku min bitirsînin, û rojekê hinek kesên di odeya kontrolê de êrîşî me kirin".

Hemîda Saad El-Berasî bal kişand ku "Cihê kar an jî cewherê karê ku mirov dike asta ewlekariya jinan diyar dike, û bi giştî em wekî jin li Lîbyayê di gel nebûna qanûnê de, ji bilî tacizkirina domdar li her deverê, em bi hewceyî ewlehiyê ne. Hin karmend hene li cihên giştî rêzê li jinan nagirin û wan taciz dikin, heta ku ew hejmarên xwe dinivîsin û didin me li pêş yên ku bi me re dimeşin. Ev rewş paşê gelek pirsgirêkan ji me re derdixe û bi awayekî bandorê li hilbijartina cihên  ku em serdana wan dikin dike".

Hemîda Saad El-Berasî ev yek diyar kir: "Xwebawerî û çawa tevgerandin dihêle tiştê ku diqewime hinekî sivik bibe. Heke em jin nizanibin ka em ê çawa li ser tiştên ku têne serê me tevbigerin, dibe ku rewş tundtir bibe. Ez hêvî dikim ku jin di ewlehiyê de bijîn û her ku biçin xwe ewle hîs bikin, ji ber ku hin kom bêrêziyek exlaqî ya ne asayî li cem çêbûye".

Ji aliyê xwe ve, karmenda karûbarê civakî Suhêr El-Megrahî dibêje: "Ez her dem di nav dezgehên civakî û bankan de têm dîtin, lewra ez dibînim ku asta ewlehiyê ya ku divê jin hîs bike, ji kesayetiya wê tê, ji ber vê ez ku ve biçim bi ewlehiyê hîs dikim ji ber ku bi hêza min kes nikare bi tu awayî li hember min derkeve".

Suhêr El-Megrahî behsa wê yekê jî kir ku dema ku bank qerebalix bûn, tacîz gelek bû, li vir îstîsmar û tacîza li ser jinan heta radeyeke mezin dest pê dike, lê dema ku jin li hember tiştên ku diqewimin bêdeng bimîne, mêr dev ji tacîzkirin û çewsandina wê bernade, ji ber vê yekê divê di heman demê de bersivê bide û li hember tiştên diqewimin bêdeng nemîne. Girîng e  ku kesayeta jinê xurt be û zanibe çawa tev bigere li hemebr binpêkirinên weke tacîzê".

Her wiha karmenda di Wezareta Karûbarên Civakî Azîze El-Busaifî jî wiha tîne ziman: "Hêvîdar im ku her mêr wek dayik, xwişk, keça xwe li jinekê binêre û ji fikr û nêrînên xerab dûr bisekine û bi wê re bi rêzgirtin danûstandinê bike, û ev yek divê ji hundurê wî derkeve ji ber ku her çend em zagonan deynin û li ser berpirsiyariya civakî bipeyivin jî, mirov tenê guh dide tiştê ku ji hundurê wî derdikeve.  Jin hest in, dibe ku gotinek jê re bêje ku wê pir biêşînî û aciz bikî. Divê jin li cihê kar an jî saziyên dewletê yên ku diçin wan ji bo bicihanîna berjewendiyên xwe, xwe ewle hîs bikin.

Têkildarî  ewlekariya civakî û çawaniya bidestxistina wê ji bo jinan, civaknas Feyza Muhemed Cabir dibêje: "Ewlekariya civakî tê wateya asta razîbûnê an jî hestek dilnizmî di nav civakê de, û ev tişt bi komek ji tiştên bingehîn peyda dibin. Dema ku sîstemek û desthilateke yasadanîn, cîbicîkar û dadwerî hebe, çi di dema niha de, çi berî niha, dê ewlehiyek çêbibe".

Feyza Muhemed Cabir Di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez ku ve biçim xwe ewle dibîne û baweriya xwe bi kesên li cihê kar tînim û ji ber ku ez jiyana xwe bi azadî dijîm, her ku diçim ez xwe aram dibînim".