Jin li kursên Jineolojiyê tên ba hev

Li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê kursên ku ji bo mehek bi awayê çar dersan hatibûn plankirin didomin. Heta niha jinên ji her pîşeyî û yên ji rêxistinên saziyên civaka sivîl beşdarî kursan dibin.

 
Silêmanî- Navenda Lêkolînan Jineolojî ji bo pirsgirêkên ku jin dijîn û çareserkirina wan, xebatên xwe didomîne. Navend ji bo jin bikevin ferqa xwe, xebaten xwe bi semîner, panel û perwerdeyan didomîne.
Kursên Jineolojiyên yên yên li Silêmaniyê, hatibûn lidarxistin du mehên xwe temam kirin. Kursa yekemîn li Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, ya duyemîn jî li Galery Zamwa hat lidarxistin. Kursên ku ji bo mehekê bi awayê çar dersan hatine plankirin, roja Înê tên dayîn. Heta niha jinên ji her pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl tevli perwerdeyê bûne. 
Armanca bi kursan ew e ku jinên li Herêma Federal a Kurdistanê hînî zanista Jineololojiyê bibin û xwedî lê derbikevin. Her wiha bi van perwerdeyan armanca ew e ku ji pirsgirêkên jinan ên civakî re çareserî were dîtin. 
Zanista sedsala 21’emîn 
Jin di çarçoveya kursên Jineolojiyê de li bersiva pirsa “Çima Jineolojî” geriyan. Ji bo sê nakokiyên bingehîn ên sedsala 21’emîn; qirkirina civakê, tunekirina jiyanê û qirkirina jinan bi paradîgmaya modernîteya demokratîk li ser dîtina çareseriyan nîqaş hatin kirin. Mijara ku herî zêde bala jinan kişand paradîgma, hêza çareserkirina nakokiyan û îdiaya bûyîna zanista sedsala 21’emîn a Jineolojiyê bû. 
Dersa duyemîn li ser pênasekirina gotina Jin û lojî bû. Li ser tesbîta ku jin ji nasnameya zayend zêdetir cewhera civaknasiyê ye lêkolîn hat kirin û bi gotina Jin re etîmolojiya peyva mêr jî hat nirxandin. 
Di dersa sêyemîn de jî hebûn ango wekî ontolojîk mijara jinan hat nirxandin. Heta îro li qadên mîtolojî, ol, felesefe û zanistê de gotinên der barê jinan de hatine gotin, têgeh û biwêjên di nava civakê de tên bikaranîn bûn mijara dersan.
Mijara dersa çaremîn jî epîstemolojiya jinan bû. Li ser çima û çawaniya bênirxkirina zanînên jinan nîqaş hat kirin û der barê zanîna jinan a jiyanê, têkiliya wan a bi civak û xwezayê re  mînak hatin dayîn.
Xebatên nû tên plankirin
Jinên beşdarî kursan bûn diyar kirin ku ew bawer in dê Jineolojî ji bo pirsgirêkên bingehîn ên li Herêma Federal a Kurdistanê re bibe çareserî û pêşniyar kirin ku kursên Jineolojiyê berdewam bikin. Li ser vê bingehê her meh dê kurs berdewam bikin û bi jinên ku beşdarî kursan bûne re bi rêbazên cuda kurs werin lidarxistin. Her wiha ji bo rexistinên jinan û mêran jî di meha Adarê de xebat tên plankirin.