Jin li Idlibê tevî kêşeyên ewlekarî û civakî jî wesayîdan diajon

Reham Hemdan, koçbereke ji bajarokê Maarşemşa ye û li bajarê Maaret Misrîn niştecih bûye, beriya du salan fêrî ajotinê bû dema ku hevjînê wê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da wê dest pê kir ku îdîtmadê bide ser xwe, ji bo ku zarokên xwe bigihîjîne dibistanê û pêdiviyên malê ji sûkê bîne.

SOHÊR EL-IDILBÎ
Idlib- Pêdiviya rêwîtiyê û tevgerê ya bi domdarî gelek jinên li Idlibê hiştiye ku xwe bispêrin xwe di ajotina wesayîdan de. Ew li hemberî rastiya xwe ya civakî û ewlekarî û cihêkariya zayendî li ber xwe didin.
Sana El-Ebûd, a 32 salî ku koçberek ji gundewarê bakurê Hemayê ye û li bajarê Idlibê niştecih e, got ku ji ber ku ew di warê hişyariya mafên mirovan de dixebite, hewce dike ku biçe û li gelek deveran bigere. Ji ber ku veguhestina giştî her gav berdest nîn e û lêçûnên veguhestina taybet zêde ne, wê biryar da ku îtîmadê bide ser xwe di ajotina wesayîda xwe ya taybet de û bi vê yekê pirsgirêka gihîştina cîhê kar di wexta xwe de çareser kir.
“Li gorî civakê ajotina wesayîdan karê mêran e”
Her wiha diyar kir ku mesele ne hêsan bû, ji ber ku ew di dema ajotinê de rastî zehmetiyên mezin hatiye, nemaze nêrîna civakê ya kêm a ji jinan re ku li gorî wan ajotina wesayîdê tenê ji bo mêran e. 
Wê amaje bi wê yekê kir ku li ser xalên kontrolê yên asayîşê rastî tacîzê hatiye û dema ku dibîne ku şofêrê wê jin e, dest bi lêkolînan dike û pirsên nebaş dikin, wekî ku çima tu bi tenê yî bêyî hevalbendiya mehrem û tu bi ku ve diçî. Ji bilî wê jî gelek pirsên din ên ku mirov aciz dike jê kirine.
Li aliyê din Reham Hemdan a 28 salî êdî guh nade awirên xerîb û tacîzên ku di dema ajotina wesayîdê de bi wan re rû bi rû maye. Ew êdî jê re normal bûye. Her wiha ew paşguhkirina  çanda "şermê" wekî destpêka rizgarbûna ji hemû biçûkxistin, zordarî û çewisandina ku jin li Idlibê rastî wan tên, dinirxîne.
Gelek caran rastî tacîzan tê
Reham Hemdan tîne ziman ku ew gelek caran rastî destdirêjî û taciza şofêran tê û wiha domand: "Di her qezayeke trafîkê de ez têm sûcdarkirin, ji ber ku ya wesayîdê diajo jin e.”
Reham Hemdan, koçbereke ji bajarokê Maarşemşa ye û li bajarê Maaret Misrîn niştecih bûye, beriya du salan fêrî ajotinê bû dema ku hevjînê wê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da û wê dest pê kir ku îdîtmadê bide ser xwe ji bo ku zarokên xwe bigihîjîne dibistanê û pêdiviyên malê ji sûkê bîne.
Ji ber ku bi xwe wesayîda xwe diajo xwe rehet hîs dike
Ew dibîne ku tevî şert û mercên bi wan re rû bi rû maye biryara wê ya ajotinê rast e ew îro xwe azad, serbixwe hîs dike û dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bi rê ve bibe bêyî ku pêdiviya wê bi zilaman hebe. Heta kêşeyên teknîkî yên di wesayîdê de êdî ji wê nayên veşartin, wekî guhestina tekel an xilasbûna pîlê û tiştên din ên ku bi serê xwe dest bi çareserkirina pirsgirêkên xwe dike.
“Dema ku jin bi xwe pêdivên xwe bi cih tînin bixwebaweriya wan zêde dibe
Maha El-Hasûn a 40 salî ku di warê hevgirtina civakî de kar dike, piştgirî dide biryara jinan a ajotinê, nemaze di demeke ku ew bi şert û mercên li ser wê ferz kirine ku divê bigihîje cihê kar û pêdiviyên xwe yên şexsî û hewcedariyên malbatê û rewşên awarte pêk bîne, nemaze di nebûna serpereştê  ku ji ber şer winda bûye. 
Maha El-Hasûn piştrast kir ku ajotina wesayîdan ji bo jinan gelek baş e, baweriya wan bi wan zêde dibe û rê vedike ku şiyanên xwe zêde bikin û jêhatîbûnên xwe yên din ên kesane baştir bikin.
Li Idlibê her çendî jin wesayîdan biajon jî di asteke biçûk û sînordar de dimîne. Ji ber ku axaftina li ser ajotina jinan hê jî cihê nîqaşê ye û ji ber adet, kevneşopî û serperiştiya mêran jin rastî cudakarî û nijadperestiyê tên.