‘Jin ji ber sinetkirinê rastî pirsgirêkên derûnî tên’

Endama Rêveberiya çavdêriya geşepêdana komeleyetî Niyad Xidir diyarkir ku niha sinetkirina zarokên keç weke sûc tê dîtin û destnîşan kir ku li herêma Raperîn sinetkirin kêm bûye lê hinek cîh hene ku hîn jî vê sûcê dipejirîn in.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Sinetkirina zarokên keç di demên bûrî de bûbû diyardeyek, dema ku zarokek keç ji dayîk dibû dihat sinetkirin. Ji ber li gora baweriya aqlê kevneperest yê civakê ew jinên ku nehatin sinetkirin nanê destê wan ne helale û di aliyê daxwazên bedenî de rastî karên xirab tên. Ev bi dehan sal li gelek  welatên Rojhilata Navîn de  sinetkirina zarokên keç hîn jî di rojevç de ye.

Rêveberiya çavdêriya geşepêdana Komeleyetî Niyan Xidir li ser sinetkirina zarokên keç  ji ajansa mere axivî û wiha got: “Îro dema ku em behsa sinetkirina jinan dikin, hem di aliyê zanistî û hem jî di aliyê olî de weke tewan tê dîtin. Sinetkirina zarokên keç ne tenê binpêkirina mafê kesane, di aliyê derûnî û bandorên fizîkî li ser jinan çêdike. Raste rêjeya sinetkirina zarokên keç kêm bûye, lê belê mirov nikare bêje ev hişyarî gihaye asta pêwîst ku bizanin ev tiştek qedexeye yan jî bandorek xirab li ser kes çêdike. Lê belê li gundan hîna jî hinek kes hene fikrê wan ya sinetkirina jinan derdikeve pêş.”

‘Der barê sedema sinetkirina jinan de hişyarî nîne’

Niyan Xidir da zanîn ku gelek sedemên sinetkirina jinan heye û wiha got: “Hinek kes di aliyê olî de lê temaşe dikin, hinek di aliyê bedenî de û dibêjin wiha pêwîst dike. Yan jî dibêjin bav û bapîrên me wiha berdewam kirine. bi giştî hişyarî û zanyariyên pêwîst der barê sinetkirina jina de nizanin ku çi bandorek wê xirab ya heye. Ji bo hişyarkirinê divê bi rêya seminer, panel di dibîstan, tax û dezgahan de hewla belavkirina hişyariyê bidin. Ji ber sinetkirina zarokên keç bandorek gelek xirab li ser kes dike. Hinek caran sinetkirin bandorê li ser derûniya kes dike.”

‘Divê hişyariya hatiye avakirin berdevam bike’

Niyan Xidir di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû:“Divê xebatên ji bo hişyarkirina civakê der barê sinetkirina zarokên keç de berdewam bike, ziyanên wê werin eşkere kirin û rastiya sinetkirina zarokên keç ji kevin ve rabixin berçavan. Ji ber gelek kes hene heta temenê têgihiştinê ji ber vê bûyerê zehmetiyan dikşînin. Gelek jin hene ji ber vê yekê rastî pirsgirêkên civakî, bedenî û derûnî hatine, ji ber wê giring e hişyar kirin berdewam be.”