Ji zimanê Arîn Bahoz a cangoriya azadiyê Pêngava Rizgarkirina Minbicê

Şervana YPJ’ê Şehîd Arîn Bahoz gav bi gav qala Pêngava Rizgarkirina Minbicê kiriye û wiha gotiye: "Tişta dihêle mirov bi hêz bibe piştî ewqas berdêlên giran dîtina xweşiya gel e."

EZDA BARAN

Hesekê – Şervana YPJ’ê Şehîd Arîn Bahoz rêwîtiya xwe ya Minbicê, di sala 2018’an de vedibêje. Arîn Bahoz di 1’ê Çileya 2022’an de ji ber nexweşiyê şehîd bibû. Arîn di sala 2016’an de bi kelecaneke mezin berê xwe dide Minbicê. Tarîtiya sedsalan weke çarşafên reş li ser jinên Minbicê hatibû pêçandin. Arîn jî yek ji wan hawariyên serdêmê bû ku berê xwe dabû Minbicê.

Şehîd Arîn gav bi gav wiha qala Pêngava Rizgarkirina Minbicê kiriye: “Dema me dest bi pêngavê kir em li gundekî girêday Kobanê li bendê bûn û me digot qey em ê biçin Reqa. Lê hevalên rêveberiyê hatin ji me re civîn çêkirin û me fam kir ku em ê dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê bikin. Ev yek ji bo tabûra me ya bi tevger kelecaneke pir mezin bû. Hevalên me jî li Kobanê ji aliyekî ve hatin, em jî weke hêza Cizîrê ji bo pêngavê ketin tevgerê. Em beriya ku Girê Xwedê bigrin, me plansaziya xwe çêkir. Roja destpêkê em çûn keşîfê, ku em fikirîn em ê çawa avê derbas bikin, me plansaziya xwe çêkir û em ketin tevgerê. Dema em çûn me Girê Xwedê girt , em nêzî hefteyekî li wî girî man.

"Piraniya çeteyan cilê gundiyan li xwe kiribûn"

Me dît ku li ser Girê Xwedê bi şiklê daran bi zimanê Erebî navê Xwedê nivîsandî bû. Ji ber wê jî bi navê Girê Xwedê hatiye binavkirin. Pevçûna yekemîn li wê derê derket. Çete ji barageheke biçûk a li ser Girê Xwedê sekvanên xwe bi cih kiribûn da ku kî berê xwe bide gir bê hedefgirtin. Qasî ku ji destê me dihat me xwe diparast. Li piranî cihan mayîn danîbûn û hevalên me jî hewil didan ku wê derê ji mayinan paqij bikin da ku em bikaribin pêş de biçin.  Di wê demê de sê çar rojan hevalan nikaribûn ji me re erzaq bînin. Em hefteyekî li gir man û piştra me gir radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û piştî ku em şevekê man şûnde em derbasî gundekî bûn. Me cihê çeteyan ji gundiyên li wir pirs dikir, bi vî awayî me li ser wan operasyon pêk anîn. Piraniya çeteyan cilê gundiyan li xwe kiribûn ji ber wê me zehmetî dikişand. Çend gund paqij bûn lê di gundên dîtir de çete pir bûn.

"Tişta dihêle mirov bi hêz bibe piştî ewqas berdêlên giran dîtina xweşiya gel e"

Dema ku zarok û jinan bi kefxweşiyekî mezin em pêşwazî dikirin, hestek cuda di dilê me de ava dibû. Tişta ku herî zêde ez jê bandor bûm jî ew çarşefên reş bûn. Rûyê jinan hemû girtî bû, tenê çavên wan vekirîbûn. Vê yekê ez pir êşandim, min digot mirovek çawa dikare di bin koletiyeke wiha de jiyan bike. Gel bi zilmeke mezin re rû bi rû mabû, ji ber wê jî bi kefxweşiyeke mezin em pêşwazî dikirin. Me gelek berdelên giran dan lê dîsa jî me Minbic rizgar kir. Tişta dihêle mirov bi hêz bibe jî piştî ewqas berdêlên giran, dîtina xweşiya gel bû.

"Pir heval ji bo biçin hevdû xilas bikin şehîd dibûn"

Li Minbicê berxwedaniyeke mezin hate meşandin. Dema heval Bengî şehîd bû, min bi xwe cenazeyê heval rakir û li goristana Qamişlo siparte axê. Şehîd Bengî digot ‘di şer de wê şahadet werin jîyin lê ya girîng berdewamkirin û serxistina vî şerî ye.’ Şehîd Sila jî digot; ‘ Kîjan heval li kêleka we şehîd bibe jî pêwîste hûn rext, çek û bêtêla wan rabikin û li şuna wan berdewam bikin.’ Şehîd Sila û Gulistan mirovên hev bûn, lê ev yek di nava hevalan de qet ne didan diyarkirin. Heta roja ku şehîd bûn jî her li pêş bûn. 

"Em ê têkoşîna xwe bidomînin"

Ber bi dawiya pêngavê ve rûxmî ewqas şahadet hatin jiyîn jî tu heval bi paşve gav  neavêt, di nava hevalan de her tim kelecanekî mezin hebû. Dema me kenên zarokên Minbicê didît em pir keyfxweş dibûn. Em careke din hevalên ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bûne, di şexsê şehîd Bengî, Dersîm, Sila û Koçerîn de hemû şehîdan bi bîrtînin. Li kîjan deverê dibe bila bibe ger ku li ser gelê me êrîşek hebe, em ê li hemberî vê êrîşê têkoşîna xwe bidin domandin."