Ji Sepideh Qalyanê name: Em dizanin ku doza me çiqas mafdar e
Aktîvîst Sepîde Qalyan a îşkenceya li girtîgehên Îranê tê jiyîn ragihand, wiha dibêje: “Em jin dizanin ku dozên me çiqas mafdar in. Destên me yên berxwedêr û kulma berxwedanê, bi dilovanî hev dibînin. Em hemû li pêşberî dîrokê serbilind in.”
Navenda Nûçeyan – Li Îranê binçavkirin, girtin û îşkencekirina jinan mijareke sereke ya di rojevê de ye. Jin hem dema tên binçavkirin hem jî dema ku tên girtin rastî muameleya xerab tên. Dema tên girtin jî îşkence berdewam dike. Gelek jinên ku hatine girtin der barê jinan û mafên mirovan de têkoşînê dimeşînin. Aktîvîsta siyasî ya Îranê, parêzvana mafên mirovan û aktîvîsta kedê Sepideh Qalyan tenê yek ji wan e. Sepide Qalyan der barê rewşa ku dijîn de nameyek nivîsand.
Çalakvana Îranî Sepide Qalyan wiha dest bi nameya xwe dike; “Îşkence, salonên dadgehê, hucreyên yekkesî û rêwîtiyên dûr û dirêj ên sirgûnê ji girtîgehek din re di van salên dawî de bûne jiyana min. Lê belê kêliyên herî bi êş ên van salan, kêliyên ku dibin sedema bêhêvîbûna hezkirî û hemwelatiyên min.”
Nameya Sepideh Qalyan wiha ye:
“Êşa Buşehrê ewqas saf û rast bû. Min nikaribû vê êşê bêyî axaftin bibînim û bijîm. Min hewl da ku rewşa hevalên xwe yên girtî yên li Girtîgeha Buşehrê nîşan bidim. Divê daxuyaniyên xapandinê yên rayedaran raya giştî nexapînin. Ez naxwazim rewşa trajîk a tê jiyîn bandorê li psîkolojiya mirovan bike...
"Qîrîna jinên Ereb tu carî ji guhên min dernakeve"
Niha sirgûn bedena min perçe dike û perçeyên bedana min li Tehranê Ehwaz û Buşehrê man. Niha dengê jineke Ereb tê guhên min. Jina Ereb ku kurê wê ji aliyê rayedarên Sepidarê ve hat qetilkirin û nikaribû beşdarî merasîma bibîranîn û cenazeyê kurê xwe bibe.”
"Ji bo ku rastiyê vegot hat qetilkirin"
Di girtîgeh û sirgûnê de her tim Kurdistan û Xuzistan di dilê min de bûn. Dema ez ji Buşehrê sirgûn bûm, min jinek bi navê Mahîn Bolandkramî dît. Wek welatê Kurdistanê û dilê wê bû. Weke çiyayekî lê mîna çiyayekî bilind û hat jibîrkirin. Ji ber ku zimanê wê rastiyê digot û çavên wê rastiyê didîtin hat qetilkirin...
"Em dizanin ku em mafdar in"
Ez ji we re behsa çend jinên ku tenê bi kefen û tazî ne bikim. Erê, Erê, Ez bûm şahidê vê yekê. Li girtîgeha Buşehrê... Em jin dizanin ku dozên me çiqas mafdar in. Destên me yên berxwedêr û kulma berxwedanê, bi dilovanî hev dibînin em ê hemû li pêşberî dîrokê beraet bibin.”
“Her ku hezkiriyên min li ber xwe didin evîna min mezin dibe”
Niha ez li Girtîgeha Evînê me. Ez jineke evîndar im. Hem jî pir evîndar. Bêhna ku ez aşiq bûme bêhna talaşê ye û tişta ku ez aşiq bûme berxwedan e. Her çiqas hezkiriyên min li ber xwe didin evîna min mezin dibe. Ez hewl didim jiyana xwe ya weke girtiyek ciwan ji nû ve kom bikim. Piştî jineke evîndar ne tenê êş, evîn jî ma. Sirgûn, belê. Jiyana ku bi îşkenceyê ji girtîgehek derbasî girtîgehek dibe, kêliyên ku çav dibînin û bîranînen ku hiş dikole hene.
"Em ê bi reqsê rabin ser piyan"
Her roja ku ez dijîm û nefes digrim bi qîmet û hêja ye. Rojên tije têkoşîn ên ku em tê re derbas dibin bi coş in. Niha di serê azweriyên ku ez ji wan hez dikim de, reqs û azadî heye. Êdî hemû hebûna min digre dest. Ez dixwazim ji we re behsa jinên din û derdê jinên din bikim û dixwazim binivîsim. Ez hêvî dikim ku rojekê em li seranserê Îranê bi reqsê rabin ser piyan. Hêvîdar im rojek evîndar evîna xwe ne li quncikên herî bêkes ên taxan, biqînin. Hêvî dikim ku sonda jinên berxwedêr ne bi yek-du rêzên min, bi destanan di dîrokê de bimîne.
Maryam Haji Hosseini: Zêdetirî du sal in di girtîgehê de ye. Maryam tercîh kir ku bê av bimîne lê wê bê dewlet, azad û bêdewlet tercîh nekir. Maryam jineke mehkûmî îdamê ye... Maryam 412 roj û hinek rojên din jî di hucreya yek kesî de hatiye girtin. Hem jî li cihekî nenas, ji çavan dûr û haya kesî jê tune ye. Herî dawî bi dayîna cezayê îdamê wê birine Girtîgeha Evînê ya qawîşa jinan... Maryam ji sûcê 'sîxuriyê' ceza girtiye. Ew ji her rayedarê ku tê girtîgehê lava dike û dibêje: “Hezaran car daxwaza xwe dubare dike û dibêje, ‘tu belge û rêzek jî tune ye ku sîxuriya min îsbat bike, ez nikarim bi vî sûcî re bijîm, ji kerema xwe di zûtirîn demê de min îdam bikin”.
Niloufar Bayani: Ew ji bo bi taybetî MOSSAD û CIA û gelek saziyên din ên bi sûcê 'sîxuriyê' hat dîtin! Niloufar a xwendekara Zanîngeha Columbia û xebatkara Neteweyên Yekbûyî, 5 salên xwe di girtîgehê de derbas dike. Ji 5 salan 2 sal tenê di tecrîdê de derbas kiriye û her tim rastî îşkence, muameleya xerab û zextên derûnî hatiye. Ji bo Niloufarê her tişt dest bi mirinê dike ji ber ku ew pir ji xwezayê hez dike û her roj têkiliya xwe ya bi xwezayê re winda dike, niha tenê dikare ji girtîgehê li ewran temaşe bike...
Nahid Taghavi: Hemwelatiyê Îran û Almanyayê ye. Hat welatê xwe. Xwe fedayê têkoşîna wekheviyê kiriye û dilek wê yê ku ji bo azadî, edalet û wekheviyê lê dixe heye. Dayik û zarokê wê li derveyî Îranê li benda wê ne. Her cara ku ji axaftina bi telefonê vedigere, bi awayekî din li dinyayê dinêre û bi fikar e ...
Hûn dizanin carna tu dixwazi bigirî, hûn bigrîn lê pêşî êşa dilê kê nêzîkê dilopa hêsirê wê ye, gava yekem ji wê tê û ev yek bi beramber berdewam dike... Tu digrî dil bi dil, çav bi çav lê ne ewqas hêsan e, hûn bi hêviyê digrîn...
Zohrev Sarv: 7 sal cezayê girtîgehê girtiye. Di zindana Karçakê de 2 sal maye, tenê du mehan serbest hat berdan û piştî wê dîsa hat girtin û anîn vir. Ew jineke hestiyar û sempatîk e. Pir kîbar e. Mîna xwedawendek e. Ji bilî dayika wê ya nexweş tu kesê wê tune ye. Çavên wê li riya keça wê ya ku 7 sal cezayê girtîgehê girtine ne.
Shohreh (Leyla) Qolikhani: Ew jineke wisa tenê hatiye hiştin ku ger rojekê ji girtîgehê derkeve, ji bo cihê wê ye biçe nebe 21 milyon Tomayên Îranî yên ku di tevahiya jiyana xwe de kom kiriye, hat desteserkirin. Xwedê dizane ku bi kedek çawa û hewldanek çiqas mezin berhev kiriye.
Gloria Abbasî: Demek dirêj e naxive. Tenê qîrînên xwe dibihîze. Ew diêşe û tenê diqîre. Romatîzmaya wê ya giran heye. Hûn bifikirin çawa di şert û mercên girtîgeha Gloriayê de têkoşîna jiyanê dide. Hem nexweşiya siyatîka û hem jî nexweşiya wê ya dil a kronîk heye. Tevî hemû êşên xwe, li Gloriayê li ber xwe dide. Ew diqîre, carna ji êşên xwe diqîre lê qet gazinan nake. Tu caran serê xwe ji qedera xwe re natewîne.
Zahra Zehtabachi: Girtiya jin a herî extiyar a Girtîgeha Evînê ye. Di 9 salan de tenê carekê ev jî ji ber ku nexweşa kroner a dil hebû destûra tibî girt.
Sepideh Kaskahin: 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Mîna Niloufar ew jî bi sûcê sîxuriyê hat darizandin. 2 sal rastî tundiya psîkolojîk û îşkenceyê hat. Sepide û Hooman hevalên refêne, hevpîşê, hevrê, bênavûdeng, mirov, jin... Dizanin ku rojekê girtîgeh û ev her tişt derbas bibin.
Sepideh Qalyan
Girtîgeha Evînê/Qawîşa Jinan.”