Ji şêniyên Minbicê Henan Mihemed qala sepanên çeteyên DAIŞ’ê kir

Henan Mihemed got ku rizgarî xewna şêniyên bajêr, bi taybetî jinan bû, lê gelek malbat bi vê yekê şa nebûn, ji ber mayinên ku DAİŞ'ê çandibûn mirovên xwe winda kirin.

SÎBÎLİYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de pêngava xwe ya leşkerî ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ragihand û piştî 73 rojan hêzên leşkerî bajarê Minbicê ji çeteyên DAİŞ'ê rizgar kirin.

"DAIŞ'ê bi rojan cenaze daliqandî dihiştin û nedihiştin ku malbatên wan, wan veşêrin"

Henan Mihemed a ku di roja yekem a rizgarkirinê de hevjînê wê bi mayîneke ku li mala wan ji aliyê çeteyên DAİŞ'ê ve hatibû çandin jiyana xwe ji dest da wiha got: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar xistin bin kontrola xwe, qanûnên xwe li ser jinan ferz kirin û derfetên kar jî neman û ev yek rewşa jiyana me xirab kir. Li dijî xelkê bajêr tawan pêk dianîn, di jiyana me de yekem car me dîmenên serjêkirinê dîtin, ku li cihên giştî çêdibûn û rojane serî li dewareyan dihatin daliqandin. DAİŞ'ê dihişt ku malbatên mexdûran li cenazeyên zarokên xwe temaşe bikin. DAİŞ'ê bi rojan cenaze daliqandî dihiştin û nedihiştin ku malbatên wan, wan veşêrin. Piştre cenaze bi maşîna şaredariyê diavêtin cihekî dûrî bajêr."

"Nehiştin kêfa me ya ji bo rizgarkirina Minbicê temam bibe"

Henan Mihemed got ku DAIŞ'ê xelkê Minbicê wek mertalên zindî bi kar anî û wiha pê de çû: " Di roja rizgarikina Minbicê de çeteyên DAIŞ’ê vekişiyan û hejmareke zêde welatî bi xwe re birin. Di wê demê de hevjînê min vegeriya malê da ku rewşê kontrol bike û bizanibe ku mayin tine ne, da ku em bi silametî vegerin mala xwe, lê mayînek ku ji aliyê çeteyan ve di mala me de hatibû çandin di hevjînê min de teqiya û bi giranî birîndar bû ew rakirin nexweşxaneya Kobanê lê jiyana xwe ji dest da.”

“Divê çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin”

Henan Mihemed daxwaza xwe ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê anî ser ziman û wiha got: “Ger li Minbicê bijîjk û ​​nexweşxane hebana hevjînê min jiyana xwe ji dest nedida. Çend kes ji xizmên min jî hatin kuştin, di nav wan de kurê xaltîka min ê 20 salî. Ji eşîra me 10 kesên ku di nav wan de 4 zarokên 13-14 salî hebûn bi mînekê hatin kuştin. Birayê min Elî Mihemed û xalê min Hesen Hemûd jî hefteyek beriya rizgarkirina bajêr ji aliyê sekvanekî ve hatin hedefgirtin û hatin kuştin. Min digot em rizgar bûn û DAIŞ bi dawî bû, lê min nedizanî ku em bi rizgarkirina bajarên xwe şa nabin, mirina hevjînê min hişt ku ez kêfxweşiya rizgarkirinê ji bîr bikim. Nehiştin kêfa me ya ji bo rizgarkirina Minbicê temam bibe. Em daxwaza darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine girtin dikin."