Ji şahida hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a dema şerê Kobanê Emîne Ismayil

Emîne Ismayil yek ji jinên gundê Çolbegî yê ku li Rojavayê Kobanê dikeve, bûye şahidiya hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk di dema şerê Kobanê de. Koçberiyê hişt ku gelek êş û azar di hundirê jin, zarok, ciwan, pîr û kalan de bê dîtin, her ji wan yekê/î serpêhateyeke koçberiyê heye ku mirov wan guhdar bike.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê yê girêdayî dewleta tirk bi awayekî hov êrîşî Kantona Kobanê kirin, di encamê de zirarên madî û menewî çêbûn. Sê tiltên ji şêniyên Kobanê bi darê zorê koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, tiltek ji şêniyan jî li ser sînor jiyana xwe di şert û mercên zehmet de berdewam kirin. Kesên ku li ser sînor dijiyan jî ji aliyê leşkerên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê ve dihatin topbarankirin û di encamê de mirov û lawiran jiyana xwe ji dest didan. Di zivistanê de gel di maşîneyan xwe de an jî di bin axê de radizan, ji ber wan kesan nedikarî dest ji axa xwe berdin û sînoran derbaskirin hin ji wan ji kesera li ser axa xwe jiyîn dawî li jiyan wan hat, hin ji wan jî li ser sînor hatin definkirin lê jiyana li welatên biyaniyan nepejirandin û bi îsrar li rex şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'e diman. Her çendî ew li ser axa xwe jiyan dikirin jî lê çavên wan li Kobanê bû ku çawa roj bi roj Kobanê tê ruxandin, şewtandin û wêrankirin, hesreta gel ew bû ku Kobanê bê rizgarkirin û car din gel vegere li ser axa xwe û jiyana bi ewle di bajrê xwe bijîn. Lê ew rastî çêbû şervanan ruxmî teknîka kêm Kobanê rizgar kirin û vîna çeteyên DAIŞ'ê di Kobanê de şikandin.
Yek ji wan kesên ku li ser sînor dijiyan û bi çavên xwe bû şahidiya wan bûyeran Emîne Ismayil e, ji ajansaa me re axivî.
"Koçberiyê em perîşan kirin" 
Emîne behsa serpêhatiya xwe ya koçberiyê dike û wiha got: "Em li mala xwe bûn, rast e şer li derdora me hebû lê haya me ji koçberiyê tunebû. Dema min bihîst şer gihîşt ber derî min lawirên xwe berdan û berê xwe da sînor, li ser sînor ez û zarokên xwe derdora 16 rojan man lê jiyana me bi zehmetî û bi tirs derbas bû. Li sê aliyan şer diqewimî dewleta tirk, çeteyên wî û QSD'ê, em di nava şer de bûn, bi şev û roj Kobanê dihat topbarankirin, li ber çavên me malên me dihatin dizîn, talankirin û Kobanê dihat rûxandin. Ji bilî tirs û xofê me hemû êş û azar jî kişandin lê çavên min her tim li vegera malê bûn. Çawa ez xwe bigihîjînim mala xwe û derbasî Bakurê Kurdistanê nebim. Destpêkê hawan li gund ket êdî şer dijwar bû em ji malên xwe derketin û me berê xwe da ser sînor. Pêşiya min 100 lawir hatin kuştin, leşkerên dewleta tirk ji min re gotin ‘tu çêlekên xwe bernedî em ê te bikujin.’ Min got na bila ez bimrim lê lawirên min nemrin, hew min dît ku çêlekên min hemû li erdê ne û mirine. Min kir hawar lê min tu feyde nedît ji ber ku ew me derbas dikin û ew me dikujin êdî em ketin nava lepên çeteyan û leşkerên dewleta tirk."
"DAIŞ her li pey me bû"
Emîne di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi zorê gel ji dest çeteyan rizgar bûye û pêde çû: "Piştî çeteyên DAIŞ'ê gihîştin nêzî îzaê cihê radyoyê, me berê xwe da gundê Kazikan du rojan em bê xwarin û vexwarin li wir man. Di nîvê şevê de çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta tirk top û tang avêtin QSD'ê, bi şev em ranedizan me çavên xwe li Kobanê dizivirand û li derdora xwe mêze dikirin ka ev top li ku bikeve yan jî kî ji me jiyana xwe ji dest bide. Ji milekî dewleta tirk li milê din jî çeteyan êrîşî Kobanê dikirin, min bi çavên xwe dît ku top ji qereqolên tirkan dihatin li Kobanê diketin, demê ku Erdogan dibêje ez alîkariya çeteyan nakim, ew bi xwe derewan dike, ji ber li pêşiya çavên me tirkan êrîşî Kobanê dike. Mînaka herî berbiçav deriyê di navbera Kobanê û Mirşid Pinar de bû. Rojane em rastî topbaranan dihatin, me çiqas hewl dida ku em dûrî axa xwe nekevin lê çeteyan zor li me dikirin, li rex vî şerî mayinên ser sînor jî hebûn. Êdî jiyan zehmet dibû, ez mecbûr mam berê xwe bidim Bakurê Kurdistanê, li Bakur jî jiyan zehbet bû, li ber çavên min Kobanê dinale û em jî sînoran derbas dikin, min tehemul nekir careke din zivirîm warê xwe û jiyana xwe min domand."
"Jiyana li ser axa Kobanê ji nû ve jidayikbûyin e"
Emîne bi got ku li şûna em li ser axeke din bijîn bila em li ser axa xwe bimrin baştir e û wiha got: "Dema ez zivîrim li ser axa Kobanê, min got qey ez ji nû ve dayik bûme, rast e mal û milk hatibû dizîn û xirabkirin jî lê dîsa jî me careke din malên xwe avakirin, bajarê xwe xemiland. Êdî ez naxwazim ji Kobanê derkevim, bila mirov li ser axa xwe jiyan bike, lê bila li welatên din jiyan neke, ji ber ku koçberî gelekî zehmet e. Niha jî ez li mala xwe li ser axa xwe dijîm, bi şevê dema ku ez radizêm ez dizanim ku ez di cihekî bi ewle me, ez rojek ji welatê xwe bi sed welatên din nadim, welatê xelkê ji me re nabim war. Xerîbî gelekî zehmet e û jiyan lê nebe. Çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk armanca wan Kobanê bê dagirkirin û demografiya herêmê bê guhertin. Lê berxwadana şervanan ji ya wan bihêztir bû, gotina Erdogan ku digot Kobanê ha ket ha wê bikeve negihîşt serî û Kobanê bi ser ket û dewleta tirk bi bin ket, wê her tim serkeftin para me Kurdan be."