Ji ragihandinê ber bi afrêneriyê ve

Xewle Lihîlalî ya ku ji gotina ‘Karê tu jê hez dikî bike’ ilham girtî ye û ji bo xwe kiriye weke pirensiba jiyanê. Keça ciwan a xwedî bawernameya ragihandin û nuçegihaniyê, gotinê pêşiyên xwe napejirîne û ber bi pêkanînên hêviyên xwe ve di keve rê.

Xewle Lihîlalî ya ku ji gotina ‘Karê tu jê hez dikî bike’ ilham girtî ye û ji bo xwe kiriye weke pirensiba jiyanê.  Keça ciwan a xwedî bawernameya ragihandin û nuçegihaniyê, gotinê pêşiyên xwe napejirîne û ber bi pêkanînên hêviyên xwe ve di keve rê.
HENAN HARÎT
Mexrib- Xewle Lihîlalî sedema dest jê berdana pîşeya rojnamevaniyê weke nebûna baweriya wê ya bi rêya sererastkirina hin bûyerên çapemeniyê bi nav dike û piraniya gotarên Mexribî dibin lêpirsîna “El-Boz” re derbas dike. Her wisa piranî çapemenî bûyeran ji aliyên neyînî ve digirin dest bê ku li aliyê erênî binêrin, û ev jî wêneyek nerast yan jî rastiya kêm dide diyar kirin. 
Xewle Lihîlalî  ya 23 salî weke nûçegihanekê çar salan kar kiriye.  Ji ajansa me NUJINHA re behsa sedemê terikandina pîşeya ragihandinê û çûyîna ber bi cîhana bûkan ve nirxandin kir.
Xewle Lihîlelî diyar kir ku ew di karê xwe yê rojnamevantiyê de li rojnamevaniyek aveker digeriya û dibêje: “Bersiva pênc pirsên ku profesorên li Enstîtuya Rojnamegeriyê ji me dikir: kî, çi, li ku, kengî û çima? û bersiva wan jî bide: çare çi ye? lê belê ev pirs ne li gorî daxwaza yên wezîfedar bûn û bê hurmet nêz dibûn. Bi gîştî em bêjin ev bê hurmetî ne li gorî daxwaza min bû. Fotoyên min avaker bûn ji ber ku pirsgirêk û çareserî didît û lê digeriya, eve dengê gel. Ev raman her û her ez dikişandim. Ev bû sedem ku ez ji xwe bipirsim ka ezê di qada ragihandinê ya zorê dikêşe de çi bikim?  Ji ber di ragihandinê de tiştê ku hêvî û aboriyê bide min neda min, min jî biryara vekişînê da û ez ber bi hêviyê xwe ve firiyam.”
Bav û hevjînê min bi min re bûn alîkar
Xewleyê bi bîr xist ku ji bo hêviyên xwe pêk bîne û xwe ispat bike, di sibata 2020’an de beriya derketina şewba Corona yê li Mexibê biryara karê kuaforê dide û got: “Helbet despêkê gelek zehmet bû. Pêdiviya min bi pereyek zêde hebû, bav û hevjînê min bi min re bûn alîkar û min jî dest bi kirîna pêdiviyên bûkan kir. Min dikanek vekir û min dest bi karê xwe kir. Bi rêya havalên min yên rojanamevan li ser malperên tora civakî cihê karê xwe didim nasîn, ev hemû jî bi saya havalê min pêktê.” 
Di karê kuaforê de jî baldarim
Xewle karê kuafor û ragihandinê wiha tîne ziman: “Dema ez li ser karê xwe yê nû difikirim min ti nakokî bi karê nûçegihantiyê re ne didît. Dema min goterek yan jî roportajek amade dikir, li ser hevok, rêziman û ramanên wê baldar bûm û serenavek guncaw min lê dikir da ku xweşk û hevsengiyek tê de hebe. Lewra li ser karê kuaforê jî wisa baldarim ku cil û aksesuarên bûkê li hevhatî be da ku bi rengek bedewtir derbikeve.”
Kêfxweşiya bûkê ya mine
Xewle bal kişand li ser cil û bergên bukan û wiha dom kir: “Ez hewil didim ku cilên gelerî ji bo bûkan bi xwe bidim çêkirin. Li ser pîşekaran pişniyarên xwe dibêjim da ku xeftanên bi mîmarên cihêreng  werin xemilandin. Her wiha kevirên rengîn ji bû çêkirina aksasuarên bûkê bi xemilînin. Pîşeya kuafor hişt ku ez di çêkirina cilan de pispor û afrenêr bibim. Ez hewil didim ku cilên gelerî bi yê nûjen re girêdanekê çêbikim ku bi siwar kirina bûkê re balkêş bibe.” 
Afirênerî di her qadan de heye
Xewle Lihîlalî bilêv kir ku ji ber ew gelek bi pîşeya xwe ve girêdayî ye û beriya  derketina corona hikumetê ragihand ku dawet qedexene û wiha pêde çu: “ Qeyrana corona hêla ku ez xwe nas bikim, bê çiqasî bi sebir û xwedî îrade û hêviyên mezin bim. Ez di wê baweriyê de me ezê bigihim hemû hêviyên xwe. Ji ber ku afrênerî di her qadê de heye, ya girîng mirov daxwaza karekî ku bixwaze bike wê helbet bi afrêner be. Her kesek divê di hundirê xwe de li daxwaza xwe bigere, bê guman cihê ku lê pêk bîne wê bibîne û bi afirîn e.”