Ji nêçîra pîrebok heta 'çîroka dapîra min'...

Her çend agahiya di navbera pîrik û jinên şîfavan de hatiye veguhestin û hewil hat dayîn bi nêçîra pîrebokan bê dawî anîn jî, serket ku bigihe roja îro. Çîroka dapîra min jî bi rastî di çîroka gelek jinên xwedî zanîst e de veşartî ye.

EKÎN ARDA

Navenda Nûçeyan – Jinan bi serdeman hunermendên hunera dermankirinê ku ji ritûelerên efsûnî yên hevaltiya dermanên giyayan dike, bûne. Di pêvajoya ku bi dawîbûna serdema mîtolojîk a li civakên rojavayî dest pê kir de, wek paralelê qezençkirina karekterek hegemonîk ê zayenda mêr pêkanîna dermankirinê ya jinê weke pirsgirêk hatiye dîtin û dest bi pêşîlêgirtinê hatiye kirin. Lê belê jinê tevî her cure zextên weke nêçîra pîrebok û qedexeyên qanûnî/dînî yên bi sedsalan dewam kir jî, vê çawanî winda nekir û heta roja me ya îro anî ye.

Kolan bi qisedanan dihat paqijkirin

Ez ji vir rê dikevim û dest bi çîroka dapîra xwe dikim….Dema ez zarok bûm, navînî di navbera temana 3-6 salî bûm. Di navbera salên 80-90’an de… 7 zarokên dapîra min hene, yek ji wan bavê min e. Em li taxa Alişapa ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê ne. Hêj nehatiye hilweşandin, têkiliyên cîrantiyê jî tam di tehma jiyana komunal de ye. Jin her sibe ji xew radibin, saet derdora 06:00’ê sibê ye. Di destê wan de sivlik û her jin pêşiya mala xwe paqij dike, av lê dike û dişo. Ez li ser ban radizêm û dengê wan di guhên min de ye... Ew kêlî ewqas bi aram e ku, kêliyên ku min hertim xeyala vê dikir. Têkiliya ava ku li ser kevirê direjîn bi axê re, bêhna wê dihat heta pozê min. Dema em ji xew hişyar dibûn kolana me paqij û tijî aram bû.

Bêhna rihanê hemû taxê dorpêç dikir

Li her par aliyê hewşê kulîlk hene….Bêhna rihanê hemû taxê dorpêç dikir, rezên tirî, kulîlkên sîfik yên roj vedibûn û bi şev radizan û gelek kulîlkên wê yên din ku navê wan nizanim hebûn. Her sibe kulîlkan av didan û aliyekî jî stran distire. Nexwe ew ew qas xweşa kulîlkan çûye ku tavilê zindî dibûn û mezin dibûn. Derenceyek ku diçû ser ban hebû û li wîr odeyek biçûk. Di navberê de 4-5 mirîşkên wê jî hebûn, lê tiştê ku hêj min fên nekir, mirîşkan tişta ku dapîra min digot fam dikirin. Her roj mirîşk ji derenceyan dadiketin xwarê û dema tenê gavek dima dapîra min diqîriya û şerê wan dikir û ew mirîşk yek rêz li pey hev rêz dibûn û dubare ji derenceyan hildikîşiyan jorê. Em jî bi vê rewşê pir dikeniyan.

Bawerî û wêrektî dida

Dapîra min jineke şerûd bû, gelek şerê bûkên xwe dikir, lê mijar dibû tundiya mêr, her tim li gel jinê radiwestiya. Taybet dema yek ji neviyên wê re tiştek bigotiba, derdiket kolanê û qiyamet radikir. Min herî zêde vê demê xwe ewle hîs dikir, min gelek hêz ji dapîra xwe girt. Bêtirs bû, hemû giraniya malê li ser milên wê bû, ji her karî re dibezî ya. Min hesta ewlehiyê ku li gel dayîk û bavê xwe hîs nedikir, li gel wê hîs dikir lê mixabin wek kesekî ku bi fikarên dayîk û bavê xwe jiyan kir, qet ne şibiyam dapîra xwe. Bi vê xemgîniyê re em werin aliyê şîfakar ya dapîra min.

Tedawiya jinan dikir

Malek dapîra min ya bi çar ode û bi hewş hebû, di nava hewşê de pencereyên hesin ên piçûk û di qata şêmzemîn de jî penîr û tirşiyên çêdikir vedişart. Di roniyên ewil ên rojê de, zarokan û amedekariua taştê hebû. Her roj, ji taxê an jî taxên din jin dihatin. Min destpêke dapîra xwe zêde fêm nedikir, lê piştî hinek mezinbûm min dest bi çavderî kirinê kir, ka çi tişt çêdibe… Dapîra min bi destên xwe zikê jinan dibir rast û çepê, guhdarê xwe dida û guhdar dikir. Piştre ramana xwe digot. Piştre min fêmkir ku piraniya jinên dihatin jinên ducanî bûn. Carekê bi zikê jinekî re bi navînî çend seatan mijûl bû. Zaroka jina ducanî beravajî bibû û dapîra min bi paqîjkirina xwêdana ji eniya wê tê bi saetan mijûl bû û di dawî de pitikê rast kir. Jin bi rûyek rûken spasiya xwe pêşkêşî dapîra min kir. Helbet berê sezeryan tune bû, doxûm bi gelemperî li malê dihat çêkirin. Hin jin jî zarokên wan çênedibû û ji bo bizanîbin ka navîkên wan ketiye an ne dihatin li cem dapîra min, dapîrê min wan jî tedawî dikir. Ji bilî vê zarok û ciwanên ling û destên wan xelî û şikestî ne jî dihatin.

Pîrekê gelek zarokan bû

Dapîrê min di fermiyetê de ne bijîjk bû, lê hemû tiştên divê werin çêkirin fêr bibû. Em ji tirs hişyar dibûn û piştre dapîra min digirtin û dibîrin. bavêjin. Piştre min fêm kir ku dapîrê min diçû li gel jinên doxûmê wan destpê dikir, min fêm kir ku dapîrê min di vê demê pîrikî jî dikir. Piştre ez hînbûm ku pîrekê me hemû yan e û ez şahidî jidayikbûna xwîşka xwe jî bibûm. Doxûmek pir zehmet bû, dapîra min ji bo dayika min digot ‘dê bimire’. Ev şev pir zehmetî kişand. Piştre di encama hewildanên mezin de, ji nava taritiya şevê giriya zarokek hat, vê demê xwîşka min ji dayik bibû û dayîka min jî bitendurist bû. Ma niha wisa ye, dema hinek zehmetî dikşînin ji jinan re dibêjin ‘em ê sezeryan dikin’. Helbet li gel vê jin pirsgireken diyar jî dijîn.

'Di serdema me de têkiliyên cîrantî hebûn'

Dapîra min beriya ku jiyana xwe ji dest bide, wiha behsa xwe dikir: “Cilek min hebû û li bexçeya male rêza tiriyan hebû. Dema bapîrê we ajalan dibir çêrandinê, 4-5 rojan nedihat û ez ji bo şûştin û li xwe kirina yekane cilê xwe li benda zûhabûn vê bûm. Ez tevahiya heftiyek tenê tirî û nan dixwer û li malê tiştek din tunê bû. Carekê ez li ser kolanê pere dît û cara yekemîn min dît ku pere tiştek çawa ne, lê min nizanibû ku ezê bivî pereyê re çi bikirim. Piştre ez çûm û min sabûnek kirî. Di serdama me de tiştek tune bû, lê mirovatî û cîrantî hebû. Jin sohbet dikirin û derdên xwe ji hevdû re digotin. Ma niha hûsaye, hemû kes xwe nava diwarên beton de defin kirine, di rastiyê de hemû gorek in.”

Em jinên zanîst bidin jiyîn

Kengî em ji vê xaniya bi hewş barkir, jiyan rewşek pir cûda. Fêrbûna me ya xaniyên bi beton bi zehmet bû, li pêşiya me zeviyek hebû, dapîra min û bapîrê min her roj xwe avêtin li wir. Bi tu awayî fêrî ew xaniyên beton nebûn. Jin dîsa tek tûk nihatin, lê ji ber ku  dapîra min êdî pîr bibû nikaribû alîkariya jinan bike. Me beriya salên dirêj wê winda kir, dayîna jiyankirina zanîsta wê bû deynê me. Li vê erdnigarî gelek jinên zanîst ku divê çîroka wê were nivîsandin hene, dibe ku ev gotar dê bibe pêşbîniyek. Pêwîste çîrokên bivî awayî werin nivîsandin, jin çawa bûn xwedî zanîst û şîfavan were vegotin.