Ji Kampa Holê heta Kampa Cedaa lêkolînek balkêş
Malbatên Iraqî yên ku koçberî kampa Holê bûne, bi pirsgirêkan re rûbirû ne di nav de nebûna belgeyên nasnameyê ji bo zarokên ku di kampê de ji dayik bûne, wêrankirina malên wan û tirsa ji tolhildanê.

RACA HAMÎD REŞÎD
Iraq – Pirsgirêka Kampa Holê, li herêmê yek ji dosyayên herî hesas ên mirovî û ewlehiyê ye. Lewma, bi armanca vegera malbatên Iraqî, rehabîlîtasyon û entegrekirina civakê, ji bo mercên têkildar di çarçova planek berfireh de gavên bi baldarî tên avêtin. Armanca vê planê, çareserkirina tengasiyên têkildarî mijarê û mîsogerkirina ewlehiya sînor e.
‘Jinên ji kampê vedigerin ji îdeolojiya DAIŞ’ê bandor bûne an na?
Lêkolîner Beşra Zevaynî, di projeya ji nû ve rehabîlîtekirina jin û zarokên DAIŞ’ê yên ji Kampa Holê vedigerin de cîh digre. Beşra diyar kir ku bi komeke ji akademisyen, aktîvîstên sivîl, derûnnas û komên hûnerê pêk te re dixebite. Beşra Zevaynî, da zanîn ekîb bi rêya formên çavderî û anketên ji qadê, hewil dide tesbît bike jinên ji kampê vedigerin ji îdeolojiya DAIŞ’ê bandor bûne an na. Beşra Zevaynî, diyar kir ku tenê malbatên ji jin û zarokên Iraqî pêk tên li kampa Holê ya li Sûriyeyê tên girtin. Beşra ragihand ku ev jin û zarok li kampên Cedaa yên hejmar 1, 2, 3, 4 û 5 ên girêdayî bajarê Mûsila Iraqê tên bicîhkirin.
Beşra Zevaynî, da zanîn ku bi taybetî di projeyek li kampa Cedaa ya hejmar 5 de cîh digre û ev agahî dan: “Di projeyê de me jin û zarokan beşdarî bernameyên rehabîlîtasyona derûnî ya berfireh kir. Ev bernameya ku bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Tenduristî, Wezareta Perwerde û saziyên civaka sivîl tê meşandin; di nava xwe de rêfên perwerde, pêşandana şano, çalakiyên cûrbecûr û pîrozbahiyan hildigre.”
Rehabîlîtasyona fikrî
Beşra Zevaynî, destnîşan kir ku bername çar mehan berdewam kiriye û di vê pêvajoyê de bi armanca ji bo ferd adepteyî jiyana asayî bibin rehabîlîtasyona fikrî ya erênî hatiye meşandin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de bi bingehgirtina jiyana rojane û çavderiyê, tê diyarkirin ku di nava jin û zarokên li kampê de kijan radîkal bûne û me bernameya rehabîlîtasyonê bi vî awayî amede dikir.”
Beşra Zevaynî, da zanîn ku her çiqas di destpêkê de di wêneyên zarokan de mijarên wek serjêkirin, çek û teqemeniyan cih digirt jî, bi pêşketîna seansên derûnî û çalakiyan re ev wêne hêdî hêdî veguherîne xêzkirinên aştiyane û wêneyên zarokan û wiha got: “Her wiha maçên futbolê, semînerên pêşxistina aştiya civakî û çalakiyên hişyarikirina dijî tundiyê hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de, ekîbên derûnînasên pispor, ji bo zarok û jinan ji nû ve entegreyî civakê bibin û piştgiriya ji bo derbaskirina travmayên jiyan kirine, hatin erkdarkirin. Piştî bidawîbûna pêvajoya rehabîlîtasyonê jî, malbat vedigerin malên xwe yên berê. Lê, hinek malbatan bi taybetî jinên ku hevjin û kurê wan beşdarî DAIŞ’ê bûne, ji ber li herêmên dijîn bi xeteriya doza xwînê re rû bi rû ne, naxwazin vegerin herêmên xwe û biryar didin li herêmên din bimînin. Ji ber piraniya wan kesan an mirine an winda bûne an jî hatine înfazkirin. Malbatên ku tu pirsgirêkên wan ji aliyê rêberên aşîretên xwe ve tuneye, vedigerin herêmên xwe yên berê.”
‘Jin mexdûrê şert û mercên malbatî ne’
Lêkolîner Beşra Zevaynî, diyar kir ku kamp tenê jin û zarokên ku jî temenê 15 salî biçûktir in qebûl dike û hemû kesên tên ji aliyê Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî û Saziya Ewlehiyê Neteweyî ve ji kontrolên tund derbas dibin û da zanîn destûr nayê dayîn tu endamek terorê derbasî kampê bibe. Lêkolîner Beşra destnîşan kir piraniya jinên ji nêzî 200 malbatên ku di dema xebata xwe de hevdîtin kiriye, ne terorîst in, mexdûrên şert û mercên malbatî ne. Beşra, ragihand ku gelek jin ji ber ku kampa Cedaayê li cihek bi ewlehî bi rihetî diaxivîn û got: “Jinan dema rojên bi tirs ên li Kampa Holê vedigotin, diyar kirin ku rojane rasthatina dîmena jinek serjêkirî, veguheriye rewşeke asayî. Dema sedema cînayetên wiha dihat pirsîn jî, diyar kirin malbatên DAIŞ’ê jinên ku fermanên wan bicîh naynin an jî binpê dikin, an bêbextî dikin an jî bi hinceta “namûsê” qetil dikin. Ev hemû jin an li malên xwe yên berê an jî bi daxwazên xwe li Hewlerê li avahiyên nû tên bicîhkirin.”
Ezmûnên ji Kampa Holê
Bijîşk Nebras Hadî ya di ekîba lêkolîner de cih digre, erka xwe ya di dosyaya Kampa Holê de wek “tercûbeyek neasayî”pênase kir û wiha got: “Min şahidî jî derûnî û şert û mercên jiyanê yên malbatan re kir.”
Ekîba ku Bijîşk Nebras Hadî di nav de kar dike, ekîba hûcreya derûnî ya girêdayî Navenda Mikemeliyet a ji bo Rehabîlîtasyona Derûnî û Civakî ya Malbatên Koçber hatibû avakirin bû. Ev ekîb, bi rehabîlîtasyona malbatên koçber ên piraniya wan ji jin û zarokên mexdûrên kevneşopiyan hatibûn erkdarkirin.
Bandorên kûr ên îdeolojiya DAIŞ’ê
Bijîşk Nebras, diyar kir di bersivên ku ji bo formên hevpeyvînê hatine dayîn de bandorên kûr ên îdeolojiya DAİŞ’ê yên li ser jin û zarokan ditîne. Bijîşk, da zanîn daxwaza herî mezin a jinan bi zarokên xwe re bi awayekî bi ewle vegerin malên xwe bû. Nebras Hadî, destnîşan kir ku hevjinê yek ji jinên hevdîtin kirine, endamê DAIŞ’ê ye û ji ber êşên ku hevjinê wê bi wê daye kişandin, nifir li hevjinê kiriye. Nebras da zanîn ku jinê diyar kiriye ku hevjinê wê, wê û zarokên wê bi darê zorê bi xwe re biriye.
‘Divê hikûmeta navendî malên van malbatan ji nû ve ava bike’
Bijîşk Nebras Hadî, balkişand ser gelek zehmetiyên ku vegera vê malbatê zehmet dike û wiha axivî: “Bi taybetî li kampê nebûna belgeyên nasnameya zarokên nû jidayîk bûne, xirabûna malên wan ên berê, fikara negirtina alîkariyê û ya herî girîng jî tirsa doza xwînê ne. Gelek jinan diyar kirin ku ji ber tirsa hilgirtina tolhildana malbatên mexdûrên li herêmê, naxwazin vegerin.”Nebras Hadî, destnîşan kir ku divê hikûmeta navendî malên van malbatan ji nû ve ava bike, piştgiriya madî bide, ewlehiya wan mîsoger bike, pêdiviyên wan ên jiyanê dabîn bike û zarokan ji nû ve ji bo dibistanê bide qezenckirin. Nebras Hadî, di dawiya axaftina xwe de balkişand ser erk û berpirsyariya eşîr û civakê û wiha got: “Erk û berpirsyartiya eşîr û civakê jî bihêzkirina ahenga civakî û bidawîanîna vederkirin û cûdakariyê ye.”
Li gorî çavkaniyên hikûmetê, heta 22’yê Hezîrana 2025’an îstatîstîkên hatin, çûyîn û mayînê ya li Navenda El-Amal ya malbatan wiha ye:
• Hejmara malbatên hatine: 4 hezar û 452
• Hejmara ferdên hatine: 17 hezar û 132
• Hejmara malbatên çûne: 2 hezar û 947
• Hejmara ferdên çûne: 10 hezar û 799
• Hejmara malbatên mane: Hezar û 659
• Hejmara ferdên mane: 6 hezar û 292
• Hejmara yên ji nû dayîkbûne: 148
• Hejmara kesên mirine: 25
• Hejmara kesên hatine girtîn:: 159
Di navbera Adara 2021’an û 22’yê Hezîrana 2025’an de, bi giştî 27 kom ketine nava navendê.