Ji germahî û evîna rojên berê: Tifik

Fatima El-Micwel a ku zêdetirî 30 sal in tifikê çêdike û bi kar tîne behsa rojên berê kir û da zanîn ku tifik yek ji alavên kevnar ê serdema dayik û dapîrên me ne ji lewre ew heya roja îro bi kar tîne û naxwaze dest jê berde, ji ber ku gelek sûdên wê hene.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Jiyana gundan jiyaneke dewlemend e, hem ji aliyê alavên wê yên kevnar ve hem jî ew rihê komînal ê ku di navbera wan de ye. Di bingeh de jiyana gundan bersiva herî rast a li dijî desthilatdarî û hişmendiya dewletê ye. Li gundan berjewendiyên sîtemkaran radiweste, şûna wê jiyanea hevbeş, hîskirina êş a hev û dermanbûna ji birînên hev re, hatiye rûniştandin. Berê di heyama zarokatiyê de li her malê tifik nehatibûya dîtin, nedibû. Tifik li kêleka tenûrê ango li hundirê malê dihat çêkirin û xwarinên xwe li ser çêdikirin. Ji ber ku di salên borî de bi mehan tûpên gazê nedigihîştin destên malbatan, ji lewre her malekê tifikek çêdikir. Lê ev çand ji ber pêşketina amûran û hebûna tûpên gazê, pir kêm bûye. Lê li gundan ev çand heya astekê tê parastin. Ji bo ku em bêtir tifikê û sûdên wê nas bikin, me berê xwe da gundê Cûxaniyê yê li Çiyayê Kizwanan girêdayî Kantona Hesekê li Herêma Cizîrê, bi dayikeke ku ev 30 sal in tifikê çêdike re, hevdîtin çêkir û ji me re behsa wê kir.
"Kêliyên salên berê bi wate û nirx bûn"
Fatima di destpêkê de bi hesreta jiyana rojên berê çend bîranînên xwe parve kir: "Sal, roj, meh û kêliyên me yên berê pir watedar û bi nirx bûn. Her tiştê me ji xwezayê bû, ev yek dihişt ku em hinek salên din bijîn. Bi taybetî ew xwarin, çay û rûnê ku me li ser agir çêdikir, tameke wan a cuda hebû. Ya girîng ne tama wê bû, xweşbûna rojên berê li ser axa kevnar bû. Berê hemû karê me li ser tifikê bû û jiyana me di malên ji axê de bûn. Roj derbas bûn û gelek guhertin çêbûn lê rih ew rih e û dil ew dil e, ne ji bîr bûn û ne jî hatin guhertin."
"Gelo tifik ji çi çêdibe?"
Fatima bal kişand ser çêkirina tifikê û bikaranîna wê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Tifik ji axa sor, ka, xwê, av û mûyê bizinê pêk tê. Piştî ku em wan tevlihev dikin û baş çêdikin, em dest bi lêkirina wê dikin. Em tifika xwe wekî giroverekê lêdikin û dirêjahiya wê zêdetirî 30 sm. lêdikin, paşê ji bo dûmana wê derkeve em du qolikan çêdikin. Heya saetekê du saetan radiwestin, heta ku zuha bibe. Paşê em buşkulan tînin, dixin hundirê wê û bi vî rengî agirê wê vêdixin û gur dibe."
"Alternatîfa mazot û tûpên gazê, tifik e"
Fatima da payîn ku tifik çandeke di rojên herî zor de rêhevala me bûye û wiha domand: "Di salên berê de ji ber ku mazot û gaz nedihat peydakirin û pir zor bû em wiha jiyana xwe derbas bikin, me wekî alternatîf tifik çêdikir. Ardiwê tifikê jî ji buşkulên bizin û dewaran, tepikê çêlek û keran, qirş û qurmên daran in. Piştî ku em bin bizinan paqij dikin, wan bişkul, sergîn û tepikên çêlekan kom dikin, li ber tav û li ser dîwaran radixin heya ku zuha dibe. Paşê em dixin xaniyekî biçûk û dora wê diseyînin û ji zivistanê re hiltînin."
"Xwarinê çêdike, di zivistanê de jî germahiyê dide me" 
Fatima da zanîn ku xwarin û çaya li ser tifikê rojên berê bîra wan tîne û wiha pêl da gotina xwe: "Ji bo min çêkirina xwarin, çay û ava li ser tifikê baştir e, ez paporê vêxim û dengê wê yê bilind ê nexweş guhdarî bikim. Ez bi dilekî rihet çaya xwe datînim ser tifikê û li ber wê rûdinêm heya ku çêdibe. Di van kêliyan de jî bi nêrîna li agir ez rojên berê, bi bîra xwe tînim. Ez hemû rengê xwarinê li ser çêdikim. Di zivistanê de jî em li ber agirê tifikê xwe germ dikin. Piştî ku xwarin çêdibe em agirê wê venamirînin, tînin hundir û li ber tîna wê xwe germ dikin."
"Min ji dost û cîranan re jî tifik û tenûr çêdikirin"
Fatima ne tenê ji bo xwe tifikê çêdike, ji bo dost û cîranên xwe jî çêdike û belav dike. Fatima wiha behsa vê yekê kir: "Min di salên berê de tenûrên mezin û tifikên wiha biçûk çêdikirin û li dost û cîranên xwe belav dikir. Da ku nan çêbikin û ava xwe li ser germ bikin, şîr li ser germ bikin û bikelînin. Hinek tifik jî ez mezin çêdikim û sêlikê davêjim ser, da ku nanê sêlê çêbikim. Min bêyî pere li cîranên xwe belav dikir, min digot çawa ez sûdê jê dibînim, bila cîranên min jî bibînin. Gelek rengê tifikê hene lê ez tenê ji bo çêkirina nanê sêlê, çêkirina xwarinê û tifikeke biçûk ji bo çayê jî çêdikim."
"Parastina çanda kevnar, erka hemû dayikên me yên roja îro ye"
Fatima da xuyakirin ku divê mirov dîroka xwe ji bîr neke û xwedî li çanda dapîrên xwe derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîrok û çand hebûna roja me ya îro ne, ger ku milet çanda xwe ji bîr bikin, nikarin di pêşerojê de jî xwe bidin îfadekirin. Dema berê ji demên ku qet nayên jibîrkirin e, dewlemendan alîkariya xizanan dikirin, ji bo dermankirina nexweşekî ji gund pere dihatin komkirin di heman wextê de civatên êvarê jî hebûn. Di wan civatan de hezkirin û rêzgirtin bi pêş diket. Jinan tevn û teşî çêdikirin lê niha ev çand pir kêm bûye. Divê dayikên me yên îro, xwedî li ked û berhema dapîrên xwe derkevin. Divê ku hezkirina di nava gelan de jî bi pêş bikeve. Dîroka xwe ji bîr nekin, da ku hûn bikaribin pêşeroja xwe bihûnin."