Ji êrişên dewleta Tirk herî zêde şêniyên li kampan bandor bûn

Ji êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê herî zêde jî şêniyên li kampan bandor bûn. Jinên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk neçarî koçberiyê man û niha li kampa Newroz dijîn dixwazin êrîş rawestin û vegerin malên xwe.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di çend salan de mal û bajarên bi hezaran mirovan hatin dagirkirin û neçarî koçberiyê bûn. Tenê li herêma Cizîrê 6 kampên koçberan hene. Tirkiye bêserûber êrîşî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û armanc bi êrîşan bi taybetî di vê dema dawî de ew e ku binesaziya herêmê tune bike. Ev êrîş bandorên wê ne tenê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene lê belê zirareke mezin didin koçberên kampan ên ku di nava zor û zehmetiyan de dijîn.

Jinên di Kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku hezar û 30 malbatan dihewîne piraniya wan koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî, Efrîn û gundewarên Til Temirê ne, têkildarî rewş û daxwazên xwe axivîn.

‘Mala min dagir kirin

Sultana Abbas a ji Zirganê ye, çar salan berê ji mala xwe hat koçberkirin ji aliyê dewleta Tirk ve, li Kampa Newroz a Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimîne, wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em ji malên xwe hatin koçberkirin, Erdogan, me û zarokên me perîşan kir. Berê rewşa me baş bû lê niha rewşa me gelek xirab e. Ez û 9 endamên malbata xwe di kampê de dijîn, tenê konek me heye gelo ev kon dikare çi bike ji bo min? Em bi rûmeta li mal û bajarê xwe dijiyan. Piştî ku malên me dagir kirin, tiştek ji me re nema?”

‘Em ewlehiyê dixwazin em ji şer bêzar bûne’

Sultana Abbas destnîşan kir ku senaryoyên şer û tirsa dubarekirina koçberiyê her şev mêvanê xewa wan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne ez û ne jî zarokên me bi rehetî nikarin razên, derûniya me têk çûye. Em ewlehiyê dixwazin, em ji şer bêzar bûne. Bes e ji koçberî û bêmalhiştinê re. Li ser rewşa me ya xerab, rewşa aborî û buhabûna tiştan barê me giran kiriye.”

Kiryarên li dijî me, dijmirovî ne’

Xanim Gur ji bajarê Serêkaniyê yê ku hatiye dagirkirin ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2019’an de, ew bi malbata xwe re derbiderî gelek cihan bûye piştî dagirkirina bajarê wê,  herî dawî li Kampa Newroz a Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûye. Xanim dibêje ku ew ji ber dewleta Tirk û hevkarên wê ji malên xwe derbider bûne û wiha pê de çû: “Em nizanin Erdogan çi ji me dixwaze? Kiryarên li dijî me, dijmirovî ne. Heta roja îro, di kampê de jî em ji kiryarên Tirkiyeyê bêpar nemane, her dem em bi şer re rûbirû ne. Tirkiye dixwaze zêdetir pêşî li koçberiyê veke û gelên me tune bike.”

‘Wêrankirina binesaziyan rewşa me ya li kampê xerabtir dike’

Xanim Gur da zanîn ku bi wêrankirina binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa wan di kampan de xerbatir û dijwartir dike û wiha bi dawî kir: “Bi koçberkirina bi hezaran mirovan rehet nebûn, niha Tirkiye binesaziya herêmê hildiweşîne. Bi dehan jêderên ku pêdiviya jiyanê ne, hatin rûxandin. Em ber bi zivistanê ve diçin gelo em ê çawa debara xwe bikin ger petrol nebe? Di havînê de mirov di bin van konan de ji germê dihele, di zivistanê de jî ji sermayê diqerise.”