Ji Dêrazorê ber bi Til Temirê ve, bi koçberiyê re bûne koçer

Zabila Esed û Şemsa Salih tevî malbata xwe ji gundewarên Dêrazorê di 2016'an de ji ber êrîşên di navbera DAIŞ û rejîma Sûriyê de koçberî Til Temirê dibin û li wê jî ji bo debara jiyanê koçeriyê dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re hêzên herêmî heya navneteweyî û hegemonîk destwerdana herêmê kirin, di encama destwerdanê de krîz kûrtir bû û xwîna gelê Sûriyeyê bêtir rijiya. Sûriyeya ku bûye navenda şer, xelkên wê neçarî koçberiyê bûn. Bi taybetî devera Dêra Zorê gelek hêz û çete lê bi cih dibin, ji rejîma Sûriyeyê heya çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Îranê her wiha beşek jê jî di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê de ne lê bêguman herêmên ku di bin serweriya rejîma Sûriyeyê û çeteyan de ne rewşek wê ya cuda heye. Li wir xelk ji ber nebûna ewlehî û aramiyê xwe dispêrin dever û bajarên din. Zabila Esed û Şemsa Salih tevî hevjîn û zarokên xwe û çend malbatên din, di sala 2016'an de ji gundewarên başurê Dêrazorê koçî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin û li gundewarên navçeya Til Temirê di konan de dijîn. Li cihê ku ew malbat lê dijîn, mirov dikare bibêje ku jiyana komînal heye, tenê tenûrek heye, gelek mal nanê xwe lêdixin her wiha li ser agir avê germ dikiin. Ji bo ku em bêtir sedema hatin, zehmetî û zoriyên wan bizanibin me nêrînên wan girtin.

Ji Dêrazorê ber bi Til Temirê ve

Zabila Esed a 45 salî dayika 4 keç û 3 lawan e, der barê rêwîtiya xwe de vê yekê dibêje: "Cihê jidayikbûn û jiyana me li Çola a Dêrazorê bû lê piştî destpêkirina şer û êrîşên bi ser de hatin rewş guherî. Di encama şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Sûriyeyê de gelek mal hatin hilweşandin û talankirin. Ev yek gihîşt asteke wisa ku derî û pencereyên mala me rakirin û dizîn, her tişt li erdê ye niha. Ji ber topbaran, bombebarana balafiran li ser gund û pevçûnên ku di navbera çeteyên El-Nusra û rejîma Sûriyeyê de carna jî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîmê de rû didan, em neçar man ku derkevin ruhê zarokên xwe xilas bikin. Li wir ewlehî tunebû, mirov nikaribû kêliyeke bi rehetî bijiya. Ez çawa hewl bidim vegerim gund û mala me ya hilweşiyayî? Niha jî rejîma Sûriyeyê li gund serwer e. Ji 2016'an de em derketin heya niha em venegeriyane gund. Piştî pêla yekemîn a koçberiyê her ku em digihîştin gundekî pevçûn li wir dest pê dikir û em tevî pezê xwe direviyan heya ku em gihîştin Ebû Xeşeb a girêdayî dêrê, paşê hatin Hesekê û ji wir derbasî Til Temirê bûn."

"Koçeriya debara jiyanê"

Zabila Esed da zanîn ku wan piştî koçberiyê ji bo ku debara xwe bikin neçar mane wekî karker kar bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî ku em li vir bi cih bûn, em neçar man du mehan pezê xwe biçêrînin û paşê wekî karker xebitîn heya niha jî di navbera Amûdê, Dirbêsiyê û Qamişlo yê de ne. Ne tenê em, em pezê xwe jî bi xwe re dibin. Piştî koçberiya me, em bûne nîv koçer her ku diçin bajarekî ji bo çinîna genim û çandina pembo û baxçeyan em pezê xwe jî ji bo çêrînê dibin. Li vir ewlehî heye lê karê destan hinekî kêm e û ev jî zehmetiyan bi me dide çêkirin. Me erdek ji bo çêrîna pez girtiye lê tev de axa sor e, çandinî kêm e. Ji ber şînkahî kêm e, pez jî têr naxwin û ev yek bandorê lê dike. Niha tenê hinek mast ji bo taştê û qedehek dew, em jê vedixwin. Wekî berê em penêr û şîr jê nagirin ku em bifroşin jî."

"Yên vegerin tên qetilkirin"

Zabila Esed da xuyakirin ku ew di konan de bijîn ji wan re baştir e ku vegerin gundê xwe yê bê ewle û wiha pêde çû: "Ger ku em vegerin gund em ê çi bikin? Em nikarin vegerin, mal hilweşiyane û ya esas jî ewlehî û aramî li wir tune ye. Em vegerin û venegerin ferq nake, na em li vir bi aramî di konên çewal de bijîn baştir e ku vegerin wê derê. Yên ku vedigerin gund tên kuştin û di encama mayinan de tên qetilkirin û parçe parçe dibin. Yên din jî kes newêre nêzî gund bibe, bûye devereke ku tu nêzî wê bibî tu yê werî qetilkirin wekî ku tu bi lingê xwe biçî mirinê. Li dêrê aramî tune ye. Daxwaza me ew e ku ev şer bi dawî bibe, em vegerin malên xwe û êdî koçber nebin."

"Tenê kon di navbera me û ezman de hene"

Şemsa Salih a 50 salî dayika 4 keç û 5 lawan e, wiha behsa koçberiyê û zehmetiyên ku niha pê re rû bi rû dimînin kir: "Di zivistanê de erda me av e û li ser serê me jî baran dibare û em di wê navberê de mane. Di havînê de jî toz radibe konan bi xwe re dibe. Ji derveyî konan, tiştekî din ku em xwe bispêrinê tune ye. Bagera ku radibe jî bandorê dike. Di navbera me û ezman de tenê kon hene ku ew jî ne kon in, çewalên genim me bi hev ve girê dane. Ji aliyê aramiyê ve li vir aramî heye, em venegeriyan û venagerin gund jî ji ber ku tiştekî em lê vegerin nemaye, yên herin jî dê werin kuştin.