Ji dayîka Xezayî ji bo kurê xwe: Min bibexşîne şer nehişt ez xatir jî bixwazim

Nahla Al- Kilanî ya ji Xezayê ku êşa xatirnexwestina ji kurê xwe di dilê wê de maye, li ber wêneyê kurê xwe ev bang kir: “Di kêliyên dawî de ez ne li gel te bûm, ez nizanim gora te li ku ye. Min bibexşîne şer nehişt ez xatir jî bixwazim.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Li Xezayê ku 15 meh in êrîşên Îsraîlê li ser didomin, piştî biryara agirbestê di 19’ê Çileyê de kete meriyetê, ser bi dawî bûbe jî li her aliyê Zîvala Xezayê serpêhatiyên bi êş hene. Jinên ku di êrişên bi mehan didomin de xizmên xwe û malên xwe winda kirin, êşên xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin.

Di şeva 7’ê Cotmeha 2023’an de dema êrişên Îsraîl dest pê kirin, Nahla Al- Kilanî ku li Beyt Lahiya ya li bakurê  Zîvala Xezayê dijî li gel 6 zarokên xwe, 5 keç bûn, tevî bombardûmanan di mayîna mala xwe de îsrar kirin. Dema êrîş dijwar bûn Nahla Al- Kilanî neçar ma li gel hevjîn, 6 zarok û bûka xwe û du neviyên xwe koçber bibin, anî ziman ku kurê xwe di şer de winda kiriye.

‘Kurê min piştî awirên xatirxwestinê çû’

Nahla Al- Kilanî bi rondikên xwe bîranînên xwe yên dawî bi kurê xwe re wiha anî ziman: “Li Xezayê em çûn navendeke bicihbûnê. Kurê min em hiştin û çû û got ez ê vegerim. Lê belê di dilê min de tirsek hebû. Di çûyîna wî de min awirên ‘xatirxwestinê’  dît, lê belê min bi xwe da bawerkirin ku ev tenê hestek e. Ez nefikirîm ku dê şer kurê min ji min bigre.”  

 ‘Birçîbûn ji bo me normal bûbû

Nahla Al- Kilanî diyar kir ku kamp bi malbatên ku ji ber cehenema şer reviyabûn tije bû û wiha got: “Birçûbûn êdî ji bo me bûbû normal. Lê belê ji bo em li cihê xwe vala rûnenin divê em rabin ser lingan. Biryardariya jinan a berxwedanê ez rakirim ser lingan. Min hemû kesên di navendê de kom kir û ji bo em nan çêbikin min agir pêxist. Ew nanê ku me çêkir, dema me li yên ku ji cihên xwe bûne belav kir min xwe baştir hîs kir. Min di çavên hemûyan de bêrî û hesreta rojên wan ên xweş ên derbas bûne dît.”

Nahla Al- Kilanî da zanîn ku keça wê di siya şer de zaroka xwe welidandiye û got: “Keça min Hadeel ducanî bû ji bo zaroka xwe biwelidîne em neçar man bibin nexweşxaneya Al Ehlî. Korîdorên nexweşxaneyê bi mirovên ji cihên xwe bûne tijebûn. Demê keça min a welidînê bû di nexweşxaneyê de kêmaniya malzemeyên tibî hebû. Di nava meha Mijdara 2023’an de piştî keça min zaroka xwe welidand ji nexweşxaneyê derket.”

‘Min xatir ji kurê xwe nexwest’

Nahla Al-Kilanî anî ziman ku dema vegeriyan navenda bicihbûnê awirên xemgîn ferq kiriye û got: “Dema hevjînê min got me kurê xwe winda kiriye, min xwe negirt û weke ku esman biqelişe qêriyam. Ya herî nexweş jî ew bû ku kurê min di 28’ê Cotmeha 2023’an de hatibû qetilkirin û bê agahiya min hatibû veşartin. Ji xatirxwesinê jî bêpar mam. Min cara dawî ew maç nekir, ez nizanim gora wî kîjan e. Dayikek çawa xwe li ber vê digre? Dipirsim.

‘Tiştên di raporan de derdikevin mînakên biçûk ên tiştên em dijîn e’

Nahla Al- Kilanî destnîşan kir ku li gel van hemû êşan di konek ku ji bo şertên werzî ne guncaw in têkoşîna jiyanê didin û bi van gotinan bal kişand ser tiştên dijî û got: “Em tenê xwarin vexwarinê naxwazin. Di her wateyê de em destekê dixwazin. Saziyên ku bi me re eleqedar dibin li ku derê ne? Ên ku pêwîstiyên me yên bingehîn pêk bînin li ku ne? Şer her tişt ji me girt. Tiştên ku di raporên mafên mirovan de hatin ragihandin mînakek biçûk ên binpêkirinên ku jin di şeran de rastî wan hatine ne. Piraniya jinên li Xezayê derûniya wan xira bûye. Jin tevî ji cihê xwe bûne, di ser de jî di kampan de neçar in gelek berpirsyariyan bigrin. Ji kêmaniya xwarinê heta şertên xirab ên bicihbûnê em gelek pirsgirêkan dijîn.”

 Li ber wêneyê kurê xwe bang kir: Min efû bike

Nahla Al- Kilanî li aliyekî kona ku lê bi cih bûye rûniştiye û wêneyê kurê wê di dest de ev bang li kurê xwe kir: “Di kêliyên dawî de ez li ba te tebûm. Ez cihê gora te jî nizanim. Kurê min, min bibexşîne şer nehişt ez xatir jî bixwazim.”