Ji dayika Pakîze Oztaş banga edaletê: Bila mafê keça min li erdê nemîne

Lêpirsîna Pakîze Oztaş a ku di Gulana 2020’an de li Dutaxê bi guman jiyana xwe ji dest da, tevî ku wext di ser re derbas bû jî bi dawî nebû. Dayika Jiyan Başboga banga edaletê kir û got; "Bila mafê keça min li erdê nemîne." Parêzera malbatê jî bal kişand ku dosya hê di pêvajoya lêpirsînê de ye û nehatiye bidawîkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Agirî - Dayika 2 zarokan Pakîze Oztaş a 23 salî ku li gundê Qerexalita Jêrê ya navçeya Dutaxa Agiriyê dijiya, piştî ku di Gulana 2020’an de bi Abdulkadîr Oztaş ê ku pê re zewicîbû re nîqaş kiribû, bi awayeki bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Pakîze Oztaş a ku diyar bû di dema zewaca xwe de rastî şîdetê hatiye, hevserê wê Abdulkadîr Oztaş piştî 2 rojan di bin çavan de mabû, serbest hat berdan. Li gel ku 19 meh di ser mirina Pakîze re derbas bûye jî lêpirsîna der barê mijarê de hê bi dawî nebûye. Dayika Pakîzeyê, Jiyan Başboga ya ku anî ziman di dema lêpirsînê de kiryar bi mehan, bê ceza maye û diyar kir ku piştî bûyerê neviyên wê ji wê re nehatine nîşandan. Jiyan Başboga bi van gotinan bertek nîşanî tişten hatine jiyîn da û got; "Ger edalet hebûya keça min nedimiriya, ger edalet hebûya wiha nedibû."
"Her tim rastî heqaret û şîdetê dihat" 
Dayika Jiyan Başboga, anî ziman ku keça wê ji roja zewiciye heta niha her tim rastî heqaret û şîdetê hatiye û diyar kir ku mirina keça wê bi guman e. Jiyan Başboga bal kişand ku keça wê du zarokên xwe yên ku yek 2 salî û yê din 5 salî ye nahêle û tiştekî wiha nake û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Roja ku keça min mir, paqijiya cejnê dikir. Dema ew dixwaze biçe firçeyekê bikire, zilamê wê li keça min dixe. Piştî lêdanê wê tîne malê. Dişa wê vê yekê dibîne lê ji ber tirsê nikare here malê. Piştî keça min lêdanê dixwe, zilamê wê kurê xwe yê biçûk digre hembêza xwe û ji malê derdikeve. Derî li ser keça min kilît dike. Derdikeve derve û saetekê li derve dimîne, dema tê malê gazî cîranan dike û dibêje ku keça min xwe kuştiye. Şahid dibêjin, dema çûne malê keça min li ser doşekê bûye. Cenaze bi deqeyan li wê derê maye û gelek dereng jî gazî ambulansê kirine.”
“Wî her tim keça min bi kuştinê tehdîd dikir” 
Jiyan Başboga anî ziman ku keça wê tevî şîdet û zordariyê bi mehan li ber xwe daye û diyar kir ku aliyê din ji bo ji bûyerê xilas bibe gotiye ku keça min "dîn" e. Jiyan Başboga anî ziman ku keça wê her tim ji aliyê zilamê ku pê re zewicandîbû ve rastî gefa kuştinê hatiye û destnîşan kir ku ji bo bûyer neyê veşartin 2 sal in têdikoşin. Jiyan Başboga di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mirov bê sedem xwe nakuje. Wî zilamî her tim heqaret lêdikir û lêdixist. Herî dawî jî ji keça min re got; ‘Ger mirina te hebe, wê bi destên min be.’ Keça min ev hemû tişt ji min re got. Ger nexweşî yan jî pirsgirêkek keça min hebûya min ê van tiştan negota. Lê xwestin bibêjin keça tê dîn bûye û ser bûyere bigrin. Keça min xwe nekuşt. Piştî bûyerê qet neviyên min nîşanî min nedan.”
"Ez edaletê dixwazim" 
Jiyan Başboga ya ku dibêje divê di zûtirîn demê de gumanbar bên cezakirin û li ser vê yekê banga edaletê kir. Jiyan Başboga wiha got: “Keça min tu carî du zarokên nahêle û naçe. Berê jî gelek caran li keça min xist. Keça min ji ber tirsê nikaribû telefonî me bike. Zilma ku wî li wê nekir nema. Ez naxwazim mafê keça min li erdê bimîne. Ger edalet, hiqûq û qanûn hebe zilam dê bê cezakirin. Wî keça min kuşt lê ev du sal in dest û milên xwe dihejîne û li derdorê digere."
Qeydên HTS’ê gumanbar derewand
Parêzera dosyayê ku diyar kir biryara nepenîtiyê ji bo lêpirsînê hatiye dayîn û destnîşan kir ku dosya hê di qonaxa lêpirsînê de ye û nehatiye bidawîkirin. Parêzer diyar kir ku di lêpirsîna ku li ser giliyê malbatê hat destpêkirin de qeydên HTS’ê û raporên otopsiyê hene, piştî lêpirsîne di qeydên HTS’ê de diyar dibe ku gumanbarê îfade dabû, roja bûyerê ne li gund bûye, derket holê ku li gund bûye. Parêzera ku dibêje peyamên li ser telefonan jî hatine lêkolînkirin, diyar kir ku muwekîla wê herî dawî ji aliyê gumanbar ve hatiye derbkirin. Parêzera ku bal kişand ser lêpirsîn berdewam dike, diyar kir ku di dosyayê de ji bo rapora pispor li bendê ne ku Rapora Tiba Edlî jî Stenbolê were.