Ji çalakvaniyê ber bi endamtiya meclisa şêwermendiya Neteweyên Yekbûyî ve

Macida Ferc Ellah bi guherîna mezin a ku di warê jiyana wê ya profesyonelî de çêbû, texmîn nedikir ku dê weke endama meclisa şêwirmendiya herêmî ya ciwanan di asta Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur de girêdayî Rêxistina UNÎCEF’ê û Neteweyên Yekbûyî de were hilbijartin. Jina ciwan a 27 salî ji bo ku bikaribe serlêdan bike di gelek tecrubeyên zehmet de derbas bû.

 
REFÎF ÎSLÎM 
Xeza –Macida Ferec Ellah, dema ku xwendina xwe ya li dibistanê didomand, têgihîşt ku her çendî perwerde ji bo kesan mafek misogerkirî ye lê li Xezayê ev şert peyda nedibû û diyar kir ku ji rewşa xwe ya berasteng ku çavên wê kêm dibînin, wê êş kişandiye ji ber ku pirtûkên dibistanê bi tîpên pir biçûk tên çapkirin heya pirsên ezmûnê jî wê bi zorê didît ku bibersivîne.
Ji bo ku xwendina xwe bi serkeftî biqedîne li dijî her şert û mercî derket
Macida ferec Ellah gotinên xwe didomîne û dibêje ku ji bo karibe xwendina xwe bi awayekî serkeftî biqedîne li dijî her şert û mercî derketiye û wiha didomîne: “Ji bo ku karibim alîkariya kesên berasteng bikim min pir hewl da. Di dema xwendina zanîngehê de min dizanibû ku ez di pêşerojê de çi dixwazim bikim. Min dest bi avakirina jiyana xwe kir li ser esasê ku ez ê bibim çalakvanek civakî ya pispor di mijarên tundî û rewşa kesên berasteng de. Ji bo danasîna wan bi mafên wan û rêbaza ji bo daxwaza mafên wan nîşan bidim, ji bo vê yekê wê serî li gelek dewreyên (kursên) mafên mirovan û hiqûqî da."
Her wiha li gotinê xwe zêde kir û da zanîn ku ji sala 2013'an heya îro ew hewl dide alîkariya xwe û hevalên xwe bike ji kategoriya kesên seqet da ku mafên xwe yên karkirinê ku bi qanûnê bi rêjeya ji sedî 5'e bi dest bixin.
Macida Ferec Ellah dipirse û dibêje ku ger kar ji bo kesên berasteng mafekî misoger e di qanûna Filistînê de bi awayekî zelal heye wê demê çima saziyên li Xezayê pêk naynin? Qanûna hejmara 5'an di sala 1999'an de li ser dezgehên hukmî û ne hukmî ku mecbûr in hejmarek ji kesên berasteng ji sedî 5 be, ji hejmara karkeran ku li gorî taybetmendiyên xebata wan saziyan e bin.
Endamtiya Meclisa Şêwirmendiya Neteweyên Yekbûyî
Macida Ferec Ellah dibêje ku di dema xebata xwe ya bi Ajansa Xos û di dema ku endamên nû hatin xwestin ji bo hilbijartina di Meclisa Şêwirmendiya Neteweyên Yekbûyî de ji ber qedandina endamtiya endamên kevn di wê demê de dosya xwe radestî wan kiriye û hatiye qebûlkirin loma ew kêfxweş e ku keçek û ciwanek ji Xezayê jî hatine qebûlkirin.
Macida Ferec Ellah dide zanîn ku kongreya yekemîn ji bo avakirina meclisan û peydakirina kar ji bo koçberên Filistînê, dabeşkirina tîman da ku kar dest pê bikin û ya duyemîn der barê  şîdeta li ser jinan di civaka Ereb de û nêrînên civakê li ser kesên berasteng.
Macida Ferec Ellah di dawiya gotinên xwe de diyar dike ku hîn jî xwe bi pêş dixe da ku gelek destkeftiyên, diyarî kesên berasteng û civaka ku li ser têkçûna wê diponijîn bi dest bixe û da anîn ku ew xwe fêrî gelek zimanan dike. Bi taybetî zimanê Îngilîzî û tevli gelek dewreyan (kursan) dibe da ku xwe bi pêş bixe, di karê xwe yê projeya girêdayî Neteweyên Yekbûyî de bibe alîkar û bi hêviya ku asoyên nû ji wê re veke.