“Ji bo xwe û zarokên xwe ji şewatê biparêzim odeyek ji axê çêdikim”

Di bin şert û mercên herî zehmet û bi paşguhkirina rêxistinên mirovî ji koçberên Kampa Waşokanî re, jinên li kampê ji bo domandina jiyana bi ewle di nava liv û tevgerê de ne.

RONÎDA-HACÎ

Hesekê – Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrîşeke berfireh li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Piştî berxwendaneke efsanewî ya 14 rojan a şervanên QSD`ê ku tê de artêşa Tirk çekên kîmyewî yên qedexekirî jî bi kar anîn, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Li kêleka wê bi hezaran welatî ji bo xelasiya zarokên xwe neçarî koçberiyê bûn. Rêvberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan kampa Waşokanî û Serêkaniyê da avakirin.

“Koçber bi tirs pêşwaziya demsala zivstanê dikin”

Koçberên Kampa Waşokanî di bin şert û mercên dijwar de dijîn û bi paşguhkirina rêxistinên mirovî ji kampê re, jin ji tunebûnê hebûnê didin avakirin. Di hundirê Kampa Waşokanî de bûyerên şewata konan pir zêde ne û niha jî ber bi demsala zivistanê ve diçin ji ber wê jî koçber bi tirs vê demsalê pêşwazî dikin. Di hundirê konan de sobe ji bo jiyana wan pir xeter e.

Fitêm El- Ehmed a 67 salî êrîşên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Dema dagirkeriya Tirk êrîşî bajarê me kir, bi zor me zarokên xwe xelas kir, me her tişt li pey xwe hişt û em neçar man derkevin. Rêveberiya Xweser ji bo me ev kamp da avakirin. Eger ne ji vê kampê bûya em ê bi ku derê ve biçûyana. Li vê derê her malek konek danê û me xwe lê bi cih kir. Lê ji dema em hatine vê derê û pê ve rêxistinên mirovî alîkariya me nakin, baş bi erkên xwe ve ranabin. Gelo mafên mirovan tune ye, kes rewşa me û zarokên me nabîne?”

“Ji bûyerên şewatê rêxistinên mirovî berpirsyar in”

Fitêm El-Ehmed bal kişand ser metirsiya ji demsala zivistanê û got: “Ji dema ku em hatine kampê û vir ve agir bi konan dikeve, beriya demek ji ber agir zarokan jiyana xwe ji dest da. Niha jî em ber bi demsala zivistanê ve diçin, em pir bi tirs in, sobe û kon pir xeter in, jiyana me di xeterê de ye. Ji bo ku ez bikaribim zarokên xwe ji şewatê biparêzim min ax anî ku pê odeyek biçûk ava bikim. Bi vî temenê xwe yê mezin ez neçar im vî karî bikim da ku xwe û zarokên xwe ji xeterê biparêzim. Bûyerên ku di kampê de bi vî rengî biqewimîn rêxistinên mirovî jê berpirsyar in. Heya niha çima konên me naguherînin, çima alîkarî nadin koçberan? Niha ez heriyê bi pûş çêdikim, pêwîst bû min bi kayê çêkira lê derfetên min tune ne ez kayê bikirim. Ji bo min zor û zehmet e ez vî karî bi vî temenê xwe bikim lê ji bo ku em xwe ji xeterê xelas bikin pêwîst e em tedbîrên xwe bigrin.”

“Jin di bin şert û mercên zehmet de jiyanê diafirînin”

Fitêm El-Ehmed da zanîn ku jin li ku derê bin jiyanê diafirînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jin li ku derê bijîn, ji tunebûnê hebûnê didin avakirin. Îro her jin di hundirê konê de dijî, dixebite ji bo ku jiyana xwe û malbata xwe bi rengekî baş berdewam bike, ger li hêviya alîkariyên rêxistinên mirovî bimînin dê her kes ji birçîbûn, serma û şewatê bimre. Niha li kampê jin li gorî pêwîstiyên xwe zebzeyên zivistanê çandine da ku di zivistanê de rastî birçîbûnê neyên. Her çiqas kêm be jî pê debara xwe dikin. Her kes jî baş dizane ruxmî êşa koçberiyê em aloziyek aborî dijîn ji bo ku em bikaribin xwe ji aloziyê xelas bikin pêwîst e hewldanên me hebin.”