Ji bo tenduristiya gel kar dike: Armanca min xizmeta civakê ye

Seher Hesên Reşid a ji Helebçe ku di qada fizyolojiya nebetan de prefesora asta bilind e, ji bo gel bi awayek bi tendirûst jiyan bikin û di aliyê tendirûstiya giyayên xwezayî de gel agahdar bike bê navber lêkolînan dike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Seroka Beşa Rêvebiriya Projeyên Çandiniyê ya Koleja Teknîkî ya Zanistên Pratîk Seher Hesên Reşid a li Helebçe ji dayîk bûye û ji ber koçberbûnê li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê qonaxa xwedinê temam kiriye, piştî xwendina xwe li bajarê Sine ji zanîngeha Kurdistanê belgenameye bi dest xistiye. Seher Hesên Reşîd a li bajarê Hemedan dirêjî daye xwendinê û di qada fizyolojiya nebetan de masterê kiriye, piştî vegera xwe ya Başûrê Kurdistanê li zanîngeha Helebçe weke mamosteya polîteknîk dest bi xebatan kiriye û niha ji bo gel bi awayek bi tendirûst jiyan bikin û di aliyê tendirûstiya giyayên xwezayî de gel agahdar bike bê navber lêkolînan dike.

Seher Hesên Reşîd ku di sala 2018’and e xwendina doktora xwe ya li ser fizyolojiya nebatan bidawî kiriye dibêje, belgenameya di destê min de ji bo xizmeta civakê ye.

Li ser giyayan lêkolînê dike

Seher Hesên Reşîd a yekem jina ji Helebçeyê ku di qada prefesortiya fizyolojiya xwezayê de xwedî belgename ye, der barê dewlemendiya xwezaya Kurdistanê de wiha got: “Xwezaya Helepçe di aliyê giyayan bi tendirûst û  gelek dewlemend e. Ji ber vê dewlemendiyê ez hîn zêdetir der barê xwezayê de lêkolînê dikim.”

Seher Hesên Reşîd ku ji bo pêşerojê jî li ser hin projeyan difikre wiha got: “Karê min der barê ew dewlemendiya ku li derdora me de heye ye, ez dixwazim der barê xwarina giya de ferhenga nasandinê çêbikim. Divê xwarinên bi tendirust bixwîn, ji ber di kevin de di gotin xelk ji ber hejariyê giyayê xwezayê xwarine, lê belê niha jî divê ji ber pêwistî bixwin û giringî bidin xwarinên xwezayî ên bi tendirûst.”

‘Ez kêfxeş im ji bo gelê xwe xizmetê bikim’

Seher Hesên Reşîd di encama ew lêkolînên ku kiriye, jêre bû alîkar ku belgename bi dest bixwe û bibe prefesora  fizyolojiya nebatên xwezayê û ji bo gelê xwe xizmetê bike û wiha got: “Di rastiyê de pêwistiya Helebçe bi prefesoran heye. Divê ne ji ber ku min belgenameye heye ez keyfxweş bibim, ez keyfxweşim ku ji bo gelê xwe xizmetê li Helepçe dikim. Ji derve  wisa temaşe dikin ku ka belgename ji bo min bi xwe ye, lê belê di rastiyê de bi belgename karkirin ji bo bilindkirina asta civakiyê û karkirin li ser ew dewlemendiya di xwezayê de heye, da ku civakek bi tendirûst ava bibe.”