Ji bo têkoşîna li dijî penceşêrê hewce ye têkiliyên kes û saziyan hebin

Der barê nîşaneyên destpêkê yên li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê de pispora nexweşiyên jinan Kafa Haj Hamdo dibêje; "Gelek nîşaneyên penceşêra pêsîrê hene wekî; guhertina reng, şekil û hişkahiya çerm û çêbûna girêyên di pêsîran de yan di bin çeng de her wiha guherîne di teşeyê pêsîran de çêdibe.”

EMANÎ MANO
Şam - Ew gelekî hewl didin ku rastiyê bipejirînin, têkçûn û teslîmiyetê red dikin, ji ber vê yekê ew di çavên zarok û hezkiriyên xwe de li zindîtiyê digerin. Di nava xwe de danûstandinên piştgirî û hêzê dikin. Hin caran mirov dibîne ku derman li gelek kesan hatiye, rewşa wan a xemgîn, veguherandiye hêza ku dikarin ji jiyanê hez bikin.
Penceşêr di jiyana mirovan de yek ji nexweşiyên herî kujer e. Xwe li bedenê belav dike û dema ku rê û derman jê re neyê dîtin, mirov pê jiyana xwe ji dest didin. Penceşêra pêsîran yek ji celebên herî berbelav e û bandorê li ser jinan dike. 
“Westandina derûnî û bedenî ji her tiştî zortir e”
NŞ. a 45 salî, dayika sê zarokan e li gundewarê Şamê dijî û tê navenda bajêr da ku dermankirina penceşêra pêsîran bişopîne. Li ser vê nexweşiyê dibêje; "Westandina derûnî û bedenî ji her tiştî zehmetir e û diyar dike ku piştî hatiye girtin qonaxa dermankirina kîmyewî dest pê kiriye.
 Rêwîtiya nexweşên penceşêrê bi zehmetiyê dagirtî ye. NŞ. Dibêje: “Zehmet e ku mirov êşa herî dijwar bijî. Gelo êşa dermankirina nexweşiyê yan westandina derûnî û bedenî zor e? Guherîna taybetmendiyên rû û bedenê bi êş in an nêrîna di çavên hevser û zarokên min de.”
Penceşêra pêsîrê piştî penceşêra çerm di pileya duyemîn de tê ku di nav jinan de pirtir e û girên pençeşêrê li devera pêsîran bi gelemperî dema ku wekî xwe bimînin, jiyana kes tehdîd nakin lê dema ku mezin dibin nexweş bêtir bi xeterê re rû bi rû dimîne.
Ji bo dermankirinê zehmetiya çûyîn, hatin û lêçûnê
RZ. a 39 salî ku dayika pênc zarokan e, di dema rêwîtiya xwe ya dermankirinê de rastî gelek astengiyan hat. Hem ew nexweş e hem jî zehmetiya veguhestina di navbera bajaran de û ji ber buhayê dermanan êşê dikşîne. Di destpêka nexweşiya xwe de ew ji Dêrezorê diçû Şamê. Li ser wê pêvajoyê dibêje: "Di qonaxeke ji qonaxên dermankirina min de, min tehlîlên xwe li ser hesabê xwe dikirin her wiha min lêçûnên veguhestina di navbera bajaran de jî dida. Min nedixwest alîkariyê ji kesê bixwazim.”
FB. a 43 salî, karibû li hemberî penceşêra pêsîrê bi ser bikeve. Wê di dema şer de zehmetiya veguhestinê û gihîştina nexweşaneyê didît. Her wiha ji kêmbûna dermanan jî êşê dikişand. Ew niha ji bo dermankirinê bi xwişka xwe ya 40 salî re dimîne. Jixwe ev yek jî di rewşeke aborî ya pir zehmet û zêdebûna buhayê dermanan de çêdibe.
Nîşaneyên pencejêra pêsîrê guhertina reng, şekil û hişkahiya şerm e
Der barê nîşaneyên destpêkê yên ku li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê pispora nexweşiyên jinan Kafa Haj Hamdo dibêje; "Gelek nîşaneyên penceşêra pêsîrê hene ku li ser nexweş xuya dibin, wekî guhertina reng, şekil û hişkahiya çerm û çêbûna girê di pêsîran de yan di bin çeng de her wiha guherîne di teşeyê pêsîran de çêdibe.”
Der barê pirsa me ya li ser bandora nexweşiya koronayê li ser nexweşên penceşêrê de wiha bersiv dide; "Nexweşên penceşêrê bêtir xwîna wan qirêj dibe ew jî ji ber qelsiya mekanîzmaya parastinê ya bedenê ku ji ber penceşêrê çêdibe pêk tê.” 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku vîrusa koronayê bandorek zêde li ser teşxîs û dermankirina nexweşên penceşêrê li seranserê cîhanê dike û destnîşan kir ku penceşêra pêsîran bûye nexweşiya herî berbelav.
Ji bo nexweşan pênc konaxên vê nexweşiyê hene: Şokbûn, xemgînî, înkar, hêrsbûn, depresyon û dawiyê qebûlkirin
Li ser danûstandina bijîşkan bi nexweş û malbatên wan jî wiha tê gotin: "Pêdivî heye ku mirov li ber nexweş û malbatên wan heke ew bixwazin, behsa hemû rastiyên tibî bike. Nexşeya dermankirinê ya pêşniyazkirî divê hem ji nexweş hem jî ji malbatê re were kirin her wiha divê rewşa nexweş were şopandin ku tê de pênc qonax hene. Wekî; Şokbûn, xemgînî, înkar, hêrsbûn, depresyon û dawiyê qebûlkirin.
Der barê rola komeleyan û pêngavên piştgirî û tiştên ku ew ji nexweşên penceşêrê re di bin mercên dijwar ên jiyanê de peyda dikin re, Kafa Haj Hamdo dibêje; "Niha, nexweşxaneya Al-Biruni û nexweşxaneyên din ên ku nexweşên penceşêrê lê tên dermankirin, wek nexweşxaneya Ibn Al-Nafis û Al-Mujtahid û yên din, hewl didin derman peyda bikin her wiha gelek komele û însiyatîfên sivîl û hevgirtinê hene ku alîkariya derman ji nexweşan re pêşkêş dikin.”
Teşxîsa zû ji bo nexweşan şans e
Li ser çawaniya serkeftina di dermankirina zû ya penceşêrê de jî dibêje; "Bersiva zû ji penceşêrê re hewldanên bi hev re yên gelek kes û saziyan hewce dike. Ji aliyê hukûmet,  Wezareta Tenduristiyê û bi hevkariya hemû nexweşxaneyên ku nexweşên penceşêrê li wan tên dermankirin, pêngaveke niştimanî dest pê kir da ku penceşêrê bikin kontrolê.”
Kafa Haş Hamdo teqez kir ku teşxîskirina zû ya penceşêrê gaveke girîng e ji bo rizgarkirina nexweşan û got: "Hişyarkirina civakê der barê nîşaneyên pêşîn ên penceşêrê de û vedîtina di zûtirîn demê de, ji bo nexweşan şans e. Dermankirina zû, mirov tam rehet dike.”
Ji bo kêmkirina belavbûna pençeşêra pêsîrê, zanyarên tenduristiyê pêşniyar dikin ku dest ji vexwarina alkol û cixareye berdin, werzîşê bikin, dermanên hormonî kêm bikin û xwarinên bi tendurist ên wekî; fêkî û sebzeyên di demsalên  xwe de û ji bo xwarinê zeyta zeytûnan bi kar bînin.
Penceşêr ji ber cihên jîngehê, xwarinên nebaş û nezanîna şer û mercên tendirustiyê çêdibe
Kafa Haj Hamdo di dawiya axaftina xwe de li ser sedema belavbûna fireh a penceşêrê ku di van salên dawî de bandorê li ser jinan dike wiha got; "Çend sedemên belavbûna nexweşiya penceşêrê hene, di nava wan de cudahiya jîngehê, kalîteya xwarinê û nezanîna şert û mercên bi tendurist.” 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û ragihand ku nexweşiya penceşêrê dê di salên pêş de ji ber sedemên cur be cur zêde bibe, yek ji wan zêdebûna hejmara mirovan e. Tê payîn ku hejmara neşweşên bi vê nexweşiyê dikevin, li seranserê cîhanê heya sala 2040’an dê bigihîje ji % 47’an.