Ji bo dawîkirina tundiyê polîtîkayên hikumetê nîn e

Tevî bilindbûna rêjeya tundiya nav malê li dijî jinan, hikûmetê nekarî dawî li vê yekê bîne û parastina jinan di warê manewî û darayî de bike, ev yek jî bû sedem ku zêdebûna vê diyardeyê.

HINDIYA AL-ASHEPY

Benxazî - Şîdeta nav malê ya li dijî jinan di nav civaka Lîbyayê de xeterek cidî ye, ji ber ku roj bi roj zêde dibe. Li hemberî rêjeya zêde ya tundiyê berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê hikumetê ku di vê mijarê de zagonên pêşîlêgirtinê nîn e û ev yek dike ku rêjeya tundiyê zêdetir bibe. Jinên ji Lîbyayê destnîşan dikin ku tevî bilindbûna rêjeya tundiyê ji bo dawîkirina tundiyê polîtîkayên hikumetê nîn e û ji bo kêmkirina vê rêjeya zêde balê dikşînin pêwistiya perwerdekirina jinan û têkoşînê.

Şîdeta nav malê bi cûreyên cûr be cûr didome

Nivîskar û çalakvana çandê Rehab Şenîb diyar kir ku jin di nava malbatê de rastî gelek şêweyên tundiyê tên, di nav de tundiya devkî, manewî û fîzîkî û wiha pê de çû: “Jin di nav hinek malbatan de nikarin bi serê xwe ti biryarekê bidin û carinan jî ji mafê hilbijartina karê ku dixwazin bikin an jî pisporiya akademîk a ku dixwazin bixwînin bêpar dimînin. Şîdeta nav malê bandorên demkurt û demdirêj li ser jinan dike. Ev tundûtûjî bandorê li reftar û xebata jinan dike û beşdariya wan a civakî û siyasî bisînor dike, ev yek jî bandoreke neyînî li ser civakan û pêşkeftina wan dike.”

‘Divê hişmendiyek li dijî têkoşînê bê avakirin’

Derûnnas û şêwirmenda psîkolojîk Amal Îbrahîm da zanîn ku jin ji roja jidayikbûna xwe ve di nava malbatê de rastî gelek şêweyên tundiyê tên û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Nezanîna jinan a rola xwe ya rast di nava civakê de yek ji sedemên zêdebûna tundiya li ser wan e. Bilindkirina hişmendiyê di kêmkirina şîdetê de rolek sereke dilîze. Rola civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan di bilindkirina hişyarî, perwerdekirin û bilindkirina hişmendiya civakê de li ser tawanên tundiya li dijî jinan û alîkariya jinên ku rastî tundiyê hatine, tê temsîl kirin. Hewldanên li Lîbyayê ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan, ku sala borî pir zêde bû, bi zexta li ser saziyên qanûnî da ku qanûnên ji bo parastina jinan derxînin, berdewam in.”

 Çalakvana siyasî û akademîsyen Fatima El-Mebrûk got ku divê malbat di mezinkirina zarokên xwe de rêbazên nû bikar bînin û wiha axivî: “Tundiya nav malê di heyama dawî ji ber şert û mercên ku gelê Lîbyayê tê de dijîn, ji koçberî û xizaniyê bigire heya nakokî û şeran, pir zêde bûye. Bilindkirina hişmendiyê ji jinan re dibe alîkar ku maf û erkên xwe di nava malbatê de bizanibe û tundiya ku lê tê kirin red bike û daxwaza hemû mafên xwe yên destûrî û xwezayî bike.”