Ji ber rêgiriyê Şehba bi xeteriyê re rûbirû ye

Jinên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku li dijî hemû cureyên îmha û tunekirinê ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û nehêlin dorpêç bandorê li ser têkoşîna wan a jiyanê bike.

HESNA MIHEMED

Şehba- Hikumeta Şamê demeke dirêj e rêgiriyê li ser herêma Şehbayê ku tê de koçberên Efrîn û gelên resen ên herêmê lê dijîn didomîne. Ji ber dorpêça ku hatiye ferzkirin mazot û pêdiviyên jiyanî ji derman, xwarin nakevin herêmê, bi taybetî bi hatina demsala zivistanê re ev dorpêç dijwartir bûye. Niha li herêma Şehbayê nêzî hefteyek e elektrîk li ser gel hatiye qutkirin ji ber ku mazot nayê peydakirin. Her wiha deriyê Nexweşxaneya Avrîn ya li herêmê li ber girtinê ye û ji xeynî beşa ambûlansê gel pêşwazî nakin. Der barê dorpêça heyî de, jinên koçber ên Efrînê û jinên ji Şehbayê yên resen nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

'Jiyan li Şehbayê hatiye rawestandin'

Ji jinên koçberên Efrînê Fatimê Îbîş bal kişand ser qutbûna mazotê û rawestandina jiyanê li Şehbayê û wiha got: "6 sal in em koçberî Şehbayê bûne, hemû şert û mercên jiyanî yên dijwar tehemul dikin, tenê ji bo vegera bi rûmet a warê xwe. Îsal dorpêça hikumeta Şamê dijwartir bûye, ji ber vê yekê elektrîk li ser me hatiye qutkirin. Em di tarîtiyê de jiyana xwe didomînin. Ger mazot neyê peydakirin wê firin û cihê avê jî bê rawestandin. Niha nexweşxane jî ji ber tunebûna mazotê gelek beşên wê rawestiyan e. Banga me ew e ku ev dorpêç û rêgirî ji ser me bê rakirin, ji ber ku jiyan li Şehbayê ber bi xeterê ve diçe. Tu kes nikare vîna me bişkîne. Ger bi nanê hişk be jî em ê li Şehbayê berxwedana xwe bidomînin."

'Ji ber rêgiriyê em di tarîtiyê de dijîn'

Ji xelkê resen ê herêma Şehbayê Heyfa Elo jî diyar kir ku ji ber dorpêçê di nava buhabûnê de dijîn û pêdiviyên jiyanî peyda nakin û got: "Em û gelê Efrînê bi hev re dijîn. Ji ber dorpêça ku hatiye dayîn, buhayê tiştan li sûkê gelek zêde bûye em nikarin xwarinê ji zarokên xwe re bikirin. Zarok nexweş dikevin derman tune ye em ji wan re peyda bikin. Ji ber vê rêgiriyê elektrîk jî hatiye qutkirin. Ez sêwiyan xwedî dikim lê nikarim ji wan re derfetên baş çêbikim ji ber dorpêç heye. Dibe ku mirov di tarîtiyê de bijî! Em bi neylonan agir pêdixin û zarokên xwe germ dikin. Deriyê nexweşxaneyê jî hatiye girtin lê dîsa em cihê xwe ji dijmin re nahêlin."