Ji ber rêgiriya Şamê ya li ser Şehbayê nexweşî zêde bûn

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Efrîn-Şehbayê rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê nirxand û bal kişand ku ev yek bûye sedema zêdebûna nexweşiyan.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî herema Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bi berxwedana bêhempa ya 58 rojan a gelê heremê re ruxmê her cure teknîkên dewleta Tirk, çekên kîmyewî yên li heremê hatin bikaranîn û komkujiyan jî; gel bi Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe da. Piştî berxwedana ku 58 rojan domiya di 18’ê Adara heman salê de dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kir, gel neçar ma koçberî Şehbayê bibe. Li ser Şehbayê ku piranî koçberên ji Efrînê lê dijîn her wiha taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên girêdayî Helebê ku piranî Kurd lê dijîn bi mehan e ji aliyê hikumeta Şamê ve ambargo û rêgirî tê meşandin. Hikumeta Şamê nahêle ku pêwîstiyên mîna derman, sotemeniya ji bo germkirinê bê bikaranîn û pêwîstiyên jiyanî derbasî heremê bibin.

Ji ber rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê ya li ser heremê dimeşîne û her wiha nebûna dermanan nexweşiyên werzî li heremê belav û zêde dibin.

Armanc bi dorpêçê astengkirina rewşa penaberan e

Der barê rewşa tendirustî û ziyanên dorpêçê li ser jiyan û tendirustiya koçberan de hevseroka desteya tendirustiyê ya Efrîn-Şehbayê Aliya Mihemed anî ser ziman ku bi sed hezaran koçberên Efrînê yên xelkê kantona Şehbayê di şert û mercên penaberiya dijwar de, di nava dorpêçê de dijîn.

Aliya Mihemed destnîşan kir ji sê mehan ve û zêdetir e, hikumeta Şamê dorpêça xwe zêde kir, ketina xurekan, sotemenî û derman qedexe kir, xuya ye armanca wan astengkirina jiyana koçberan e.

Dorpêça li ser warê tendirustiyê û encamên wê

Aliya Mihemed bandora dorpêçê li ser gel nirxand û got ku dorpêç li ser gel û warê tendirustiya herêmê zor e, hemû karên xizmetguzarî û makîneyên weke jeneratorên kehrebê ji ber dorpêçê û nebûna mazotê rawestiyane. Her wiha anî ziman ku pirsgirêkên bijîşk û karmendên nexweşxaneyan û navendên tendrûstiyê di çûnhatinê de û pêdiviyên kar de gelek in.

Aliya Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Gelê Şehbayê di şert û mercên dijwar de dijî, dorpêça hikumeta Şamê ne di warê aborî de tenê bû, bandorê li warê tendirustiyê jî kir, çûnhatina rewşên awarte ji bo Helebê asteng dikin û nahêlin bijîşkên pispor herin Şehbayê. Tevî derman û pêdiviyên din jî nakevin herêmê. Dorpêç bû sedema belavbûna nexweşiyan di nava koçberên Efrînê de li kampan. Dorpêçê nexweşî bi awayekî tirsneak belav kir, weke nexweşiyên werzî bi zarok û pîr kalan re zêde bûne, Înfluenzeya giran û taya zarokan ji ber sermaya zêde û nebûna derfetên germkirinê, rebû, anîmya, nexweşiyên made û rewşên din.”

Bandora dorpêçê li ser nexweşên kronîk

Aliya Mihemed di berdevamiya axaftinê xwe de destnîşan kir ku nexweşên bi nexweşiyên kronîk ku pêdiviya wan her tim bi derman, dermankirin û şopandina tendrustiya wan heye hene û wiha pêde çû: “Ev dorpêç bû sedema mirina zarokên taxa Şêxmeqsûd li Helebê ji ber sermaya zêde û nebûna derman û pêwîstiyên bijîşkî. Di konan de jî nexweşî gelekî belav dibin ji ber ku ew li rex hevdu ne.”

Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Efrîn s Şehbayê Aliya Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, tendirustî û hiquqî kir ku divê sînorek ji siyasetên hikumeta Şamê re li dijî penaberên li Şehbayê daynin ji ber ku Şam ji bo siyasetên xwe ferz bike zextê li ser warên tendirustî û mirovî dike.