Ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê zarok dimirin

Hejmara zarokên ku ji beriya demê xwe ji dayîk dibin û ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê li Idlibê zêdebûye.

Idlib – Li herêmên Idlibê jiyana zarokên beriya dema xwe ji dayîk bûne, ji ber nebûna xizmeta tenduristî û cîhazan gelek zehmet û metirsîdar e. Li nexweşxaneyên giştî û taybet ji ber nebûna cîhaz hejmara zarokên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Gelek zarok ji ber pêwîstiya wan bi cîhaza ji bo pitikan hene û ji ber nebûna cîhazê jiyana xwe ji dest didin.

‘Cîhaz gelek kêm in’

Fatma El-Îsawî da zanîn ku keça wê ya 3 mehî nexweşiya nefesê pêre heye û pêwîstiya wê bi cihaz heye û tenê 20 cihaz hene û got: “Cih gelek qerebalixe, divê em cihekî vala de bînin. Rewşa keça min her diçe xirabtir dibe, ez nizanim çi bikim. Em li bendêne ku zarokek ji cîhaz derbikeve da ku keça min bixin têde.”

‘Zaroka min ji ber nebûna cîhazê jiyana xwe ji dest da’

Menal El-Elî, destnîşan kir ku ji ber  nebûna cîhaz zaroka xwe yaku ji beriya demê xwe 2 mehan ji dayîk bû û herdû cigera sipî temam nebûbû û rewşa wê gelek xirab bû ji ber nebûna cîhaz jiyana xwe ji dest û got: “Tiştê herî giran di jiyana mirov de ewe ku mirov nikaribe alîkariya zarokê xwe bike, ew zarok li pêş çavên mirov jiyana xwe ji dest dide mirov nikare tiştekê bike.”

‘Alavên jiyanî gelek kêm in’

Bijîjka nexweşiyên zarokan Lemya Şaban dibêje ji sedan 30’ê zarokên nû ji dayîk bûne pêwîstiya wan bi cîhaz hene. Ji ber şert û mercên şer gelek zarok ji beriya dema xwe ji dayîj dibin. Lê belê bê cîhaz  li zarokan meyze dikin û ji ber kêmbûna Oksejenê jiyana xwe ji dest didin, gelek alavên jiyanî yên weke nefesê, oksejen û alavên çavdêriya xwînê. Dema ji bo her zarokekî navbera 2 saetan ta mehek û 14 rojan di rewşên îltîhaba mejî de pêwîst dike ku di cîhazan de bimînin, 10 roj jî ji bo nexweşiyên xwînê, zarokên beriya demê xwe ji dayîkbûne 45 rojan di cîhaz de dimînin. Lê belê zarokên ku bi nexweşiyên dem dirêj ketine jiyana xwe ji dest didin.”