Ji ber krîza avê ya li Yemenê jin zehmetiyan dikêşin
Jinên gundewarên Yemenê bi gelek astengiyan re dijîn, yek ji wan jî kişandina avê ya ji cihên asê yên çiyayî ye. Ji ber ku av li gundan tune ye, neçar dimînin ji herêmeke dûrî 2 km avê bi milan bikşînin bibin malên xwe.
RANIA ABDULLAH
Taîz – Yemen yek ji welatên cîhanê yên herî kêmav e, ji ber pevçûnên ku lê rûdidin bidestxistina avê gelekî zehmet bûye û ew kar li ser milên jinan û zarokan maye. Bi guherîna rewşa avhewayê re jî pirsgirêka tunebûna avê zêdetir bûye.
Piştî berbangê berê xwe didin riya kaniyê
Tekalîf Ehmed Sayîd a 19 salî di saetên berbangê de tevî jinên din diçin ser kaniya avê ya li dawiya gund û galonên avê yên plastîk ku ji 40 lîtreyan zêdetir e giraniya wan hildigrin û vedigerin malên xwe. Tekalîf Ehmed Sayîd a ku dibê ava ku dikşînin tenê têra wan a rojekî dike, wiha dibêje: “Ez û jinên gund piştî limêja berbangê diçin avê ji bo malê tînin, em cilên xwe û betaniyeyan bi xwe re dibin li wir dişûn, piştre galonên avê tijî dikin didin ser milên xwe, li dora saet 11’yê berî nîvroyê vedigerin malê.”
Tekalîf diyar dike ku demê nedîtiye xwendina xwe temam bike, ji neçarî dest ji dibistanê berdaye. Tekalîf Sayîd hêvî dike ku avê bînin nêzî gund wekî beriya şerê 2015’an û wiha dibêje: “Berî şer pirsgirêkên me di gund de kêmtir bûn. Me avê ji cihekî nêz bi riya jeneratoran ji kaniyan dikişand nêzî gund lê niha av gelekî dûr e, tu alî jî mesrefa benzînê nade.”
Zarokên keç ji ber vê rewşê zehmetiyan di warê xwendinê de dikşînin
Sara Mensor jî diyar dike ku kişandina avê bûye astengî li pêşiya xwendina wê, ji ber ku dem namîne bixwîne, piştî ji dibistanê vedigere divê here avê bîne û berî roj biçe ava westiyayî vedigera malê. Sara dibêje: “Sibehê zû ez diçim dibistanê, piştî ji dibistanê vedigerim yekser bi havalên xwe re diçim ser kaniyên avê. Beriya ku roj biçe ava em avê tînin malê, piştre ez nikarim li waneyên xwe vegerim. Ev yek jî bandorê li hînbûnê dike lê tu çare nîn e.”
Jinên li gundewaran dijîn heta nîvroyê avê dikşînin
Daliya Mensûr jî keçeke ji heman gundî ye dibêje: “Piraniya keçên vê herêmê ji ber tunebûna avê ji xwendinê bêpar mane. Rojê 2 km dimeşin avê li ser milên xwe hildigrin tînin, piraniya wan keçan ji xwendinê qut bûne. Jinên gundewaran gelek zehmetiyên giran dikşînin.”
Nima Hezaa ya 60 salî bi temenê xwe yê mezin tevî nexweşiyan alîkariya malbata xwe dike diçe avê tîne û dibêje: “Pisgirêka me ya avê mezin e, em ji saet 5’an piştî limêja berbangê derdikevin, di riyên asê û dijwar de diçin kaniyên avê, dema em vedigerin malê nîvê wê avê em vedixwin, carna jî lingên me li hev dikevin em dikevin erdê ava ku bi saetan me hilgirtiye dirije.”
‘Bi pêla koçberiyê re ji ber hejmara zêde ya şêniyan av kêmtir bûye’
Çalakvana mafên mirovan Daliya Mihemed li ser ve rewşa ku ji ber krîza avê tê jiyankirin wiha dibêje: “Zehmetiyên ku jin dikşînin bi berdewamiya şer û dorpêçê re girantir bûne. Ji berê ve jinan avê ji kaniyan dianîn lê dema niha rewş xirabtirî berê ye, jêderên avê jî dûr in. Hinek tevahiya rojê bi anîna avê re derbas dikin ji ber ku pêla penaberiyê berdewam dike û hejmara niştecihan zêde dibe. Av jî ji ber ku pir tê kişandin, hin jêderên avê zuha bûne lewre êş, metirsî û pirsgirêkên jinan jî zêde dibin.”