Ji ber gotinên xirab xwendekar naxwazin biçin dibistanan

Xwendekar li dibistanan gelek caran rastî gotinên xirab ên mamosteyan tên. Ev yek dibe sedem ku xwendekar ji dibistanên xwe sar bibin û naxwazin bixwînin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Bi şermezarkirina tundûtûjiya li dijî xwendekarên li dibistanan, digel cezayên bilez ji bo Wezareta Perwerdeyê û dezgehên şareza ji ber binpêkirin û xeletiyên kadroyên mamostehiyê, pêleke din dest pê kiriye ku ew jî metirsiya veguhestina gotinên xirab e. Xwendekar gelek ji vê yekê bi bandor dibin ev bandoreke wisa li ser xwendekaran dike ku ji dibistanên xwe sar bibin an jî nakevin waneyan. Ji ber nêzîkahiyên mamosteyan derûniya xwendekaran têk diçe loma jî malbat ji ber nêzîkahiyên xirab ên mamosteyan nerazî ne.
“Şopandina xwendekaran girîng e”
Xwendekara zanîngehê S.M. da zanîn ku wê zarokatiyek dijwar di dibistana seretayî de ji ber zordestî û tundiya devkî ya mamoste derbas kiriye û got: “Tişta herî dijwar a ku ez rast hatim ew bû ku ez nikarim îsbat bikim ku ez ji tundiya devkî çi dikşînim. Ji ber ku tu bandora wê di warê fizîkî de xuya nake lê bêtir zirarê dide giyanê mirovan. Tundûtûjiya devkî li hinek deverên populer û xizan bi gelemperî heye û wekî rewşeke xwezayî tê dîtin. Dê û bav vê şîdetê bi rehetî pêk tînin, ew nifşek nû çêdikin ku şîdeta devkî û axaftinên neyînî li dijî yên din bi kar tîne.” Ew beşek ji êşa xwe tîne bîra xwe û ji me re behsa tirsa xwe ya ji dersa matematîkê dike. Ji ber peyveke ku mamoste her dem dubare kir û tê de teqez dikir ku tu xwendekar nikare pirsan di îmtîhanên dawiya salê de bibersivîne. Digel ku xwendekaran wekî ehmeq bi nav kir. Çend salan wê ji tirsa, azmûna matematîkê ya dawiya salê ji bo rûniştina duyemîn bi paş xist. Li dibistanê şopandina malbatê girîng e, ji ber ku wê dikaribe xwe ji vê kabûsê xilas bike piştî ku bavê wê pê hesiya ku di tirsa wê ya ji matematîkê de tiştek ne normal heye û ew veguhezand dibistanek din ku bi riya wê dikaribû xwe ji hesta tirs û xofê xilas bike ku di dawiyê de ji dersên matematîkê hez kir û pir bi hêsanî qonaxên pêşerojê yên xwendinê şopand. Tişta ku ji redkirina tundûtûjiya fizîkî ya li ser xwendekaran ji aliyê civakê ve qewimî, nabe ku bibe şîdeta devkî ya ku bi rastî nayê dîtin lê belê  dibe sedema zerarek kûr di derûniya zarok û têkiliya wî ya bi dibistanê re.
“Xwendekar para xwe ji tundiya devkî digrin”
Z.A. dayika du zarokên dibistana navîn e, behsa nexwestina kurê xwe yê mezin ji xwendinê kir. Ji ber zordestiya mamoste û xwendekaran der barê qelewbûnê  de got: “Rewşeke psîkolojîk a dijwar, îzolasyon û nexwestina dibistanê kurê min ê 13 salî dorpêç kir ew jî ji ber çewisandin û destdirêjiya mamosteyê ku bi gotinên nexweş ew aciz kiriye. Ev jî bû sedem ku hevalên wî cesaret bikin û heman rêbazî bi kar bînin. Ger kurê min xelet bûya yan asta wî ya zîhnî xirab bûya dê di cezakirin û îhmalkirinê de rêbazek perwerdeya mirovî bi kar bihatana. Hewldanên biçûkxistinê tiştek ne mirovî ye bi taybetî ji bo kesên ciwan. Zexta derûnî encamên cidî li ser zarok û xortên di temenê ciwaniyê de dihêle lewma min ji rêveberiya perwerdeyê giliyek pêşkêş kir û xwest ku mamoste li gorî mekanîzmayên qanûnî werin cezakirin. Mamoste û pisporên di warê perwerdeya derûnî de di nîqaşkirina diyardeyê û redkirina zimandirêjiya kesane û kolektîf a berfireh a mamoste li ser xwendekaran de rolek xwe hebû.” 
“Hinek mamaoste hene bandorek erênî ava dikin”
Pispora perwerde û derûnî Zina Hussein destnîşan kir ku ziyana derûnî ji ziyana fizîkî zêdetir bandorên neyînî li ser mirov çêdike û wiha domand: “Her sernavek xirab ku giyanê xira dike ji zarok re tê eşkerekirin, çi ew li baxçeyê zarokan be, çi dibistana seretayî be, çi dema ku ew gihîşt xortaniyê dê bandorek xirab a kûr ku vîzyona pêşerojê û serkeftinê kontrol dike li ser bihêle. Li hemberî perwerdeyê êrîşek bi mebest nayê kirin, berovajî vê yekê hin mamoste hene ku bandoreke erênî li ser jiyana xwendekaran dikin. Wan nifşek bi hişmendî û bi bandor ava kirin lê tiştê ku diqewime redkirina tundiyê ye ku ji ber hin kadroyên mamostehiyê dest pê kiriye û dikeve nav jiyana xwendekaran, nemaze zarokan. Tiştê ku me wek perwerdekar û derûnînas ditirsîne ew e ku tundiya fizîkî bi destdirêjiya devkî biguhere, tişta dijwartir bike û bandorê li pêşeroja xwendekaran bike, nemaze bi hebûna hin mamosteyên ku rola xwe ya perwerdeyê dadperwer dibînin da ku meaş bigrin û li ser awayê danûstandina xwe bi xwendekaran re nefikirin.”
“Ya girîng ew e ku ji zarokatiyê ve kesayetek normal were avakirin”
Zina Hussein bi bîr xist ku dema danustandinê bi xwendekaran re dike, dibîne ku neheqî li wan hatiye kirin û ew nikarin bersiva wan neheqiyan bidin û ji ber vê yekê jî wê destwerdanê kir da ku dîmenê bandora derûnî ya li ser xwendekaran ji holê rake û got: “Rêbaza rexneya tund jî encamên xirab li ser tevger û danûstandina xwendekaran di nava civakê de dike. Ez di wê baweriyê de me ku karmendên hîndekariyê hewcedarê rahênanê û kursên perwerdeyê ne ku aliyên derûnî yên mamoste zêde bikin û bikaribin bi awayeke erênî bi xwendekaran re mijûl bibin. Ji ber ku karê sereke yê mamosteyan ew e ku mirovekî normal û çalak di civakê de biafirînin. Ya herî girîng ew e ku ji zarokatiyê ve kesayetek normal were avakirin da ku mirov ramanek baş ji xwe re bigre ku dihêle ew tevgerek normal bi jîngehê re bike û divê mamoste girîngiya rola xwe ya di avakirina nifşan de bizanibin.”