Ji ber germahiya zêde kozikên kurmê hevrîşimê baş çênabin

Jinên ku kurmê li Pasûra Amedê bi kurmê hevrîşimê debara xwe dikin, dest bi berhevkirina kozikên ku 40 roj in dixebitîn kirin. Evîn Ozgen diyar kir ku germahiya hewayê bandoreke neyînî li ser kozikan dike.

Amed - Li navçeya Pasûra Amedê jinên ku karê kurmê hevrîşimê dikin, salane 60 ton kozikên nû tên bidestxistin. Di vî warî de navçe di hilberîna hevrîşimê ya herêmê de di rêza yekemîn de ye. Pîşeya ku ji van kozikan tê bidestxistin, riya debara xelkê navçeyê ye ji sedî 10’ê hewcedariya Tirkiyeyê bi cih tîne. Hat diyarkirin ku kozikên mehekê bi keda jinan tên hilberandin di van rojan de dest bi komkirina kozikan dikin û îsal hilberîna kozikan li gorî sala par baştir e.

Di van rojan de kozik kom dibin

Çêkirina kurmikê ku bi salan e li navçeyê tê kirin, bi xwarin û berhevkirina xwe re çil rojan didome. Kurmikê ku jinan ji bo wan ked dane, piştî dibin kozik tên berhevkirin û firotin. Ji bo parastina kurmên hevrîşimê yên ku ji pelên darên kew ên berhevkirî dixwin, çilo (pel) li wan dikin. Kurmê hevrîşimê ku bi serrastkirina germahiyê û pelên kewçêr çêdibe, pêşiyê beşa dervayê kozikê û paşê jî li dora laşê xwe dixemilîne, nayê dîtin. Ji bo ku kozikên ku gav bi gav tên bidestxistin mehek lazim e, hilberînerên kozikên ku li navçeyê dijîn di destpêka meha Hezîranê de dest bi firotina kozikên ku berhev kirine dikin.

'Karê me hem zehmetiya wê heye hem jî xweş e'

Evîn Ozgen a ku ji ber cihê wê tune ye di odeya xwe de kurmê hevrîşimê diçêrîne û xwedî dike, bi salan bi keda xwe debara xwe dike. Evîn Ozgen, anî ziman ku bi pereyê ku bi firotina kozikên berhev kirine û rêz kirine bi dest xistine debara xwe û zarokên xwe kiriye û wiha got: “Ev kar bi giştî çil rojan didome. Di dawiya çil rojan de em wan berhev dikin. Ev kar hem aliyên wê yên dijwar hene, hem jî yên baş. Ez ji kurmên hevrîşimê hez dikim. Di vê demê de her kes piştî qonaxa berhevkirinê kozikên xwe difiroşe. Piştî ku ew kozik tên kelandin, hevrîşim çêdibe.”

'Hişkesalî kozikan kêm dike'

Evîn Ozgen, diyar kir ku ji bo çêbûna kozikan tişta herî girîng germahî û pelên darên tûyan in û balê dikşîne ku ji ber ziwabûna di van du salên dawî de kozik li ber xwe nadin. Evîn Ozgen, diyar kir ku ji ber hişkesalî di peydakirina pelên tûyan de zehmetî kişandine û wiha got: “Ligel ku me sala borî kêzik razandin û xwarin da wan jî kozikên me çênebûn û me hemûyan avêt. Her ku germahî zêde dibe darên tûyan jî kêm dibin lewma xwarina kozikan kêm dibe. Ji xeynî wê germahiya hawirdorê ya kozikan pir girîng e, ji ber ku dema dakeve binê 30 pileyî, kozik dimirin. Loma jî her ku germahî zêde dibe zirareke mezin dide me. Îsal dîsa kozikên me li gorî par di rewşeke baştir de ne. Lê em nizanin dê sala li pêş çawa be."

'Hêvîdar im keda min bê encam nemîne'

Evîn Ozgen, anî ziman ku hema bibêje hemû jinên navçeyê karê ku ew weke çavkaniya debarê dibîne dikin û wiha got: “Tiştekî din ku mirov li vir bike tune ye. An mirov heywanan xwedî dike yan jî kurmê hevrîşimê xwedî dike. Ji xeynî vê derfeta kar tune ye. Bi salan e vî karî dikim, bi pereyên ku digrim ji bo xwe û zarokên xwe debara xwe dikim. Dema ez vî karî dikim tenê daxwaza min ew e ku beramberî  keda xwe, kozikan bifroşim."