“Ji ber ferskirina jiyanek bê rumet min biriyara veqetanê da”

Lina Elî ya zewicî û dayika du zarokan dema zorî lê dihat kirin û xwest ji hevjînê xwe cuda bijî li hemberî zagona Iraqê ya nêrîna mêrsalariyê binge digire têkoşîna xwe dewam kir û got: “Ji ber min nikarbû bê rûmet bijîm, min biryar veqetînê da.”

 
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Di civaka Iraqî de ji ber zagonên heyî bi nêrîna baviksalarî piştevaniya mêran dike jin bi zoriyên jiyanê re ru bi ru dibin. Dema ku jinek zewicî û xwedî zarok ji ber nikare bi mêrê ku şidetê lê dike û her roj zoriyê ji destê wî dibîne re bijî, daxwaza hev berdanê dike, wê demê tenê dimîne û zagon pişta mêr digire. Piraniya jinan mafê xwe yê xwendinê, bijartina hevser û mîrasê winda kirine, lê Lina Elî ji bo bidestxistina azadiya xwe riya tekoşîne hilbijart.
Lina Elî ya 31 salî û dayika du zarokan, hewl dide ji bo herdu zarokên xwe bibe dayikek baş têdikoşe ku azadiya xwe bi dest bixe û ji hevserê xwe veqete wiha dibêje, "Keç di temenek ciwan de di cîvaka me de li ser guhdarkirin û razîbûna hevser tên xwedîkirin, zilam jî ev yek istsmar kir û sînorên xwe li hember jinê derbas kiriye".
“Li hemberî bêrumetkirinê min biriyara veqetînê da”
Lina da zanîn ku li ser mezinkirina zarokên keç bandora civak û malbatê gelek zêdeye. Lina da zanîn ku qanûna Iraqî nikare jinan biparêze ji ber ku gelek valahî hene ku di jiyan û hilbijartinên jinan de têne bikar anîn û wiha dom kir: "Jinê di civakê de mecbûrî sertewandinê dikin. Heta destûr û qanûnên ku divê wê biparêze jî, ji bo zilam zextê li jinan bike û wê mecbûr dike ku guhdariya mêr bike. Ev yek dihêle ji mafê xwe dûrbike, ev yek jî valahî ji bo zilaman avadike û derfetê dide wan.” 
Lina Elî di derbarê demê zewaca xwe de wiha dibejê: "Ez hef salan zewicî mam, min tiştek ji wê pêvajoyê fam nekir. Tenê weke makîna zarokanînbûm. Ez bi zilamek wisan  re dijiyam her tim hewl dida hemû mafên min ên mirovî ji destê min bigire û dixwest min wekî jineke ku heqaretê qebûl dike bibîne. Ez nikarim jiyana xwe bi yekî ku min wekî makîneyek hilberînê dihesibîne bidomînim û xizmeta wî bikim. Ji ber ku min nikarbû bê rûmet bijîm, min biryar da ez jê qut bibim".
“Jin ji hemû mafê xwe bê par dimîne”
Lina Elî li ser mafê jinê yê hevberdanê di zagona Iraqê de jî wiha dibejê: "Qanûn rêzê ji xwesteka jinê re nagire û mafê wê yê veqetînê jî nade. Hemî mafên wê têne desteser kirin û ew bi razîbûna hevserê xwe jî nikarê mafê hevberdanê bistîne. Jinêk Iraqî dikare jiyana xwe beyî zilam bixwe birêve bibe. Li gel hebûna zilam carinan, civaka me ya baviksalarî dibîne ku zilam tenê ji bo karê xwe li derveyî malê berpirs e ku peran qezenc bike, lê jin dikare ji bilî mezinkirina zarok û berpirsiyariyên din li hundur û derveyî malê bixebite.”
Lina Elî di wê baweriyê de ye ku zîhniyeta baviksalarî di qanûnsazkirin û sererastkirina qanûnan de jinan di bin çavdêriya civak û dewletê de dihêle û wiha pêde çu: “Qanûna Iraqî dixwaze jinan di jiyana zewacê de û piştî cudabûnê zordar bike. Taybet piştî hewildanên vê dawiyê yên vekêşana serweriya zarokan bêyî berçavgirtina zirara ku dibe zarok rastê werê, xwestina zarok a li cem dayika xwe bimîne û ev hemi jî tenê ji bo dilxweşkirina zilam û berdewamiya zext û zordariya li ser jina ne ".
Lina Elî dibîne ku piştgiriya malbata wê û cewhera asta wan a çandî û civakî û asta hişmendiya wê, ew xurt kir neheqî red kir û ji bo zarokên wê jiyanek aramtir bijîn jiyana xwe ji nû ve ava kir. 
“Gelek jin ji tirsa malbata xwe neçarê neheq û zordariyê ne”
Lina da zanîn ku bi hezaran û belkî bi sed hezaran jin hene ku ji ber ku dayik û bav biryara veqetandinê red bikin û ji ber nebûna wan a rewşa aborî nikarin gavek bi vî rengî bavêjin û wiha domand: "Min gelek çîrok ji jinan bihîstin ku ji tirsa malbat û civakê re neçar bûn bi hevserê neheq û zordar re bimînin".
Lina Elî diyar dike dema ku têkiliya di navbera hevjînan de dighê riyeke girtî hevberdan çareyek e ji bo rizgarkirina ji nexweşiya giyanî û ji xwekuştinê û wiha dibeje: "Di van demên dawî de gelek sûcên şîdeta malbatî bi rêjeyên pir mezin çêbûne, hemû jî ji ber zextên ji aliyê hevser yan jî endamekî malbatê de, di kêleka vê de jî tu qanûna wan tune ye ku me ji bav, bira yan jî hevseran biparêz e".
“Ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe têkoşîn bikin”
Lina bang li her jinekê dike ku bi hêz be, zerara ku ji aliyê hevserê xwe ve dibîne red bike û ji bo pêşeroja xwe têbikoşe û wiha dom kir: "Ez bang li her jina rastî şîdetê tê dikim ku bi hêz be, pirsgirekên xwe di destê xwe de bigire, rewşa rûreş red bike. Ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe tekoşîn bike, hewl bide ku xwe perwerde bike û xwe pêşve bibe, bi xurtî bixebite da ku hêza xwe û hêza zarokên xwe peyda bike. Wê demê dikarin qasî vî barî be û jiyana wan pir baştir be ji ber ku ew dilxweşî heq dikin.”