Ji ber dorpêçê li Xezayê gelek derman tune ne

Jinên Xezayê ji ber kêmbûna dermanan zehmetiyan dikşînin. Carna derman tê dîtin lê carna jî bi mehan qut dibe. Bi taybetî dermanên nexweşiyên kronîk ku ji sedî 60 ji nexweşan jin in.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Sedemên kêmbûna dermanan li Xezayê gelek in di serî de jî dorpêça ku ji 17 salan ve ye li ser wan didome. Lewma rewşên celta di naxweşxaneyên Xezayê de zêde bûne.

Newal Muhsên bi salan e bi nexweşiya îltîhaba movikan ketiye, bi zorê dilive lewma neçar e li malê rûniştî bimîne. Dema ew dermanan dibe rewşa wê baş dibe lê dema derman namîne êşa wê giran dibe.

Nikarin dermanan bikirin

Têkildarî mijarê bijîşk Seher El-Nejar dibêje: “Jinên Xezayê dermanan ji sê jêderan digrin ew jî wezareta tendirustiyê ye ku bi sîgortaya tendirustiyê bihayê derman dide. Ya duyem klînîkên UNRWA, ya dawî jî dermanxaneyên taybet in. Tevî ku bihayê wê zêde ye jî ji ber nebûna wan di jêderên din de, gel berê xwe didinê.”

Ji ber dorpêça 17 salan gelek derman tune ne

Der barê sedemên kêmbûna dermanê li Xezayê de jî dibêje: “Dorpêça ku ji 17 salan zêdetire ve ferz bûye, rê nade cureyên taybet derbasî herêmê bibin. Weke dermanê kîmyewî ji bo nexweşên pençeşêrê, îltîhaba movikan, nexweşiyên sîng û kêmparêziyê yên dil û gelek dermanên din ku hebûna wan bi jiyana mirov ve girêdayî ye. Hin dermanên normal li wezareta tendirustiyê tune ne. Wekî yên antîbiyotîk, serûm, antî vîrusan, dermanên zext, şekir û made, yên tayê û xwînê. Hin dermanên din jî divê yekser dema nexweş dikevin nexweşxaneyê didin wan lewma neçar dimînin ji dermanxaneyan bikirin ger rewşa wan a aborî baş be.”

Piraniya caran jin nikarin wan dermanan bikirin ji ber nebûna hevjînên wan û aboriya malbatê nebaş e lewma nexweşî li wan zêde dibin bêdeng bi êşa xwe re dimînin. Nizanin dê çi bibe, dibe ku jiyana xwe ji dest bidin weke nexweşên dil, gurçik û pençeşêrê.

Ji sedî pêncî derman tune ne

Li gorî rexistina tendirustiyê ya cîhanê ji sedî 50 dermamanên di lîsteyê de li Xezayê tune ye. Di dema dawî de bi qasî 3700 cure dermanan nemane. Piştre bihayê dermanê heyî jî zêde bûye ji sedî 30 tevî girîngiya wan dermanan lê kes nikare bikire.

Nekirîna derman rewşên celtê di nexweşxaneya Xezayê de zêde kiriye. Dermanên pêşîlêgirtina ducaniya jinan ku pêwîst e her dem hebe niha tune ye.

Mixabin gelek caran jin dermanê êşkujê li şûna dermanê bingehîn dikirin ji ber buhayê wan ê zêde.

Navenda Rl-Mîzan a mafên mirovan di lêkolînekê de diyar kir ku ji sedî 60 jin nexweşên kronîk li Xezayê ne.