Ji 8 kesan bûn 825 mamosteyên zimanê Kurdî
Eyhan Yûnis a di temenê xwe yê 18 salî de û bi rengekî dizî tevî 7 hevalên xwe yên jin, di serdema rejîma Baasê de, di malekê de fêrî zimanê Kurdî dibûn dibêje ku wê qet bawer nedikir ku bigihîjin vê astê ji mamosteyan û perwerdekirina şagirt û xwendekaran lê xewna dapîr û bapîrên xwe pêk anîne û dikaribûn xwedî li projeya Neteweya Demokratîk derkevin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Ji ber hişmendî û polîtîkaya nijadperestiya rejîma Bassê, li dijî gelê herêmê gelek neteweyên ku li Sûriyeyê bi hezaran salan jiyîn e, ji ziman û çanda xwe bêpar mabûn yek ji wan jî gelê Kurd bû. Gelê Kurd ê ku di navbera her du çeman de dijîn û dîroka mirovahiyê bi pêş xistine, ji hemû mafên xwe hatibûn dûrxistin. Gelek lehengên Kurd di şerên li dijî Ermeniyan û Aşûriyan de ku ji aliyê dewleta Osmanî ve pêk hatin, cih girtibûn lê li gorî derfetên xwe ew ji komkujiyan xilas dikirin û gelek belgeyên ku vê yekê piştrast bike hene. Ruxmî vê yekê jî lê ne di pirtûkên wan de cih girtin û ne jî wekî Kurd ew hesibandin. Gelek jinên ciwan û ciwanên Kurd, di dema rejîma Baasê de, ji bo ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin, bi rengekî dizî li malan perwerde didîtin û bingehek jê re ava dikirin ku di pêşerojê de şoreşeke ziman li dar bixin. Eyhan Yûnis a 28 salî, yek ji wan jinên ciwan bû ku di sala 2011'an de tevî komek ji hevalên xwe yên jin, bi awayekî dizî û veşartî fêrî zimanê Kurdî dibin û sal bi sal gavên mezintir diavêje û bû mamosteyeke zîrek, ku bi rûkenî û dilnizmiya xwe, di dilê hemû mamoste û şagirtan de cih digre. Da ku hîn bêtir em rêwîtiya mamoste Eyhan nas bikin, me hevdîtin pê re çêkir û ji me re behsa zor û zehmetiyên wan rojan kir.
“Di destpêka aloziya Sûriyeyê de, fersend bû ku em komên zimanê Kurdî ava bikin”
Eyhan di destpêka axaftina xwe de behsa çewisandina mafê gelê Kurd kir û wiha domand: "Di encama polîtîkayên qirkirin û pişaftina gelê Kurd de, zimanê dayikê ango zimanê Kurdî li cîhanê hatibû qedexekirin, di heman demê de jî li Sûriyeyê. Ziman hebe çand û hebûna me jî tê parastin lê ev yek ji me re xewn bû ku em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê li Dera, Şam û bajarên din ên Sûriyeyê, hinekî herêma me di aramiyê de bû. Di vir de, me ji xwe re fersendek dît ku em jî bingeheke ji zimanê Kurdî re li Til Temirê ava bikin, ji ber wê jî me komek di hundirê bajêr de ava kir. Wê demê me ji du kesan dest pê kir û ev hejmar gihîşt 8 kesan. Jinên ciwan ên wê komê pir zîrek û bi dilsozî tevlî xebatên komîteya ziman bûn. Yek jê Ş.Arjîn bû ku ji xebatên ziman, tevli refên YPJ'ê dibe paşê di encama êrîşa Cebhet El-Nusra de canê xwe feda dike. Bi rihê van hevalan, me asta têkoşîn û xebatên xwe zêdetir kir."
Ji ber vê sedemê hefteyê li malekê perwerdeya ziman didîtin…
Eyhan behsa çawaniya dîtina perwerdeyên xwe yên ziman di hebûna rejîma Baasê de kir: "Dema ku me perwerdeyên xwe yên ziman didîtin, helbet bi dizî bûn û rejîma Baasê hîn serwer bû. Di hundirê malan de, me perwerdeyên ziman didît. Lê her hefteyê li malekê bû, ji bo ku cihê me neyê keşifkirin û rejîm bi ser me de negire. Dema me dest bi perwerdeyê kir, min tîpek jî ji zimanê Kurdî nas nedikir. Ji ber ku dema me di dibistanên rejîmê de dixwend, qedexe bû ku ez û hevalek xwe di maseyekê de bi zimanê dayikê biaxivin. Çav û guhên wan li ser me bû ka em bi zimanê Kurdî bi hev re diaxivin yan na. Gihîşt asteke ku xwestin li malan jî ziman qedexe bikin û tenê bi Erebî biaxivin."
“Çawa min sirûda "Hûmat El-Diyarî" digot, bi hesret bûm ku ez sirûda "Ey Reqîb" jî bibêjim”
Eyhan bîranîneke xwe yê bi hesret bi bîr xist û got: "Her serê sibehê, dema ku em diçûn dibistanê û li ber ala dewleta Sûriyeyê disekinîm, min li alê dinêrî û sirûda "Hûmat El-Diyarî" digot, min hez dikir û bi hesret bûm ku ez li ber ala Kurdî bi rûmetî bisekinim û sirûda "Ey Reqîb" jî bêjim. Ji zaroktiyê de, ev xewn bi me re hebû ku ez wekî miroveke Kurd li ser vê axê bijîm. Carna me tayê kesk, sor û zer ango rengê ala Kurdistanê me li destê xwe digerand, dema em diçûn dibistanê jî mamosteyên rejîmê ji me digirtin û qedexe dikirin lê her cara ku wan ji me digirt, roja din me çêdikir û dîsa li destê xwe digerand. Heta morîkê ku me li stûyê xwe digerand jî li me qedexe kirin. Carna em li ber tv. rûdiniştin û me bername tamaşe dikirin, dema ku me didît rengê kesk, sor û zer li pey hev derbas dibe, em matmayî diman."
Malek kirê kirin û perwerdeyên zimanê kurdî û çand û hunerê lê dîtin
Eyhan da zanîn ku di wan salan de, meclis hatiye avakirin û wê cihê xwe di komîteya ziman de girtiye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di dema ku hê rejîm li ser piya bû, bi serkêşiya M.Herekol (Hisên Çawîş) meclisek hat avakirin û ji gelek komîteyan pêk hat. Min di komîteya ziman de cih girt. Wê demê şêniyan ji me re digotin; Apocî dîn bûne! Wê dewletekê di hundirê dewleteke din de ava bikin. Bi vî rêbazî hewl didan ku em gava me pêş ve avêtiye, paş ve biavêjin. Bi rastî jî ev gava me avêtî xewn bû lê tevî hemû astengiyan jî me xewna xwe veguhrand rastiya îro. Ne sazî û ne jî cihekî ku em lê perwerdeyê bibînin û xebatên xwe bidomînin hebû. Ji ber wê jî me û çand û huner, malek kirê kir û li wir perwerdeyên xwe dîtin. Pir zehmet bû, ji bo fêrbûna ziman aramî pêwîst dikir, çand û hunerê re jî dîlan û govend digerandin. Me pir astengî dikişandin heya ku me asta yekemîn bi dawî bû. Bandora deng û qerebalixê pir zor bû. Dibistan destê me de tunebûn wê demê, ji ber ku branşên rejîmê lê dihatin dayîn. Lê paşê dibistanek ket destên me û me wekî Saziya Zimanê Kurdî ragihand. Mirov çiqasî bêje astengî hebû jî dibe ku bi peyvê pir hêsan be, bi rastî pir zor bû."
Yekemîn car derbasî dibistanê dibe û waneyên zimanê kurdî dide
Eyhan tecrubeya derbasbûna dibistanê yekemîn car wekî mamoste bi bîr anî û got: "Yekemîn car wekî mamosteya zimanê Kurdî ez derbasî dibistanê bûm û bi wê çalakbûn û eşqê ez tevdigeriyam. Hemû biranş ên rejîmê bûn, tenê me dersa ziman dida ew jî saetek bû û me bi zora xwe jî ji mamosteyên rejîmê distand. Mamosteyên dibistanê digotin; ev hatine ku beşa me yê zêde dagirin. Helbet, me jî ev hesret ji xwe re wekî fersend digirt ku em xwendekaran fêrî ziman bikin. Ne bernameya heftane û ne jî saetên me didan, heya ku em di hundirê odeya rêveberiyê de rûdiniştin, kesek ji mamosteyên rejîmê bi me re nediaxivîn. Yên ku diaxivîn jî ji aliyê nûnerê dibistanê ve rapor der heqê wî de dinivîsand û digihandin rêveberiya perwerdeyê ya Hesekê û ew mamoste rastî astengiyan dihatin. Gelek caran rê nedidan me ku em di hundirê mangeya rêveberiyê de rûnin, me dema xwe li derve diqedand. Ji bilî, neqebûlkirina mamoste û nûnerên rejîmê xwendekaran jî em qebûl nedikirin û gelek tevlihevî di refê de çêdikirin, ku ez waneya xwe nedim. Me heya 2014'an saetên ziman li dibistanan dida û di 2015'an de jî branşên zimanê Kurdî daketin dibistanan. Her wiha 2015'an de jî Peymangeha Ş.Jiyan ket meriyetê û li wir me xebatên xwe domand. Di havînê de me perwerdeyên branşan didît û dema dibistan dest pê dikirin me li dibistanan dida xwendekaran."
Dema niha pir cuda ye!
Eyhan da payîn ku di dema niha de şagirt û xwendekarên Kurd zimanê Erebî fêr dibin û Ereb jî zimanê Kurdî hîn dibin û wiha pêl da gotina xwe: "Şagirt heya refa sêyemîn a seretayî, Kurd branşên Kurdî û Ereb jî branşê Erebî, fêr dibin. Lê ji refê 4 û jor de şagirtên Kurd branşa Erebî û Ereb jî biranşa Kurdî fêr dibin. Wiha her du netew jî zimanê hev fêr dibin, wisa berdewam dike heya ku digihîjin asta zanîngehan."
“Me bawer nedikir lê em gihîştin astên mezintir”
Eyhan bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku kêmasiyên me hebin û pir bin lê bi demê re wê sererast bibin, çimkî ev tecrûbeya me ya yekemîn e di dîroka gelê Kurd de. Me bawer nedikir ku em ê bigihîjin vê rojê û astê, me digot qey em ê tenê ziman bi pêş bixin lê me nizanibû ku em ê bigihîjin asta bi hezaran mamosteyên zimanê dayikê û zanîngehên me çêbibin."