Endamên HPC-JIN: Parastin erka hemû kesên civakê ye

Endamên Hêzên Parastina Civakê-Jin (HPC-JIN) ji bo ku pêşî li şewatên zewiyan were girtin daxwaz ji xelkên herêmê kirin ku bi wan re bibin alîkar û diyar kirin ku parastin erkeke li ser her ferdeke vê civakê ye.

DELAL REMEDAN

Hesekê- Hêzên Parastina Civakê-Jin (HPC-JIN) li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê heta ku mewsima çandiniyê bi dawî bibe bi kedeke mezin parastina erdan ji şewatê dikin. Tê zanîn ku di dema çandiniya erdan de dewleta Tirk bi zanebûn topan diavêje nava zêviyên gel û dibe sedem ku keda salekê ya cotkaran vala biçe. Hêzên Parastina Civakê-Jin HPC-JIN ji bo ku pêşî li şewatê bigrin bi şev û roj di nobetê de ne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çend salên derbasbûyî de rêjeya şewata zeviyên çandiniyê li piraniya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye.

‘Erka me parastina welat e’

Der barê mijarê de endama HPC-JIN Rîma Feyad ji me re axivî û got: “Ev 3 sal in ez endama HPC-JIN im, em di hemû çalakiyan de bi şev û roj amade ne ji bo ku li hemberî rewşên lezgîn bisekinin ji ber erka me ye em welat û xaka xwe ji hemû gefan biparêzin. Her sal em nobedaran birêxistin dikin ji bo em parastina zeviyan ji şewatê bikin, her roj nobedar ji demjimêrên sibehê yên zû dest pê dikin û heta 7’ê êvarê dimînin, karê me heta rakirina berheman berdevam dike.”

‘Divê em axa xwe ji hemû gefan biprêzin’

Rîma Feyad bang li xelkên herêmê û bi taybetî jinan kir ku tevli HPC’ê bibin û li kêleka wê ji bo parastina erdên xwe ji şewatê bisekinin û wiha berdevam kir: "Divê em bi hevre welat, axa xwe û rizqê xwe ji hemû cureyên gefan biparêzin, armanca me weke HPC-JIN misogerkirina aştî û aramiyê ye.”

‘Erka her kesê ye ku parastina zeviyan bikin’

Endama HPC-JIN Emîne Şêxmûs jî got ku sala derbasbûyî jî gelek erd şewitîne û cotkaran gelek xisar ji şewatê dîtine  wiha gotinên xwe domand: “Em parastina zeviyên xwe ji şewatê dikin. Rojane nobadariyê dikin, erka me û erka hemû kesan ew e ku parastina xaka xwe bikin, salên berê gelek erd şewitîn û cotkaran gelek xisar dîtin. Zeviyên çandiniyê ne tenê ji xwediyên wan re ne, ew qûtê xelkên vê herêmê ne jî û dikeve ser milên her welatiyek ku parastina zeviyan ji şewatê bike.”

‘Divê her kes zeviyan biparêze’

Emîne Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew parastina zewiyan ne weke karekî weke erkek dibîne û wiha got: “Em her dem amade ne parastina xaka xwe bikin, tevî rewşa jiyanî ya zehmet em bê beramber derdikevin parastinê. Parastin ne kar e lê belê erkeke li ser her ferdeke vê civakê.”

Emîne Şêxmûs bang li xelkên herêmê kir ku guh bidin hişyariyên ewlehiyê da ku şewat di zeviyan de dernekevin.