Hevaltiya Kişwar û Nexşînê ya 18 salan

Du jinên bi navê Nexşîn û Kişwar hevaltiyek wan ya cûda ya berî 18 salan li ser kar destpê kiriye û heta niha ji dewame.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Nexşîn û Kişwar dû jinên hevalên hevdûne ev 18 sale bi hev re li beşa pêşwazîkirina mêhavanan a Monîmênta Şehîdên Helepçe kar dikin. Hertim her du bi hev re ne û cilên weke hev li xwe dikin, ev ji bûye sedem ku bala hemû mêhvan û geştiyaran bikêşin ser xwe. Her dû bi xwe didin diyarkirin ku; ‘Ger di dema pêşwazî kirina mêhvanan de yek ji me ne amade be hertim pirsa ya dinê dikin.’
“Hertim em cilên weke hev li xwe dikin”
Nexşîn Selam wîha behsa hevaltiya xwe ya bi Kişwar re dike: “Ev 18 sale li vê derê em her dû weke xuşkên hevdû kar dikin. Tenê dû salan em ji hev dûr man, ji derveyî wê em hertim bi hev re ne. Em her dû havalên hev karê pêşwaziyê bi hev re dikin ji siharê dest bi kar dikin heta êvarê. Heskirina me ya ji bo kar wisan kiriye ku em hertim li gel hev bin. Ew qas em ji hev dû hes dikin, hertim em cilên weke hev li xwe dikin.” 
“Di sala 2006’an de em bûn hevalên hev yên nêz”
Kişwar Mewlûda ku di sala 1970’an de ji dayik bûye behsa karê xwe dike û dibêje: “Ez bi Nexşînê re ji sala 2003’an ve weke karmend li Monîmênta Şehîdên Helepçe li beşa pêşwazîkirina mêhvanan kar dikîn. Di sala 2006’an em bûn hevalên hev yên nêz, ji ber wê salê Monîmênta Şehîda şewitî yê ku herî zêde ji ber min aciz birî Nexşîn bû. Her çiqasî bejna Nexşîn ji ya min bilintir jî be em hertim hezdikin cilên weke hev li xwe bikin. Di dema pêşwazîkirina mêhvanan de dema yek ji me amade be hertim mêhvan pirsa ya dinê dikin, ji ber ew jî hîn bûne me bi hev re bibîne.”