Ji Efrînê heta Şehba berxwedan û hêviyê mezin dikin

Şêniyên Efrînê yên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê neçar man koçî Şehbayê bikin, li hemberî ambargo, dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet jî li ber xwe didin, bawer dikin ku dê vegerin Efrînê.

RUPARÎN BEKIR

Şehba – Gelê Efrînê yê li Kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 sal in li ber xwe dide tevî hemû êrîşan û dorpêçan. Jinên Efrînî yên ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê neçar man koçî Şehbayê bikin, dibêjin ku berxwedanî tekane riya vegera wan e.

Kantona Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de rastî êrîşek ezmanî û bejahî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat. Piştî berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê, di 18’ê Adara heman salê de Efrîn hat dagirkirin.

Gelê Efrînê û hêzên leşkerî li Efrînê 58 rojan berxwedaniyek dîrokî nivîsandin lê di 18’ê Adara heman salê de Efrîn hat dagirkirin û bi hezaran şêniyên Efrînê ji neçarî koçî kantona Şehbayê bûn, Rêveberiya Xweser li wir çend kamp ji wan re ava kirin weke kampa Berxwedan, Serdem, Efrîn û Veger li gel gund û navçeyên Şehbayê jî gel di nava malên rûxandî ma.

‘Armanc valakirina tevahî herêma Efrînê ye’

Der barê berxwedaniya gelê Efrînê li kampên penaberiyê di pêvajoya duyem a berxwedana Serdemê de, Fîdan Elî dibêje: “Ji destpêka penaberiya me ve heta niha li Şehbayê em rastî gelek zehmetiyan tên, êrîşên dagirkeriya Tirk û dorpêça hikumeta Şamê li ser me ferz kiriye êşên me zêdetir kir lê em hemû astengiyan derbas dikin bi hêviya vegerê. Hikumeta Şamê dorpêç li ser bajarê Şehbayê ferz kiriye, nahêle xurek û sotemenî bikevin herêmê, bi armanca jiyana xelkê teng bike û gelê Efrînê herêmê vala bike. Lê ew hemû binpêkirin li pêş berxwedaniya me û hêviya me ya ji bo vegera Efrînê nabin astengî.”

‘Em bi hêviya vegera Efrînê hemû tiştan tehemul dikin’

Her wiha Gulê Omer a ku 5 sal in havîn û zivistanê di bin konan de derbas kiriye dibêje: “Girtina riyên Şehbayê ji aliyê hikumeta Şamê ve gelek pirsgirêkan bi xwe re anîne, weke nebûna derman, gaz û hemû pêdiviyên bingehîn ên kampan. Em zordariya Tirkiyeyê û hikumeta Şamê û hemû binpêkirinên wan tehemul dikin tenê ji bo vegera Efrînê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hemû keda xwe kiriye xizmeta gel.”

‘Tirkiye axa me talan dike’

Der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê de koçbera bi navê Selwa Henan dibêje: “Tirkiye li herêma me destdirêjî û binpêkirinan dike, weke kuştin, destdirêjî, revandin, birîna daran, şewitandina daristanan û talankirina malan li gel demografiya herêmê jî diguhîrîne.” Her wiha bang li civaka navneteweyî dike ku binpêkirinên li Efrînê rawestîne û hesab ji dagirkeriya Tirk bixwaze.”

Nejla Mihemed jî teqez dike ku gelê Efrînê bi yekitî û hevgirtina xwe ya bi hev re li Şehbayê li pêş dagirkeriya tirk û siyasetên dewletan radiwestin, ew di riya berxwedanê de dimeşin heta Efrîn rizgar dibe û vegerin axa xwe.